‘Dagirkeriya Tirk projeya netewa demokratîk dike hedef’

Endamên jin ên Buroya Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Navenda Helebê dan zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker projeya neteweya demokratîk hedef digire.

MÎDYA MİQTAD

Heleb – Dewleta tirk a bi balfirên şer û bombebaranê ji 19’ê Mijdarê ve êrişî heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike. Jinan li dijî van êrişan bertek nîşandan û gotin ku em ê heya dawiyê pergala xwe biparêzin.

Plan vejandina DAIŞ’ê ye

Rêvebera Buroya Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Navenda Helebê Necla Hemze diyar kir ku sedemên êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên zanîn û ev jî tirsa ji projeya neteweya demokratîk e û wiha pê de çû: “Peyman hene ku dê di sala 2023’an de bi dawî bibin û Erdogan bi hinceta ewlekariya niştimanî ya welatê xwe dest bi şerê tunekirinê li dijî gelê Sûriyê dike, ji bilî qetilkirin û revandinê û bikaranîna çeteyan ji bo cîbicîkirina planên xwe û vejandina DAIŞ’ê li navçeyê.”

‘Îradeya gel têk naçe’

Derbarê êriş birina ser binesaziyê ku gel pê pêdiviyên xwe pêk tîne de Necla Hemze wiha anî ziman: “Dagirkeriya Tirk bi awayekî sîstematîk herêmên ewle, binesaziyê, qadên petrolê, kargehên genim û stasyonên avê hedef digire da ku şêniyên herêmê koçber bike. Îradeya gel lawaz nabe û têk naçe. Dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk dixebite. Me her tim şer red kir, me aramî û ewlekarî ji bo pêşeroja zarokên xwe dixwest, lê dewleta Tirk hê jî êrîşî herêmên me dike û niştecihên wan koçber dike.”

Necla Hemza da zanîn ku ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk komployeke navneteweyî û gelek peyman hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Lê ev komplo nikarin bi ser bikevin, ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin bi rûmet, azadî û demokrasiyê bijîn. Em êrîşên dagirkeriya Tirk, bêdengiya navneteweyî û her cure tundiya li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Em daxwaz dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk înîsiyatîfên Konseya Ewlekariyê, Konseya Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên ku destwerdana karûbarên Sûriyeyê dikin, hebin.”

‘Em rê nadin planên wan’

Endama Ofîsa Jinan Ofa Cafer anî ziman ku ew êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û wiha axivî: “Ev êrîş bi serê xwe hevgirtineke navdewletî ye li dijî herêmê û li dijî pirojeya netewa demokratîk û armanca wan têkbirina vê pirojeyê ye, lê em nahêlin ku tişta ku dixwazin pêk bînin û em rê nadin ku senaryoya kuştinê, talan û dizî wek çend sal berê li bajarê Efrînê kirin dubare bikin. Hemû dewlet li hemberî binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng in.”