Recoya Efrînê bi destan xweşikbûn û baweriya olî navdar e

Navçeya Reco ya Efrînê bi bedewbûna xwezaya xwe, bi vegotina destanên çiyayên xwe her wiha bi baweriya xwe ya olî bi nav û deng e.

HESNA MIHEMED

Şehba- Reco navê wî yê resen “Reca” ye ku navekî Kurdî ye û carna ji "Receb" hatiye gotin û tîpa "O" jî weke amûrek nêr e. Reco niha bajarokek mezin û navenda navçeyê ye. Li bakurê rojavayê bajarê Efrînê bi dûrahiya 25 km. dikeve û riya hesinî ya Reco- Meydan Ekbes tê de derbas dibe. Her wiha stasyonek trênê ya girîng heye ku ji serdema Osmaniyan maye û ji her alî ve bi çiyayên daristanî hatiye dorpêçkirin. Xaniyên wê li ser xêzeke kilsinî ya 585 metre bilind e, bi nermî ber bi rojava ve ber bi deşta Palia ve diçe. Niştecihên wê bi çandiniyê bi taybetî çandiniya zeytûnan kar dikin û her cure dexl di zeviyên biçûk de diçînin.

Destanên navçeya Recoyê

Reco wek her navçeyê, li Efrîna rengîn bi zengînbûna cihên xwe yên dîrokî tê nasîn. Cihên kevnar ên herî navdar di navçeyê de çiyayê "Kevirê Ker" ku ev weke destan di nava şêniyên navçeyê û herêma Efrînê tevahî de belav bûye. Li gorî welatiyên navçeya Recoyê ev çiya bi vê navê hatiye pênasekirin ji ber ku dikeve milê bakur û rojava. Ger mirov li aliyek wê be çiqas qîr û bang bike milê din dengê wê nabihîse lewre bi navê Kevirê Ker hatiye binavkirin. Di heman demê de Kevirê Bûkê jî li navçeyê tê peydakirin ew jî weke cîrok di nava şêniyan de hatiye vegotin ku jinek di roja daweta xwe de nedixwest bi wî mêrê re bizewice dema ku bûk bi hespê xwe gihîşt ber wî kevirî bi laveyan got: "Bila bibim kevir lê nebim qismeta wî mêrî" di cih de ew jin bû kevir lewre bi navê Kevirê Bûkê tê nasîn. Yanî ev tişt hemû tê wateya ku Reco çiqas xwedî dîrokên kevnar e.

Cihên dîrokî û piştî dagirkeriyê wêrankirina wan

Li kêleka van cihên kevnar ku me anîne ziman, 8 cihên dîrokî yên din hene li gorî belgeyên Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Cihê Bîra Cûbana, Girê Hebişko, girê Hesen Nasir, Girê Elemdara, girê Qebê, girê Qewaqa, girê Kişûr û cihê dîrokî yê Elîbîskê. Piştî dagirkeriya dewleta tirk herêma Efrînê weke her navçeyê, Recoyê jî para xwe ji dagirkeriyê girt û hemû cihên dîrokî û şûnwarî bi armanca tunekirina koka herêmê ya dîrokî, wêran û talan kirin. Di cihê dîrokî yê Elîbîskê de tabloyên mozayîk hatin vedîtin lê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatin dizîn.

Emîra Bekir ku ji xelkê gundê Hec Xelîl ê navçeya Recoya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku niha li navçeya Til Rifet a Şehbayê bi cih bûye ji ber dagirkeriya dewleta tirk li ser Efrînê ji me re di hevdîtina xwe de qala bedewabûn, cihên olî, çanda navçeya Recoyê kir.

Bedewabûna wê bi çiya û çeman tê nasîn

Emîra Bekir behsa bedewabûna navçeya Recoyê kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Reco bi bedewabûn û xweşikbûna xwezaya xwe dihat nasîn. Em sibehê radibûn bêhna xwezayê li her deverê belav bibû. Em bi dengê çûk û pez ji xewê şiyar dibûn. Cudabûneke Recoyê li cem me heye. Serê sibehê her welatiyek berê xwe dida nava karê xwe. Taybetmendiya Recoyê bi çandina hemû cureyên fêkî û sebzeyan navdar e. Seranserî salê gel berhemên xwe diçandin. Reco ji me re weke bihuştek xweşik bû. Bi çiya û deştên xwe tê nasîn. Di nava Recoyê de çemên bi navê Betman û Reş derbas dibin. Şêniyên Recoyê bi hezkirina xwe ya ji hev re li pêş bûn. Bi derketina çirûska şoreşê re Recoyê xwe teslîmî vê şoreşê kir û weke zarokên xwe xizmeta wê kir."

Baweriya gel bi ziyaretên olî hebû

Reco bi cihên xwe yên dîrokî û kevnar li gel welatiyên Efrînê dewlemend e. Emîra Bekir bal kişand ser wan cihên olî û dîrokî û wiha pêl da gotinên xwe: "Li Recoyê ziyaretên olî gelek in ji wan ên sereke ziyareta Mihemed Elî, Şêx Mûsa û ev ziyaret bi navê Kêlşîrê dihat nasîn ji bav û dayikên me ve ev nav lê hatiye kirin yanî jinên ku zarokên xwe dimijandin ji bo ku şîrê zarok têra wan bike diçûn ber vê ziyaretê laveyan dikirin, axa ziyaretê dixwarin û li ber wê xwîn dirijandin. Ziyareta Mihemed Elî jî bi nav û deng bû, welatî ji gundan dihatin salê carekê qurban li ber vê ziyaretê serjê dikirin. Xwarinên xwe li ber ziyaretê amade dikirin û bi sedan kesan ji vê xwarinê dixwarin. Ev ziyaret ger baweriya te pê hebûya jinên ku zarokên wan çênedibûn diçûn gel wê û miraza xwe dixwestin ku Xwedê zarokekê bide. Carek ev bûyer di serê min de jî derbas bû, jinek Ereb ji bajarê Humusê yê Sûriyeyê hatibû ber ziyareta Mihemed Elî ji bo ku zarokên wê çêbibe û di rastiyê de xwedê kurek da wê, qurbana xwe li ber ziyaretê serjê kir û li kesên feqîr belav kir. Ev hemû cihê baweriyê ye. Li gel ziyareta Şêx Mûsa jî me miriyên xwe li wir oxir dikirin, ji ber ku cihekî bi bereket bû. Çiyayê Kevirê Ker jî çiyayek bilind bû, li ser wê çiya agir dihat pêxistin weke sembolek."

Yek ji xwarinên kevnar Qabilme

Şêniyên navçeyê bi cilên folklorî û çêkirina xwarinên kevnar her dem hewl didan parastina çanda xwe dikirin. Emîra Bekir diyar kir ku heya vê kêliyê xelkê Recoyê parastina çand û hebûna xwe dike û got: "Welatiyên Recoyê her dem hewl didan parastina çand û hebûna xwe bikin. Bi taybetî di warê xwarin û bergkirina cilên folklorî. Di heman demê de hefteyê carekê gel xwarinên xwe yên kevnar amade dikirin ji bo ew zindî di nava civakê de bimînin. Weke xwarinên sembûsek, kutayî her wiha xwarinek cuda û navdar a navçeyê heye ew jî xwarina Qabilme ye ku tenê xelkê vê navçeyê vê xwarinê amade dikin, bi nanê genimî û kuşt dihat amadekirin. Dema ku xwarina Kutayî dihat çêkirin jî li cîranan dihat belavkirin. Her wiha nanê bi rûn jî amade dikirin."