Îcadên ku kodên heyî ji holê radikin

“Dema ku ‘mucîd’ tê gotin mêr tên bîra mirov. Gelo rastî wisa ye? Em dibêjin na. Hûn ê bibînin ku gelek îcadên jinan çêkirine hene. Mînak gelo we dizanibû ku mucîdên kompîtora pêşketî ya pêşîn, malişteka (silgi) wesayîdan an jî pergala germkirina navendî jin bûne?

Navenda nûçeyan- Ji berê heta îro, her dem behsa fikir, xebat û cesareta mêran tê kirin. Wekî ku tenê wan ji zanistê re pêşengî kiribin, afirandibin. Dixwazî em bibêjin mirovê zanist yan jî însanê zanist, dema ku ‘keşf’ an jî ‘mucîd’ tê gotin, destpêkê mêr tên hişê me. 
Lê di vê cîhana ku civaka baviksalar lê serdest de, gelek jinên ku keşif kirine, îmze avêtine bin gelek îcadan hene. Em wan jinên ku gelek guherîn çêkirine bi hev re binasin. 
Patricia Bath: Emeliya kataraktê ya bi lazerê
Patricia Bath, di sala 1988’an de tişteke nû li emeliyata kataraktê zêde kir. Bi cîhaza ku îcad kir, bi lazerê emeliyata kataraktê kir ku bi vê yekê hêsantir û serkeftîtir bû. Patricia Bath, cîhaza xwe li DYA, Kanada, Japonya û Ewropayê patent kir û bû yekem jina reşik a patent girt.
Dr. Maria Telkes: Pergala enerjiya rojê
Pispora biyofizîkê, dr. Maria Telkes, mucîda sazkirina pergala enerjiya rojê ya li malê dikare were bikaranîn e. Maria Telkes, di 1925’an de bû hemwelatiya DYA’yê, di şîrketa Westinghouse Electric de bû endezyara lêkolînê û der barê enerjiya ku dikare berdewam bike de dest bi xebatan kir. Dûre jî li ser pergalên ku bi enerjiya rojê dixebitin bû pispor. 
Dr. Ellen Ochoa: Pergala analîza optîk
Dr. Ellen Ochoa, astronota pêşîn a hîspanîk e, ji bo NASA’yê xebitiye û xwediya navnasên lêkolîneriyê ye. “Pergalên Analîza Optîk” a di teknolojiyê de pêşî li hilberîna robotan vekir îcad kir. Vê yekê di pergala optîkê û kontrola qelîteya robotê de bi kar anî. Di sala 1987’de patenta xwe girt. Tevî patenta dawî ya di sala 1990’an de girt, bû xwedî 3 patentan. 
Martha Coston: Guleya bi îşaret a rengîn
Martha Coston, di lênûska nîşeyan a hevjînê xwe yê sala 1847’an mirî de nivîsên wî yên der barê fikra guleya îşaretê de dît. Deh salan, ji bo pratîzekirina vê fikrê, bi rayedarên artêşê û kesên zanist re xebitî. Tê gotin ku artêşa Emerîkayê dûre hemû mafên vê guleya îşaretê girtiye destên xwe û pereyek pir kêm daye Martha Coston.
Sarah E. Goode: Doşeka ku tê tewandin
Sarah E. Goode, di sala 1885’an de bi keşifkirina doşeka ku dikare were tewandin, li Emerîkayê jina reşik a patenta pêşîn girtiye ye. Doşek dema ku neyê bikaranîn, dikare were rakirin û li cihek ku neyê dîtin were bicihkirin. Dema tê bikaranîn jî kaseya doşekê wekî cihê pirtûkan, yan jî ji bo tiştên din dikare were bikaranîn. Tesawira Sarah E. Goode di roja me de jî tê bikaranîn û xwedî gelek alternatîfên model û rengên nû ye. 
Alice H. Parker: Pergala germkirina navendî
Mucîda pergala germkirina navendî Alîce H. Parker, ji bo ji DYA’yê patent bigre di sala 1919’an de serlêdan kir. Ev pergal, xwedî taybetmendiya sazkirina germkirina bînayan bû ku ev germbûn digihîşit hemû odeyan. Alice H. Parker, dûre projeya firina ku bi germbûna gazê dixebitî jî zêde kir. Bi saya vê yekê hemû amûrên ji bo germkirinê yên li malê, bi pergala navendî ve hatin girêdan. Ev yek di roja me de jî hê berdewam dike.
Bette Nesmith Graham: Daksîl
Bette Nesmith Graham, ji ber şaşiyên nivîsê yên çêdibûn nikaribû ji nû ve binivîse, rojek li metbexê bi mîkserê tiştek têkel amade kir. Piştî gelek cerebeyan, patenta daksîlê di sala 1958’an de girt.
Rachel Zimmerman: Nivîsera blissymbolê 
Rachel Zimmerman, di nîveka salên 1980’an de dema ku hê 12 salî bûye bernameya nivîseriyê ya jê re dibêjin “Blissymbol Printer” bi peş xist. Rachel Zimmerman ji bo fiara zanistê bi navê projeya dibistanê dest bi vê bernameyê kiribû. Ev bername, derfet ji kesên ku nexweşiyên wekî felca mêjî bi wan re heye çêdikir ku bikaribin têkilî bi derdora xwe re daynin. Bikarhêner, bi saya ekrana dokumatîk, tiştên dibînin hildibjêrin û bername van tiştan vediguherîne hevokên nivîskî.
Stephanie Kwolek: Êlegê gulenedarbas
Di sala 1963’an de bi saya materyala hişk û saxlem ku jê re dibêjin “Kevlar” êlegên ku di roja me de guleyan darbas nakin hilberand. Bi teknolojiya ku bi pêş xist di heman demê de werîsê pira bi benan tê çêkirin, kask, balataya frenê di ekîpmanên kampê û çêkirina komên kaşkaşokê de jî tê bikaranîn. Stephanie Kwolek, Kevlar a ku ji bo êlegên gulenedarbas û zirxa modern de bû keşf kir, ji fîrmaya kîmya a bi navê DuPont ku lê tenê jina xebatkar ew bû, madalyaya Lavîosîer girt.
Tabitha Babbitt: Testereya gilover
Di destpêka salên 1800’an de ji bo ku daran bibrin hewce bû du mêran bi serê testereyê bigirtana lê bi saya testereya gilover a ku Habbitt di sala 1813’an de îcad kir, mêr ji wî karê zor xilas bûn.
 Margaret Knight: ‘Keybanûya’ kaxizê kîsik
Tûrikên ku beriya kaxizên kîsik dihatin hilberandin, di şeklê zerfê de bûn û binê wan rast nebû. Bi vî halê tûrên kaxiz bi kêr nedihatin. Margaret Kînght, awayî ku îro tên bikaranîn bi makîneya ku kaxiz dibire, ditewîne û binê wan dibe çarkenar îcad kir. Patenta vê yekê di sala 1871’ê de girt lê mêrek li dijî vê derket û got: “ne mumkun e jinek bikaribe tiştek îcad bike.” Margaret Knîght, tiştên xêz kiribûn ji bo îsbat nîşan da û bû xwediya patentê. Margaret Knight, her wiha ji derveyî kaxizê kîsik, ji bo 26 hilberînên xwe yên din jî patent girt. 
Hedy Lamarr: Pergala kotkirina veşartî 
Hedy Lamarr, bi hevjînê xwe yê sempatîzanê Naziyan û bazarganê çekan re, dema tevli civînên kar dibû, der barê çekan de gelek tişt hîn dibe, lê ji ber ku her çû nefret ji Naziyan û hevjînê xwe kir, pêşî çû Londrayê, dû re jî reviya DYA’yê. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji bo li dijî Naziyan were bikaranîn pergala şîfrekirina peyaman îcad kir û di sala 1941’ê de patent girt. Piştî 20 salan ev pergal hat bikaranîn. Di dema destpêka şer de, ji bo spektumên ragihandinê (pêlên radyoyê) teknîkek îcad kir. Ji bo korîdorên binê deryayê ber bi hedefên xwe ve rast biçin, teknolojiya ku ji 12 ve li keştiya dijmin dixist îcad kir. Îro ev bingeha teknolojiyên ragihandinê yên bi kablo ne. Ger hûn îro Wî-Fî yan jî ragihandinek bê kablo bi kar tînin, hûn deyndarê serlîstikvana fîlmên Samson û Dalilâ û Lady of the Tropics Hedy Lamarr in û divê hûn jê re spas bikin. 
Mary Anderson: Malişteka wesayîdê
Di salên 1900’an de ajokarên wesayîdan dema berf û baran dibariya, caman hilm digirtin, neçar bûn li serê her kolanê wesayîdên xwe bisekinandana camên wan paqij bikirana. Mucîda Amerîkayî Mary Anderson dema ku di 18’ê hezîrana 1903’yan de malişteka wesayîdê îcad kir, bi hinceta ku dê bala ajokaran belav bike, heta deh salan patent negirt lê di encamê de her kesê bi kar anî. Maliştekên camên pêş ên ku ji nava wesayîdê bi wasiteya milek dihatin bikaranîn, di gelek modelên kevn ên wesayîdan de hat bikaranîn. Malişteka wesayîdê ya bi cereyanê dixebite jî di sala 1917’an de ji aliyê jinekê ve hat çêkirin.
Dr. Grace Murray Hopper: Kompîtora pêşîn a mezin 
Zanyara Amerika New Yorkê,  zanista kompîtorê, matematîkvan û tumamîral a jin bi navê “Dayika kompîtorê” tê zanîn û navdar e. Piştî şerê cîhanê yê 2’yemîn, di encama xebatên ku li Zanîngeha Harvardê kirine li ser pêşxistina kompîtora bi navê IBM-Harvard Mark 1 xebitiye. COBOL a ku nivîsê vediguherand kodên kompîtorê, bernameyên sazkirinê yên destpêkê bi pêş xist. Navê “Bug” ku li şaşiyên nivîsê hat kirin jî cara pêşîn ji aliyê Dr. Grace Murray Hopper ve hat bikaranîn. Xelata Teknolojiya Neteweyî jî di nav de gelek xelat girtin û ji 30 zanîngehan doktoraya fexrî girt.
Josephine Cochrane: Makîneya firaqşûştinê
Josephine Cochrane, jineke dewlemend bû lê xizmetkarên wê çiqas baldar bûna jî dîsa amûrên wê yên malê yên giranbiha tebeq, şûşe û yên bi vî rengî kevn dibûn dişkestin. Ji ber vê yekê, wê bi xwe dest bi şûştina firaqan kir lê dûre fikirî ku rêyek ji vê re bibîne û di encama lêhûrbûnê de makîneya firaqşûştinê îcad kir. Josephine Cochrane, seleka firaqan a ji têlê çêkiribû, bi çerxa ku di nava qazanê de hatiye bicihkirin ve girêda. Dema ku motorê vê çerxê gerand, ji binî ve jî ava germ a bi sabûn direşand û firaqan dişûşt. Josephine Cochrane, a bi vê yekê navdar bû, dest bi karê xwe kir, makîneyên firaqşûştinê hilberand û firot otêl û restoranan.
Marion Donovan: Potên bebekan ên yekcarî tên bikaranîn
Jina malê Marion Donovan, ji bo jiyana li malê hêsantir bike, cihê ku gelek tiştê pê ve tên daliqindin, benê ji bo diranan, û ji bo bi hêsanî ferûara paşiya kincan were girtin jî di nav de gelek tişt îcad kirin û patenta xwe girt. Wê zoriya xwedîkirina zarokan dîtibû û ji bo vê yekê hêsantir bike kûr difikirî. Destpêkê, potên zarokan ên avê derbas nakin û av ji wan nayê îcad kir û di sala 1949’an de bi navê Boaters dest bi firotina vê kir. Dema ku sal bû 1961 jî potên avê derbas nakin û tenê carek tên bikaranîn hilberand û vê jî bi navê Pompers patent kir.
Ada Byron Lovelace: Bernameya pêşîn a kompîtorê  
Ada Byron Lovelace, ya di serdema arîstokrasiyê di hatibû cîhanê,  bi xebatên xwe yên di sedsala 19’emîn de bingehên şoreşa kompîtorê ya di sedsala li pêş de dest pê kirî ava kir. Notên wê yên der barê motorê de, ji bo avakirina makîneyek, algorîtmaya pêşî hatiye nivîsandin e. Ji ber vê yekê li gorî qenaeta giştî, ew di cîhanê de bername çêkera kompîtorê ya yekem e.