Dermanên depresyonê ji bo jinên êşkişandî bûye riya reva ji xwe

Bikaranîna dermanên depresyonê hema bibêje diyardeyek e li Idlibê, bi taybetî di nav jinan de. Gelek kes ji ber ku naxwazin bi pirsgirêkên xwe re rûbirû bimînin, dest bi dermanan dikin lê bi awayê veşarî loma jî ev yek nahêle ku diyarde were ronîkirina.

 

SUHAIR AL-IDLIBI

Idlib- Gelek jinên birîndarên şer û kesên xwedan hewcedariyên taybet serî li dermanên derpresyonê didin. Ji bo ku birînên xwe ji bîr bikin û rehetiya derûnî, bi hebên ku êdî bi wan ve hatine girêdan digerin, bêyî ku guh bidin metirsiyên wan ên bêhejmar.

Hasna El-Mehmûd, a 27 salî, penaberke ji bajarokê El-Xewain, li başûrê Idlibê û li kampên Kefer Yehmûl, ên li bakurê Idlibê niştecih bûye. Hesna got ku beriya çar salan piştî ku mala wê hat bombebarankirin û di encamê de lingê wê yê rastê jêbû, wê dest bi dermanên depresyonê kiriye. Hesna da zanîn ku ku ew êdî nikare dest ji van dermanan berde.

Piştî ku ji ber bombebaranê mala wê rûxiya jiyana wê veguherî xewnereşkê

Hasna El-Mehmûd bîranînên xwe yên wê rojê bi bîr tîne û bi xemgînî didomîne: "17ê Hezîrana 2018'an, roja herî xirab a jiyana min bû. Piştî ku mala min ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin, jiyana min a ku bi kêfxweşxî diborî veguherî xewnereşkê. Ji wê rojê ve ez di nava tarîtiyê de dijîm.”

Hasna El-Mehmûd, piştî ku di encama teqînê de astengdar bû, hevjînê wê dev jê berda û bi jineke din re zewicî. Ji wê demê ve jiyana wê ligel malbata wê bi zarokê xwe Selîm El-Rayyan ê 6 salî re didomîne. Vê rewşê bû sedem ku lawaz û bêhêz bibe û hîs bike ku ew bargiranî ye li ser kesên din. Ji bo ku bikaribe riya xwe bidomîne û ji rastiya xwe ya bi êş derkeve, çareya wê ji bilî jibîrkirinê nemaye.

Ji ber texrîbatên şer ên li ser mal, jiyan û bedena wê ji neçarî dermanan bi kar tîne

Zehra El-Batal a 30 salî jî rewşa wê ji ya Hasna ne baştir bû. Ew jî dema ku di mala xwe bû li Idlibê, mala wê ji aliyê rejîmê ve rastî topbaranê hat ev yek bû sedema birîndarbûna pişta wê û felcê. Ji wê rojê ve ew hewceyî alîkariya kesên din e nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.

Zehra El-Batal dibêje: "Çiqas bi êş e ku mirov bibîne mirov bûye kesek bêçare û neçar e ji kesên din li benda dilovaniyê be. Ev hestek e wisa ye ku ji bilî kesê dijî kes pê nizane.”

Zehra El-Batal ji bo ku êşa xwe ya bedenî û derûnî kêm bike, serî li hebên zolamê da û xwar, ew cureyek hebên depresyonê bûn ku bijîjk piştî birîndarbûna wê jê re nivîsandibû. Tevî ku bijîşk ew hişyar kir wan heban nexwe jî Zehra zêdetirî du salan e wan heban dixwe û piştrast dike ku niyeta wê tune ye dest jê berde.

Bikaranîna dermanên depresyonê li Idlibê diyardeyek e, her diçe zêde dibe, bi taybetî di nav jinan de.

Ji ber zêdebûna dermanxaneyan dermanên depresyonê zêde bûne

Dermansaz Mona El-Sidîq, a 34 salî, dibêje ku belavbûna dermanxaneyên bêserûber û bêdestûr bûne sedema belavbûna dermanên depresyonê û hêsankirina gihîştina wan. Her çend ew dermanek e ku tenê bi reçete dikare were firotin jî. Dermansazên ku tu girêdana wan bi pîşeyê re nîn e û li gorî belgeyên sexte yan jî tenê bi riya dewreyên perwerdeyê û hin navbeynkaran di vî pîşeyê de kar dikin wekî bazirganan tên dîtin. 30 cureyên wan dermanan hene wek Tramadol, Dialin, Dubalin, Fostan , Biogabalin, Zolam, Oxycodone Plus, Caizol, Cedavit Plus, Motival Lexotan, Largactil, Clonazepam.

Bikaranîna dermanên depresyonê gelek nexweşiyan bi xwe re tîne

Der barê metirsiya bikaranîna van dermanan û hînbûna wan de, dermansaz Mona El-Sidîq diyar dike ku ew dibin sedema qebizbûn, xiş, gêjbûn, vereşîn, nexweşiyên damar û nefesê ev yek jî jiyana mirov dixe xeterê.

Di demeke ku bakurê Sûriyeyê bi hewceyî bijîjkên pispor, kadroyên perwerdekirî û navendên hişyariyê ye, li cihê van pêdiviyan, dermanên depresyonê ji bo gelek kesên ku serî li wan didin wekî riya tekane ye, hewl didin bi wê yekê rewşa xwe ya derûnî ya dijwar baş bikin.