Bi hînbûna pîşeya dirûtinê astengiyên fîzîkî nasnake

Ker û lalbûna Xewla Osman xewnên mafên bingehîn ên ku ew dixwaze bi dest bixe, asteng nekir û bi piştgirîya dayika xwe karîbû li ser kêmendambûna xwe derbas bibe.

SILVA ÎBRAHÎM

Minbic - Xewla Osman a keça bajarê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di temenê xwe yê du salî de encama germahiya zêde ku bandor li ser sîstema demarî ya wê kir, hêza xwe ya axaftin û bihîstinê windakir. Le tucaran kêmendambûna wê ji bo bidestxistina armancên wê nebû asteng.

Dayika Xewla Osman Aş Îbrahîm derbarê kêmendambûna keça xwe ya 17 salî de wiha dibêje: “Şeş kurên min ên saxlem hene, lê keça min Xewla ji zarokatiya xwe ve ji ber germahiya laşê ku bû sedema birînek di pergala demarî de mafê xwe ya guh û axaftinê winda kir. Divê demê de bijîşk ji me re got dereng ketina wê di bilêvkirinê de rewşek normal e û vê yekê hişt ku ez şeş salan li bendê bim heta ku ez serdana doktorekî pispor a li bajarê Helebê bikim. Piştî muayeneya keça min, hat dîtin ku ew di destpêkê de nexweşiya neuritê ketiye, lê derengketina me di dermankirinê de bû sedema ziwabûna nêriyê û niha jî rêjeya dermankirina wê lawaz e û çareserî jî danîna guhêran e.”

Dayik derbarê rewşa derûnî ya keça Xewla Osman de, wiha axivî: "Keça min her tim di rewşeke derûnî ya dijwar de dijî. Ji ber ku tenê ez rewşa wê fêm dikim, her dem hişyarî didim birayên wê ku wê aciz nekin û li dora wê rewşa wê dinirxînin û bi normalî pê re mijûl dibin."

Dayik Aş Îbrahîm têkildarî rewşa wê ya xwendinê û neçûna wê ya dibistanê de jî wiha bilêv kir: "Dibistanan ji ber ku nekare bi rewşa wê ya taybet re rû bi rû bimîne çûbina dibistanê ya Xewla qebûl nekir. Lê min karî bi saya danîna dengbêjan, wê bibin Komeleya Nûr El-Musteqbel a ku bi karûbarên kesên xwedî pêdiviyên taybet re mijûl dibe ye. Keça min xewla ev 4 salan bi komeleyê re berdewam dike.”

Dayik Aş Îbrahîm diyar kir ku Xewla pişta xwe dida guhên xwe û ew êdî naçe komeleyê, lê yekî ji wan dengbêjan rawestiya û me nekarî wê tamîr bikin û yekî din bikirin.”

Jêhatina wê pêşketiye

Aş Ibrahîm wiha got: "Keça min hînî xwendin, nivîsandin û xêzkirinê bû û ev yek ji bo wê rehetiyek derûnî bû. Lewra dema ku ew ji komeleyê qut bû, min heta ku ji destê min dihat hewl da ku wê di nav malê de nehêlim ku ew û ez jî di bin zexta derûnî de nebijîn.”

Xewla Osman Beriya sê hefte berê li Komeleya Aştiyê ku di dawiya sala 2021’an de vebû, fêrî dirûtinê bû. Dayika wê li ser vê yekê got: “Dema ku min li Komeleya Aşitiyê behsa vekirina kursên dirûtinê kir, biryar da ku ez wê bibim wir ku fêr bibe. Bêyî ku hewcedariya wê bi kesî hebe, bila pîşe û xwe bispêre xwe, ji ber vê yekê hînkirina wê bi pîşeyekê dê di paşerojê de bibe piştgiriyek ji bo wê û vê yekê ew kêfxweş kir".

Dayika wê derbarê asta ku Xewla Osman dixwaze bigihêje de wiha got: "Hêvîdarim ku ew fêrî her tiştê ku jê sûd werbigire bibe û ji paşeroja xwe piştrast be".