Amîna bi tena xwe 5 zarokên astengdar xwedî dike

Dayika 5 zarokên astengdar Amîna El-Şêx Mehmûd da zanîn ku pêdiviya zarokên wê bi emeliyatê hene, ji ber rewşa aborî nikarin wan tedawî bikin û banga piştevaniyê li saziyên peyîwendîdar kir ku alîkariya wan bikin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Amîna El-Şêx Mehmûd a 40 salî ji bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dayika 7 zarokan e, dibêje ku pênc zarokên wê yên xwedî pêdiviyên taybet hene, sê keç û 2 lawik in û wiha domand: “Her pênc zarokên min jî piştî dayîkbûnê bi pênc mehan ez hîndibûm ku ewana astengdarin. Zarokên min ên astengdar hemû kêmaniya wan a sereke oksîjen naçe ser mejiyê wan. Hemû bijîşkên li wan mêzekirine evê mijarê weke xala sereke ya dibe sedema kêmaniya bedena wan anîne ziman.”

“Hemû barê malê û zarokan li ser milê min e”

Emîna El-Şêx Mehmûd da zanîn ku êdî hevjînê wê jî nikare alîkariya wê bike û wiha berdewam kir: “Berê hevjînê min alîkariya min dikir, me bi hev re li van zarokan dinêrî, niha êdî ew jî birîndare û nikare karekê bike. Sala 2016’an dema ku ji bo girtina dermanê zarokan diçu dermanxanê di wê navberê de li ser rê teqînek çêdibe û ew jî li wê giran birîndar dibe. Çavek wî diçe, destek kar nake û guhek wî jî nabihîze. Bi vî awayî ew jî ji kedê bû û êdî nikare karekê ji me re bike. Ji ber wê jî hemû barê malê û zarokan li ser milê min maye. Heta cihekê dikarim pêdiviyên wan bi cîh bînim, pêdiviya wan hemûyan bi emelyatê heye ji ber rewşa aborî em nikarin tedawiya wan bikin.”

“Em hewildidin bi derfetên heyî xizmeta astengdaran bikin”

Hevseroka Buroya Gel a Qerar têkildarî karûbarên kesên xwedî pêdiviyên taybet ên Komîteya Karûbarên Civakî û Kar li Minbicê û gundewarê wê Emîna Mihemed jî têkildarî xebatên ofîsa piştî rizgarkirina Minbicê hatiye vekir û wiha got: “Bajarê Minbicê sala 2016’an ji çeteyan hat rizgarkirin. Ji dema rizgarbûna bajar heya niha wan di biniya ofîsê de xebatên baş dane meşandin û welatiyên herêmê ji vê xebata wan razî ne.”

Emîna Mihemed derbarê piştgiriya Ofîsa Xelkê Qerar ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re jî got: "Em li gorî îmkanên ku hene ji bo piştgiriya kesên xwedî pêdiviyên taybet kar dikin, lê nebûna derfetan dibe sedem ku piştgiriyek têrker nikarin pêşkêş bikin.” Emine Mihemed bilêv kir ku li gel bêderfetiyan jî ew hewildidin bi qasî ji destê wan tê xizmeta welatiyan bikin û da zanîn ku heta niha wan çend kursiyên bi teker ji bo yên nikarin rabin û bimeşin dabîn kirine.

Emîna Mihemed têkildarî projeyên Ofîsa Xelkê Qerar a dema bê jî got: "Proje hene ku niha li ser têne xebitandin. Ji ber ku amadekarî ji bo enstîtuyek ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet tê kirin ku dê dermankirinên fizîkî pêk bîne, ji bilî perwerdekirin û hêzkirinên di aliyê derunî de ji bo kesên ker û lal in." Emîna Mihemed daxwaz ji rêxistinên mirovî kir ku piştevaniya ofîsa wan bikin ku ew jî bikarin bibin bersiva pêwîstiyên kesên xwedî pêdawîstiyên taybet yên li herêma wan pêdiviya wan bi alîkariyê heyî.