30 sal in bi hesreta gundê xwe dijî

Nedîma Îsal ku ji gundê xwe ya Bêdawê ya girêdayî Şemzînanê bi darê zorê hat derxistin, ev 30 sal in bi hesreta gundê xwe dijî. Nedîma Îsal diyar kir ku li cihê xaniyên wan ên hatine şewitandin 5 qereqol hatin avakirin û dibêje daxwaza wê vegera gundê xwe

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Li herêmê di salên 90'î de bi hinceta "ewlehî" bi hezaran gund hatin valakirin. Bi taybetî valakirina gundan yên li bajarên wekî Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed û Sêrtê hatin jiyîn, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û neçar man berê xwe bidin metropolan. Dema gundên hatin valakirin hatin şewitandin û wêrankirin, gundiyên ji koçberkirinê re neçar man, bi salan neçar man ku ji axa xwe cuda bijîn. Piştî li ser van bûyeran salan derbas bû, li hin gundan bi rakirina rêveberiya awerte ya derbasê jiyanê bû, veger hatin jiyîn. Li Colemêrgê ku li gorî cihên din hin kêmtir verger hat jiyîn, bi dehan gundên ku di salên 90'î de hatin valakirin hin jî qedexe ye. Welatiyên ku dixwazin biçin gundên qedexekirî bibînin jî ji aliyê cerdevanan ve li midûriyeta polîsan tê gilî kirin.

Li şûna xaniyên hatin şewitandin qereqol hatin çêkirin

Yek ji cihên ku li bajêr qedexeya çûyîn-hatin berdewam dike, Gundê Bêdaw ya Şemzînanê ye. Gundê ku di sala 1993'an de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat şewitandin û valakirin 30 sal e qet veger çênebû. Li gundê ku li sînorê Iraqê cih digre de, li şûna xaniyên hatin şewitandin 5 qereqol hatin çêkirin. Li gundê ku tevî bi fermî qedexe tune ye jî çûyîn tê astengkirin, ji xeynî xaniyên di sala 1993’an de hatin xerakirin û qereqolan tiştekî tune ye.

Bi zorê ji gund hatin derxistin

Dema gundiyên ku dixwazin biçin gundê ku qereqol hatine çêkirin tên gilîkirin, rêyên welatiyên ku dixwazin vegerin gund û xanî avabikin çêkirine jî tê xera kirin. Nedîma Îsal, anî ziman ku ji roja gundê wê hatiye şewitandin heta niha jiyaneki koçberî didomînin, diyar kir ku ev 30 sal in bi hesreta gundê xwe dijî. Nedîma Îsal a diyar kir tevî temena xwe ya mezin roja ku ji gundê xwe hatine derxistin qet jî  bîr nake, da zanîn ku leşker û cerdevanan malên li gund şewitandine û bi darê zorê wan ji gundê derxistine. Nedîma Îsal a got tevî ku demê derbas bûye jî ji bilî wan her kes vegeriyane gundên xwe û mal çêkirine, diyar kir ew ji bi gotina “qedexe ye” ji gundê xwe re nayên girtBi zorê ji gund hatin derxistin.

“Her tiştê li gund şewitandin”

Nedîma Îsal anî ziman ku ew dixwaze bi zarokên xwe re vegere gundê xwe û li wir bijî, wiha got: “Kêliya ku em ji gundê xwe derketin tê bîra min. Dema leşkeran gotin derkevin, em dernekevin, her tişt şewitandin. Li gund kes nema. Hinek çûn bajaran, hinek çûn Wanê, hinek jî çûn gundên din. Gundê me wê demê g bi gotina ‘şer heye’ hat şewitandin. Em wê demê şundê bûn koçber. Ez 30 sal in li derveyî mala li cihên cuda dijîm. Ez bi salan e koçber im.”

“Gundê me 30 sal in qedexe ye”

Nedîma Îsal amaje bi wê yekê kir ku şerê beriya 30 salan berdewam dike û got, “Em li dijî qedexe û şeran hê jî doza gundê xwe dişopînin. Ev şer bi dawî nebûye.Kesên din vedigerin gundê xwe û xaniyan çêdikin û li wir dijîn. Lê ji ber ku gundê me li ser sînor e hîn jî qedexe ye. Li gund niha ji bilî mirovan her tişt heye.Qereqola polîsan û xaniyên wêranbûyî hene. 30 sal in min gundê xwe ne dîtiye ji ber ku qedexe ye. Li cihê ku divê em lê bin, leşker hene.”

“Heke niha bêjin here, ez ê bêyî bifikirim biçim”

Nedîma Îsal a niha li navenda Şemzînanê dijî, diyar kir ku piştî gundê wan hat şewitandin jî dewlet rihetî nade wan.Nedîma Îsal a dest nîşan kir ji bilî koçberkirinê, bi girtin û zextan re jî têdikoşin, heri dawî wiha got: Ger niha jî bêjin here gund ez ê tavilê herim. Ez zivistan jî havînê jî bêriya gundê xwe dikim. Lê gundê min li min hat qedexe kirin. Zarokên me carna ji bo mêzekirine diçin, lê derbarê zarokên me gilî dikin. Yekane daxwaza me vegera gundê xwe ye.”