Bi nergîz û giyadermanan têkoşîna jiyanê dide

Fatima Al-Malaavî ya ku ruxmê hemû xeterî û zehmetiyan di bin darekî de nêrgîz û giyadermanan difroşe û debara xwe dike, bang li rayedaran kir û got ku divê alîkarî ji bo jinên nikarin debara xwe bikin bê dayîn.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Fatima Al-Maalavî li berbajêrê La Marsa yê Tûnisê di bin darekî de nergîz û gelek giyayên ku ji bo gelek nexweşiyan derman in difroşe. Fatima Al-Maalavî ya ku bi qezenca xwe ya rojane riya têkoşînê di jiyanê de dîtiye ji ajansa me re axivî.

Fatima Al-Maalavî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew serê sibê saet di 03:00 de ji xewê şiyar dibe û giyayên çiyayî yên weke, kulmûn, rozmarî, tirşa kovî, rihan, kadûm û giyayên din ên çiyayî berhev dike û wiha got: "Ji bo kirîna nêrgizan daxwaz pir zêde nîn e. Kesên di ser rê de derbas dibin heq zêde dibînin û gelek caran ez neçar dimînim heqê wê kêm bikim yan jî muşterî heqê nêrgizan piştî rojekê didin.”

‘Xwegihandina giyayan zehmet e’

Fatima Al-Malaavi wiha  berdevam kir: “Dema giyayan kom dikim bi xeteriya gur û berazan re rû bi rû dimînim. Di nav de çiyayê Sajnan jî, şewatên ku bandorê li gelek çiyayên Tûnisê kirin, bû sedema asteke girîng a kêmbûna giyadermanan. Ji ber vê yekê komkirina van giyayan wexteke dirêj dixwaze û ked pêwîst dike.”

Alîkarî dide zarokên xwe

Fatima Al-Malaavî di berdevamiya axaftina xwe de amaje bi vê yeke kir ku di salên borî de dermanên ku niha li dermanxaneyan tên firotin zêde nedihatin bikaranîn û wiha pê de çû: “Dayika min me nedibir gel bijîjkan jî. Di dermankirina her êş û şewatan de giyayên çiyayî bi kar dianî. Karê ku dikim ne hêsan e. Di mehên zivistanê de tevî hewaya sar jî ez hewl didim giyaderman û nergizên ku min berhev kirine bifiroşim. Ji min dixwazin heqê wan kêm bikim lê nizanin ku komkurina wan çiqas bi zehmetî ye. Ez dapîra du sêwiyan im, yek sê salî û ya din jî pitik e. Ez jî piştgiriyê didim keça xwe ya ku berî demekê keçek xwe anî cîhanê û niha betal e. Ji bo ku bi roj hewcedariyên mîna şîr, derman û xwarinê bi cih bînim divê bixebitim.

Ji bo jinan piştgirî xwest

Fatima Al-Malaavî destnîşan kir ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û di dawî de wiha bang li rayedaran kir: “Piştre min dev ji hevjînê xwe berda û ji bo zarokên xwe xwedî bikim, min paqijiya malan kir û di otelek turîstî de kar kir. Armanca min ew bû ku jiyana xweş bi zarokên xwe re bijîm. Divê ji bo jinên ku dahata wan a daîmî nîn e piştgirî bê dayîn. Divê şert û mercên tenduristî û civakî yên jinan bên başkirin, Divê jin di warê aborî de jî bibin xwedî hêz ku projeyên xwe ava bikin.”