"Çareseriya vê pêvajoyê li cem Rêber Apo ye"

Jinên kantona Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan dan û gotin: "Çareseriya pirsgirêk, nakokî û aloziyên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li Gireva Îmraliyê, li cem Rêber Apo ye."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di 15`ê Sibata 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de hat girtin. Ji wê demê û heta niha Rêber Ocalan di girtîgeha tekane ya girava Îmraliyê de di bin şert û mercên îşkenceyê de dijî. Dewleta tirk di 2011`an de Rêber Apo girt bin tecrîdê û êdî pêwendî bi malbat û parêzeran re qut bû.

Jinên ji kantona Kobanê destnîşan kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bingehê polîtîkayên tunekirina gelê Kurd e û rewşa tecrîdê ya tê mêşandin polîtîkayên li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin destnîşan dike. 

"Dijmin jî Rêber Apo nas dike, ji ber vê hevdîtinan qedexe dike"

Sîham Mustefa têkildarî qedexekirina dewletê, hevdîtinên malbat û parêzeran wiha got: "Weke tê zanîn ev 23 sal in Rêber Apo di encama komployeke navdewletî de di girtîgeha Îmraliyê de ye girtî ye. Dewleta tirk û hêzên hegemon fikirîn ku wê bi girtina Rêber Apo re bîroziya azadiyê û gelê Kurd tune bibe. Lê serok û me weke gel jî nîşan da ku girtîgeh nikarin me qir bikin û ji holê rakin. Ji ber vê em dibînin ku di dirêjahiya van 23 salan de tu rêbaz û hewldan neman û van hêzan nekirin da ku pirojeya Rêber Apo têk biçe. Ji lewre Êrîşên niha li ser Kurdistanê bi rewşa li girava Îmraliyê ve girêdayî ne. Em çiqasî jî Rêber Apo nas dikin û dixwînin, dijmin jî ewqas nas dike û dişopîne. Ji ber vê ew dizanin çareseriya pirsgirêk û krîzên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê li cem Rêber Apo ye."

"Rêber Apo em derbasî pêvajoyeke dîrokî kirin"

Her wiha Cîhan Mustefa bandora Rêber Ocalan li ser rewşa Kurdan wiha anî ziman: "Têkoşîna Rêber Apo rizgariya gelê Kurd bû, Kurd êdî ber bi qirkirinê re ve diçûn. Ji ber vê Rêber Apo bi bîrdoziya ku ji me re pêşkêş kir, em li hebûn, nasname, çand, ziman, dîrok û erdîngariya xwe vegeriyan. Bi taybetî jî weke jin, heger Kurd deh caran hatibûn asîmîlekirin jin hezar carî hatibûn pişaftin. Ji bo vê Rêber Apo ji bo me jinan gelek cuda û bi wate ye. Mirov dikare bibêje em bi saya Rêber Apo derbasî pêvajoyeke dîrokî bûn û em heyfa sedsalan di roja îro de digrin. Em îro li Rojavayê Kurdistanê bi kurdewariya xwe ya resen dijîn."

"Rêber Apo li Tirkiyeyê girtiye lê li gel me di nava me de ye"

Cîhan Mustefa êrîşên li ser Kurdistanê tên kirin analîz kir û wiha domand: "Dewleta tirk û hêzên komploger dixwazin em weke Kurd vegerin dema berê, me bê ziman, welat, ax, hebûn û nasname bikin. Me ev gotin berê jî gotiye û em ê her dem jî dubare bikin da ku dewleta tirk têbigihîje, em ne Kurdên serdemên berê ne. Em Kurdên demê ne ku me xwe bi bîrdoziya Rêber Apo bihêz kiriye. Me tirs, gef, lîstok û şerên van hêzan derbas kiriye û êdî tu tişt me paş ve venagerîne. Dewleta tirk dixweze projeya xwe ya Osmanî bi qirkirina Kurdan pêk bîne lê projeyên me jî hene ku em Rêber xwe fizîkî azad bikin û Kurdistanê bikin yek. Em li ser vê bingehê têdikoşin, ji ber vê Rêber Apo li cem Tirkiyeyê di girtîgehê de ye lê li gel me di nav me de ye. Ji îro û şûn de jî em desthilatdariya tu hêzan qebûl nakin û em ê  heta dawiyê li ber xwe bidin."