Berpirsiyarê zêdebûna xwekuştinan çapemenî ye

Kêmbûna asta têgihiştinê, nebûna haydariya medyayî û takekesî, her wiha qeyranên aborî û zewaca di temenê biçûk de ji bo jinan hin ji sedemên zêdebûna kuştin û xwekuştinê ne.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce – Buyerên xwe kuştin û kuştinê girêdayî polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê tên fezkirin her ku diçe zêdetir dibe. Tenê di 5 rojên dawî de li Hewlêr, Dihok û Silêmanî 12 kes hatin kuştin yan jî ber bi xwe kuştinê ve hatin kişandin.

Qetilkirina jinan a di demên dawiyê de her ku diçe bi zêdebûnê re li ser ragihandinê tê teyisandin, weke polîtîkayek şerê taybet a li ser civakê tê meşandin. Derûnnasên ku derbarê mijarê de axifîn dan zanîn sedema kuştin û xwekuştinan çavkaniya xwe ji rêzêgirtina van mijaran a ji aliyê çapemeniyê ve digre û divê bi awayekê lez ji bo pêşîlêgrtina wan hewldan bên dayîn.

“Kuştin û xwekujî weke tiştekê hêsan û ji rêze tê nîşandan”

Derûnnas Şehîn Omer derbarê mijarê de bal kişand li ser rola çapemeniyê û wiha got: “Berê jî kuştin û xwekuştin hebûn, lê ne bi qasî niha ye û medya jî wek sedem nişan dide. Niha kuştin û xwekujî bi awayekî ku dubarekirina wan a bê tirs û azad hêsan tê nîşandan. Hebûna çekên neqanûnî sedemeke din a zêdebûna kuştinan e.

Şehîn Omer destnîşan kir ku zagonên bi destê mêr-dewletê hatine avakirin li pêşiya van buyeran nabin çareserî û wiha pêve çû: “Xelk ji yasayan natirsin û aştiya eşîre wek çareserî dihesibînin. Dibe ku qanûn werin tund kirin da ku mirov bi hêsanî li ser kuştinê nefikire. Nebûna qanûnên bihêz hiştiye ku mirov bawer bikin ku çawa ku ti pirsgirêkek ji bo kujerên berê çê nebuye, dê tiştek bi wan neyê.”

Şert û mercên aborî tundiyê zêde dike

Parêzer Dêrîn Aso dibêje ku rewşa aborî û rewşa dijwar a aborî ya civakê bûye sedem ku mirov tûşî aloziyên derûnî û dûrketinên exlaqî bibin. Li hemberî xwe û yên din şîdetê nîşan bidin û zirarê bidin xwe an jî malbata xwe.

Dêrîn Aso da zanîn ku divê di van mijaran de hişyarkirina civakê bê kirin û wiha domand: "Divê em semîner, konferans û civînan ji bo hişyarkirina malbat, ciwan û jinan lidar bixin ku tê de hewl tê dayîn bi bikaranîna qanûn û şerîetê asta hişyariya gel were bilindkirin, da ku karibin di her tiştî de gav bavêjin û bi têgihiştin û berpirsyariyeke zêdetir gav biavêjin.

Zewaca zarokan dibe sedema zêdebûna tundî û xwekuştinê

Piraniya jinên ku ji ber pirsgirêkên jiyanê tên kuştin an teşwîqkirin ku xwe bikujin di bîst saliya xwe de ne. Li gorî Dêrîn Aso zewaca di temenê biçûk de sedemeke din a zêdebûna kuştin û tundiyê ye. Piranîya peymanên zewacê li dadgehê nayên îmzakirin, lê di temenekî biçûk de tên sazkirin û di encamê de rêjeya herî zêde ya tundûtûjîya nav malbatê heye, ji ber ku zarok ne hewceyî zewicandinê ne, ew hewce ne ku bilîzin, ne mecbûr in ku li zarokên xwe xwedî derkevin.

Di van demên dawîn de li Herêma Kurdistanê hejmara kuştin û xwekuştinê zêde bûye û hikûmet nikare çareyekê jê re bibîne.