Çîrokek ji qêrîna fermana 74’an: Min ji porê te yê bi hine hêlîn çêkir - 1

Gelekî bifikirin ku li ser axa pîroz, baweriyên xwe yên kevnar hembêz kiriye û ji bo hebûnê ango dijberiya tunebûnê bedelên mezin daye. Bêrîtan Şengalî ya yek ji endama wê civaka qedîm e, çîroka xwe ya ji qêrîna fermana 74’an ji me re qal kir.

ROJBÎN DENÎZ 

Şengal – Dema fermanê çûk li ser erda ku bi xwînê hatibû xêzkirin, li gel êşa qêrîn, hewar û fîganên jin û zarokên li esmanan bilind bûne difiriyan. Qêrîna dayikan li rûyê wan ketibû û xwe li erdê danenîbûn. Bêhna xwînê û mirinê xwe li baskên wan dabû. Bi çav û dilê wan xwe di nava werzeke ji êşê de derbas dibûn. Tişta ku bi çavên xwe dîtibûn, ne dişibiya mirinê û êşên ku berî niha dîtibûn.

Ferman ne tenê di kêliyên zilmê de, dema ku leşkerên xwe vekişand, bi bandora ku li pey xwe hiştin mabû, her tişt pir û pir xirab bû... Çûkên ku li ser wê axê xwarina xwe girtibûn devê xwe, li ser darên ku bêhna xwînê ji wan dihat lîs bûbûn. Dema ku baskên xwe li asîman vekiribûn û ji aliyek diçûn aliyek, bûbûn şahidên kuştiyên ku li nîvê rê hatine hiştin, kesên ku bi hewar diqîriyan. Ji dilê xwe wiha gotibûn; “Xwezî di destên min de bûya, min hemû kesên di nava zilmê de bikişandiba asîman, min wan hilgirta û bibira cihên dûrî zilm û hovîtiyê.” 

Bû şahida fermanê

Ji hemû tiştên qewimîn re çûkên difiriyan, ax, asîman û Bêrîtan a bi bedena xwe ya biçûk di tunela teng de xwe veşartibû şahidî kirin. Fermanê hemû cihên Şengalê serûbinî hev kir û herî zêde li Sûka Kevin û Sûka Nû bê wext qewimîbû. Bêrîtana ku sê rojan li wir asê dîmine, bû şahida tiştên wisa ku tu carî nayên jibîrkirin. Bêrîtan di temenekî pir ciwan de tevli hestên hevpar ên dayikên civaka Êzidî bû. Li pitika xwişka xwe ya yek salî û nîv xwedî derket û jê re dayiktî kir. Ji bo Bêrîtanê ji me re behsa sê rojên ku bê bêhn mabû bike em çûn ba wê. Ji bo ku ez berxwedan û têkoşîna wê hîn bibim û ji bo dema lê guhdarî dikim, wan kêliyan bijîm û bi wê re wan kêliyan hîs bikim diçim gel wê.

Ji bo hemû jinan bû şervan

Bêrîtan, piştî fermanê rê dibîne ji jiyana xwe re. Unîformayên YJŞ'ê yên ku li xwe kiribûn, wê birine şerê ji hestan ên hevpar ên dayikan, dilgiraniya hemû jinên Êzidî û hembêzkirina hêrs û êşa wan a hevpar. Bêrîtan dema cihên ku di nava çeteyên DAIŞ'ê de maye yek bi yek nîşan dide û behsa tiştên jiyaye dike, wek dayika hemû zarokên Êzidî, mexrûr û serhişk e. Hemû kêliyên jiyaye, bi awayek ku pêş çavên mirov zindî bike vedibêje. Di hemû pênaseyên wê de hestek kûr ku nayê jibîrkirin veşartiye. Di bejna xwe ya navîn û bedana xwe ya nazik de dilê jineke mezin bi cih dike û bûye şervana civaka xwe, ya axa ku lê dijî. Dema ku behsa fermanê dike her hûrgiliyek bi îfade û helwestên xwe diyar dike û vedibêje. Her kesê ku lê guhdarî dike, ber bi roja fermanê û hemû jinên ku ew roj lê wê hatine girtin ve diçe.  

“Li gel me hemû zarok zû mezin dibin”

Bêrîtan bi gotina “Navê min Bêrîtan Şengalî ye” dest bi axaftina xwe dike û wiha berdewam dike: 

“Ez ji navenda Şengalê me. Dema DAIŞ’ê cara yekem êrîş kir ez li Şengalê bûm. Em li Şengalê malbateke mutewazî û di halê xwe de bûn. Zextên civakê û zext û tirsa ku gundên Ereb ên li derdora me li civaka Êzidî dikirin herî zêde bandorê li me jinan kirin. Ji ber vê yekê, min zarokatiyek ku xwedî bîranînên xweş be nedît. Ez pir zû mezin bûm. Li gel me hemû jin pir zû mezin dibin. Pir zêde derfeta me tune ye ku em zarokatiya xwe bijîn û bi ruhê zarokatiyê bimînin. Ez jî wisa bûm bêyî ku zarokatiya xwe bijîm, min xwe di nava derdên mezin de dît. Rojên ku ez li taxa lê dijîm di nava lîstikên zarokan de bûm wisa hindik û kurt bûn ku ez wan di xeyalên xwe de wek xewnan dibînim. Dibêjin mirov mezin bibe jî zaroktiya wê di hundire wê de dimîne. Min jî her dem ev yek hîs kir.”

Min di navbera deriyan de dinihêrî û ji xwe re digot gelo dê çi bibe”

Bêrîtan tîne ziman ku zarokên Êzidî her dem bi çîrokên fermanan mezin bûne lê dide zanîn ku tu caran mezinên wan ji wan re hûrgiliyên fermanan venegotine. Bêrîtan dibêje ku herî zêde ji êşên piştî fermanê hatine jiyîn agahdar dibin û dibêje: “Kes zêde nizanibû di fermanan de çi diqewimîn û mirovan çawa xwe diparast. Ji me re çîrokên tirsnak ên ji çiyayên Şengalê heta deştên wê dirêj dibûn, dihatin vegotin. Me jî tiştên ku dibihîst li ber çavên xwe zindî dikir, xwe di nava fîlmek de didît. Carna çîrok di asteke wisa de bûn ku aqilê me nedigirt di vê serdemê de zilmeke wiha çêbibe. Wek dîmenên fîlmên ku me ji dûr ve lê dinêrî li ber çavên me zindî dibû. Me digot qey bapîr û dapîrên me di bin bandora fîlmek de mane û ji me re qala wan tiştan dikin. Piştre, ji nîvê meha heftan heta destpêka meha heştan, gotinên ‘wê DAIŞ êrîş bike’ dihatin gotin. Ez hê zarokek 14 salî bûm. Min bi dizî di navbera deriyan de guhdarî dikir ji xwe dipirsî digot gelo dê çi bibe. Ev yek dişibiya rewşa ku di qulikek piçûk de li fîlm temaşe bikim. Belkî her tişt fîlmek bû, her tişt ji berê ve hatibû amadekirin û dîmen dihatin kişandin.”

“Diviyabû hemû Êzidî û Êzidayetî bihata parastin”

Bêrîtan dibêje ku roja fermanê hemû kes di saetên sibê de reviyaye çiya û dide zanîn ku kesek wan biparezê tune bûye.

“Gotina ‘ji çiya pê ve bi tu kesê bawer neke’ şîreta mezinên me bû ji me ra. Kesên ku me biparêzin nemabûn. Pêşmergeyên PDK'ê yên ku derdora me dorpeç kiribûn û gotin; "Em ê di her rewşê de we biparêzin" jî reviyabûn. Ji bo Êzidiyan ji bilî me tu kesê me tunebû. Tevî ku her carê bi rûyê faşîst ê demê êrîş kiribin jî civakbûna me ya ku hê zindî mabû, ji xwe re bû alîkarî û her kesê bi awayekî bi tirs hewl dida alîkariya hev bike. Divê hemû Êzidî û Êzidayetî bihata parastin, ji bo vê jî hemû kes bibûn yek dil û can û jiyana hev rizgar dikirin. Hemû Êzidiyan wê rojê bi yek dil, yek beden, yek êş û yek hêviyê xwe spartin çiyayên Şengalê.”

 “Me cara dawî li tiştên ku me li dû xwe hiştin dinihêrî”

Bêrîtan jî bi malbata xwe re ji navenda Şengalê heta Sûka Kevn diçe. Heta wê derê ji malbata wê her kes bi hev re bûye. Li pişta wê zarokê xwîşka wê hebû. Bêrîtan wan kêliyan bi van gotinan vedibêje: “Ez 14 salî bûm. Ez di temenekî biçûk de bibûm dayik. Min salek û şeş meh bû li wê mêze dikir. Hilgirtina wê zehmet bû. Ez ji aliyê fizîkî ve qels û lawaz bûm lê di bin tu şert û mercan de min dev jê berneda. Em bi gavên mezin carna jî bi bezdanê ber bi çiyayan ve diçûn. Piştre em ji Sûka Kevn derbas bûn û gihîştin lofayan. Em demekê li kendalek nêzî lofayan sekinîn. Me xwest em fêm bikin ka dê çi bibe. Bi rastî, me hemûyan cara dawî li tiştên ku me li dû xwe hiştibûn temaşe dikir û axîn dikişand.”

“Ne  pêkan e ku êdî ez careke din vegerim”

Bêrîtan diyar dike ku ji ber malên xwe zû terikandin tiştekî negirtin gel xwe û tiştên di destpêka rêwîtiya çîroka xwe de jiyaye, bi tirs vêdibêje.

“Ji ber ku em bi lez û bez ji malê derketin, me tiştek negirt gel xwe. Em bi fikra ‘Tiştek nabe, em ê êvarê dîsa vegerin’ derketin. Lê gava em gihîştin Sûka Kevn, me dît ku rewş ne wisa ye, hemû kesan bi dengekî bilind digotin ferman rabûye. Dema ku me ji lofayan berê xwe zivirand û cara dawî li Şengalê nihêrî, me dît ku di çavên her yekê ji me de rastiya dîtina fermanê hebû. Me ne cil û bergan, ne jî xwarinê girtibû gel xwe. Ya herî girîng jî zaroka gel min birçî bû û şîr dixwest. Min ji malbata xwe re got, ‘Zarok hildin, ez ê vegerim Sûka Kevn, dibe ku ez li wir şîr an jî tiştekî xwarinê bibînim.’ Min zarok da wan û bi gavên bezdanê ji lofayan hatim xwarê û min berê xwe da Sûka Kevn. Yên ku min di rê de dîtin digotin, ‘Tu diçi ku derê, ma tu dîn bûyî? Digotin, “DAIŞ ketiye hemû deverên Şengalê, ew ê te bikujin, neçe.” Min digot, 'Divê ez tiştekî xwarîne bibînim, zarok birçî ye, ne Şengalê ez ê biçim heta Sûka Kevn.’ Min li Sûka Kevn tenê mala mamê xwe nas dikir. Bi rastî, min ew jî bas nizanibû. Ez berê qet neçûbûm mala mamê xwe. Tenê carekê, dema ez derbas dibûm, ji dûr ve mala mamê min nîşanî min dabûn. Dema ku ez gihîştim Sûka Kevn, min di kolana navberê ya yekem de mala mamê xwe dît. Li ser min panîk, tirs û heyecan hebû û min mala mamê xwe yê ku qet neçûbûm, pir hêsan dît. Ew jî ji aliyekî ve min pir kêfxweş kiribû. Ez hêj baş negihîştibûm mala mamê xwe, ji nişka ve deng ji kolanên kêlekê bilind bû. Deng ber bi kolana ku ez lê bûm ve dihat. Min xwe avêt nav bexçeyê xaniyekî li kêleka mala mamê xwe. Êdî ne pekan bû ku dubarê vegerim.

Sibê:

Çîrokek ji qêrîna fermana 74’an: Min ji porê te yê bi hine hêlîn çêkir - 2                 

Li pişt dîwar, di qulekî biçûk de fermana li fermanê temaşe kir.