Di baweriya Êzdayetiyê de şopên resen

Êzidayetiya ku xwedî çand û kevneşopiyên qedîm e bi hezaran salan e civak xwe bi wan rîtuelan li ser piyan digre.

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengal – Di civaka Êzidî de di roja îro de kevneşopiyên ku xwe dispêrin dîroka kevnar a hezaran salan hene. Di dîroka mirovahiyê de her bûyereke xwezayî, her tevgerekî gerdûnê bi wateyan ve dagirtî ye. Li gel civakên xwedî çandeke bi hêz, kevnar û xwedî baweriyeke xurt ev wate hebûna xwe tu carî ji dest nade. Rê û resmên civakekê dema ku her dem bên jiyîn, dikarin zindîbûna xwe biparêzin û hebûna xwe berdewam bikin. Di civaka Êzidayetiyê de jî şopên çanda herî kevnar ên civakî û rê û resmên wê hene.

‘Heyv perde digre’

Me duh şahidiya yek ji kevintirîn kevneşopiya civaka Êzidî kir. Li gorî çand, bawerî û kevneşopiya resen a civaka Êzidî dema ku heyv were girtin ango pêşiya beşekê ji wê bê girtin wiha nav lê dikin wisa tê qalkirin; “Heyv perde digre” mirovê ku destpêkê vê bibîne, hêviyeke xwe dixwaze. Beroş û kevçiyek tînin da ku deng derbixin.

Zarokên ku meha xwe tije kiribin bi wê teniya beroşê nîşan dikin. Teniya binê beroşê li eniya zarok dixin, weke ku bi ya mehê nekeve. Desmalekê şil dikin û pêşberî heyvê radixin. Wê desmalê sê caran radixin, her sê cara ku zuha dibe tê şilkirin û radixin.

Şerê li dijî tarîtiyê

Ev kevneşopî ji berê ve heye lê berê avêtina guleyan tunebû, zêdetir bi beroş û kevçikan deng derdixistin. Di rastiyê de dikare werê gotin ku şerekî bi tarîtiyê re ye. Hemû civak wisa bawer dike ku bi derxistina deng, wê ew heyv neyê girtin. Ji ber wê jî di her malekê de, di her kolanê de kesên ku vê yekê dibihîsin bi derxistina deng beşdarî wê baweriyê dibin.  

Di şeva 28’ê Cotmehê, seat 11: 30’an de beşeke biçûk a heyvê reş bû. Dengê ku hatin derxistin ji hemû cihê dihatin bihîstin. Dû re ji tevahiya Şengalê dengê guleyan, bi kevçika lêdana beroşê û hwd. hat. Dengê ku dihat derxistin weke rîtmeke muzîkê bû. Em bi vê kevneşopiyê re dîsa bûn rêwiyên dîroka kevnar û resen a civaka Êzidî.