Bi zanîna ku ji dayîka xwe mîras girt, zarokan derman dike
Şemse El-Elî bi dermanên giyayî yên ku ji diya xwe mîras girtiye, zarokan hîn jî derman dike. Xebata wê li ser zanîna gelêrî ye ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Şemse El-Elî ya ku li gundewarên Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî bi dermanên xwezayî yên ji dayîka xwe fêr bû zarokan derman dike.
Şemse El-Elî anî ziman ku piştî dayîka wê jiyana xwe ji dest da ew vê mîrasê dewir girtiye. Şemse El-Elî ku çil salî ye tenê zarokan derman dike. Destnîşan kir ku giyayên ew bikar tîne di zarokan de encamên bi bandor nîşan dide.
Şemse El-Elî anî ziman ku ew bi bijîşkan re nakeve pêşbirkê û wiha got: “Rêbazê dermankirinê ya her kesî heye. Lê hin zarok ruxmê hatin dermankirin jî baş nebûn. Dema ku baş nebûn jî malbat wan anîn ba min. Gelek bijîşk dibêjin ku îltîhaba rovî heye. Lê ez dermanên xwezayî didim wan û dibînim ku bi çav xuyayî baş dibin.”
Şemse El-Elî destnîşan kir ku dema ew nexweşiyan teşxîs dike bala xwe dide hîn îşaretan û wiha domand: “Mînak rûyê çilmisî, hişkbûna nermika serî, heta hin bêhn. Ev weke nîşaneyên hin nexweşiyan tên dîtin. Ev nîşane piranî bi îshal û bêhaliyê re xwe nîşan didin. Bi aybetî piştî ku zarok li ber tavê pir dimînin.”
Dixwaze zanîna xwe veguhezîne keçên xwe
Şemse el-Elî dibêje ku dermankirinên ku ew pêşkêş dike li ser bingeha zanîna gelêrî ya ji dayik û dapîran ve hatî veguhastin in û zarok bi awayekî girîng bersivê didin van dermanan.
Dema ku ji wî tê pirsîn ka ew rojane çend nexweşan dibîne, ew wiha bersivê dide: "Hin rojan çar an pênc zarok tên. Rojên din hejmar zêdetir e. Carinan kes nayê û carinan malbat bi komî tên."
Şemse el-Elî hêvî dike ku ew zanîna xwe veguhezîne keçên xwe, bi vî awayî piştrast dike ku ev kevneşopî berdewam bike.