Şeva ku li ser hemû şevan digere: Şevberat

Yek ji cejnên herî kevnar ên civak Êzidî Şevberat e. Di vê şevê de rêûresmên baweriya Êzdayetiyê tên pêkanîn. Şeva din li Şengalê hemû Êzidî bi hev re şevberata xwe girtin û heya sibehê hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.

CÎLAN ROJ

Şengal – Di çanda civaka Êzidî de di şeva Şevberatê de ji aliyê oldar û ruhaniyên civakî ve li perestgeha Laleşa Nûranî gelek qewl, beyt û dia tên gotin û merasîmek taybet pêk tê. Di şêva Şevberatê de xizmetkarên Laleşa Nuranî beratê (bi axa ku li ber Laleş û ava zimzime ango kaniya spî tê amadekirin) çêdikin. Êzidiyên ku diçin li ber Laleşa Nuranî ji xwe re beratê dibin malên xwe da ku xêr û bereketê bi xwe re bîne.

Weke her demê divê ferdên Êzidî di vê şevê de jî xwe ji tevahî nebaşiyan dûr bigrin, kesek ji mal, gund û bajarên xwe dûr nakeve. Her kes êvarê li cem hev kom dibe û bi hev re şevberatan digre. Di Şevberatê de kesek xew nake û şevberat heta berbanga sibê didome. Lê yên bixwazin xêra xwe mezintir bikin û yên ku bikaribin divê hem şevberatê bigrin, hem jî sibehê heta roj diçe ava xew nekin.

Wateya Şevberatê

Roja cejna Şevberatê her sal bi xweza û guherîna werza salê, heyv û asîman tê hesabkirin. Ji ber vê yekê Şevberat li ser tevahî rojên salê digere û di her rojek cuda ya salê de tê pîrozkirin.

Civaka Êzidî şêva Şevberatê pîroz dibînin, ji ber ku di vê evarê de berata civaka Êzidî hatiye çêkirin. Ji ber vê divê hemû kesên Êzidî heta serê sibê şiyar bimînin. 

Ji aliyê din ve jî di şeva cejna Şevberatê de mirovên temenê wan mezin di malekê de kom dibin, çîrok û serpêhatiyan vedibêjin. Ciwan û zarokên Êzidî jî kom dibin, govendê digerînin, kêf û şahiya xwe heta serê sibê pêk tînin. Şevberat bi derketina rojê û zelalbûna dinyayê bi dawî dibe.

Duh şev li Şengalê hemû Êzidiyan bi hev re şevberata xwe girtin û heya sibehê hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.

‘Şeveke giran û pîroz e’

Em jî ji bo ji nêz ve şopandina vê şevê û fêrbûna pîrozbahiya Şevberatê bûn mêvanên mala dayika Xoxê Feqîr. Di dema mêvandariya Şevberatê de Xoxê Feqîr wiha behsa şevê kir: “Şevberat şeveke gelek pîroz e û li ser hemû şevan e. Em rojek beriya wê hemû tiştên xwe amade dikin weke cejneke mezin. Di vê şevê de em xêra miriyên xwe û şehîdên xwe derdixin. Milet diçe mêvandariya hev, diçin derve û parkan digerin, kêfxweşiyê dikin. Her kes stranan dibêje û dîlanê digre heta sibehê. Piştî roj derket dinya zelal bû her kes radikeve lê hinek kes ranakevin bi roj jî xew nakin. Ji Şevberata êvarê re dibêjin Şevberata Şêx Hesen û ya sibehê jî yê Şêşims e. Hinek kes hene herduyan jî digirin û xew nakin. A rast êvara Şevberatê êvareke giran e. Li gorî êvarên din xewa mirov tê. Xew dikeve çavên mirov, mirov giran dibe. Di vê şevê de zarok diçin derve, li kolan û parkan digerin. Weke eydên din tên serdana hev û rojek beriya wê jî diçin ser gorên mirî û şehîdên xwe. Lê sibehê li Laleşê beratan hişyar dikin xilmet û beratan çêdikin. Her sal roja beratê diguhere, ji bo di hemû dem û demsalan de şev berat bête girtin. Vê êvarê jî eyd e û sibe jî eyd e. Îda êvarê yê Şêx Hesen e û îda bi roj jî ya Şêşems e.”

‘Em bi van rêûresman Êzidî ne’

Dayê Xoxê di axaftina xwe de destnîşan kir ku sed ferman jî li serê wan rabin ew ê dev jê rêûresmên xwe bernadin û bernedane jî û ev tişt got: “Di sala fermanê de jî me rêûresmên xwe pêk anî. Em bi çiyayên xwe Êzidî ne? Em bi van rêûresman Êzidî ne. Zor û zehmetî hene lê çi bibe jî em dev ji rêûresmên xwe bernedin. Hêvî ji xwedana vê êvarê, xwedana Şevberatê, Şêx Adî û melekê Şêx Hesen dikin ku halê me, dost û xêrxwazên me bipirse. Heke kesek qencî li me kir divê neyê jibîrkirin. Tê bîra min bavê me ji me re digot heke kesek qencî bi we re kir ger ji we hat jê re bikin ger emrê Xwedê kir jî qenciya wê heyfê bibin û bi zarokên wê/î bikin.”  

Yek ji kevneşopiya vê şevê ew e ku tembûr ango saz tê lêxistin. Zarokê bi navê Dilşad Feqîr ango zarokê fermandara YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de jiyana xwe ji dest da, li sazê dide.

Di vê şevê de herî zêde zarok li kolanan şeva xwe bi lîstik û kêfxweşî derbas dikin. Gelek zarokan hêviya xwe anî ziman û gotin divê miletê me vegere ser cih û warê xwe. Gelek ji wan kêfxweşiya xwe bi gotina stranan parve kirin em jî bûn mêvanê dengê wan ê xweş ê di wê şevê de bilind dibû.