Bi cilên ku didirûn çanda Êzdatî diparêzin

Turko Reşo û hevjînê wê Elî Îlyas ji bo parastina çanda Êzdatî cilên taybet ên çandî didirûn.

MEDYA HAWAR 

Şengal – Li gundê Aştîqerûm a girêdayî Sinûna Şengalê jina bi navê Turko Reşo û hevjinê xwe Elî Iliyas ji bo tune nebûna çanda êzidî, bi derfeta xwe û buhayeke kêm cil û bergên Êzidî didûrin. Yek ji pîvanên sereke yê jiyana herdû hevjînan ewe ku her dem bi cilên xwe yê Êzidiyan tevbigerin û eşqa liber kirina wan cilan bixin dilê her Êzidiyekê/î de.

Zindîhiştina çanda cil û bergan

Têkildarî mijarê Turko Reşo diyar kir ku ew bi taybetî dixwaze keç û xortên Êzidiyan bi cil û bergên Êzidiyan bibîne û wiha got: “Hedefa min a ji  vî karî ev e ku cil û bergên Êzidiyan di nav civakê de zindî bihêlim. Ez derveyî cil û bergên çanda Êzidî cilê din nadirûm. Ez hemû şêweyên cil û bergên êzidî dizanim bidirûm û hedefa min di nav civakê de bi taybetî di nav ciwanan de zindîhiştina çandê ye.”

Turko Reşo destnîşan kir ku tevî sê zarokan û karê malê jî gelek kêfa wê ji dirûtina cil û bergên Êzidiyan tê û da zanîn ku gelek kes dema cil û bergên ku ew didûre dikirin pir kêfa wan tê.

‘Divê ciwan ji cil û bergên Êzidî fedî nekin’

Turko Reşo ku ev salek cil û bergên Êzidî didirû anî ziman ku ew dixwaze cilên Êzidiyan çêbike, li ser ciwanên Êzidî bibîne û ev bang li ciwanên Êzîdî kir: “Divê keç û xortên me ji liberkirina cil û bergên xwe fedî nekin ji ber her gel û civak bi cil û bergên xwe tên naskirin.”

Turko Reşo ku ji bo cil û bergên Êzidî hin zêdetir di nav civakê de bê lixwekirin erzantir difiroşe, bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Di demên pêş de ez dixwazim karê xwe berfirehtir bikim û hîn erzantir bifiroşim xelkê. Hêvî û daxwaza min ev e ku hemû Êzidî bi taybetî ciwan cil û bergên spî ya Êzidiyan ên pîroz liberxwe bikin û ev çand neyê windakirin.”

‘Cil û bergên me ber bi tunebûnê ve diçe’

Elî Iliyas ku alîkariya hevjina xwe dike û her cure cil û bergên Êzidî çêdike, got ku Êzidî bi cil û bergên xwe têne naskirin û ev tişt anî ziman: “Cil û bergên me ber bi tunebûnê ve diçe û ger derfeta me hebûna me yê karê xwe hîn berfirehtir bikira. Ji ber vê yekê divê Êzidî van cil û bergan liberxwe bikin, ji cil û bergên xwe fedî nekin. Ji aliyê din ve divê di hemû rojên taybet de liberxwe bikin da ku çanda me winda nebe.”

Nîşaneya Êzidiyan: Tok

Di nav civaka Êzidiyan de tişta herî girîng ku wek nîşaneya Êzidiyan tê dîtin jî Tok e. Toka ku sembola Melekê Tawis e, di nav civaka êzidî de tişta herî pîroz e. Divê teqez her êzidiyek ji zayînê heta mirinê Toka xwe hebe. Li gorî çand û baweriya Êzdatiyê her Êzidî di bin kirasên xwe de Tok liberxwe dikin ku divê bi destan û gilover bê çêkirin. Êzidî bi hevoka ‘Êzidiyek dema mir divê teqez toka wê/wî li ber hebe da ku ax bizanibe ya/ê mirî Êzidî ye’ girîngiya liberxwekirina Tokan tînin ziman. Ji aliyê din ve rengê tokan spî ye û spî tê wateya sadebûn, paqijî û yekbûyîna beden û heqîqeta ku di dil de tê jiyîn.

Derbarê Tok de Elî Iliyas destnîşan kir ku Tok nîşaneyan Êzidiyan e, Êzidî bi Tokê têne naskirin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Hêvî û daxwaza me ew e ku êzidî Toka xwe winda nekin.”