çand û hûner
-
Jinên Efganistanê ji bo hunera gravûre atolyeyan avakirin
Mallika Sedat û Soraya Sedat ku li Heratê bi hunera gravûrekê re mijûl dibin, ji bo perwerdeya zarokên keç ên ji ber qanûnên Talîbanê yên li dijî jinan nikarin diçin dibistan û zanîngehan, atolyeyek ava kirin.
-
Bi romanên xwe bal dikşîne ser pirsgirêkên jinan
Nivîskara Lubnanê Hebe Qutaish bi pirtûkên xwe, der barê jinan de balê dikşîne ser gelek pirsgirêkan û bi wan armanc dike ku di civakê de hişyariyê ava bike.
-
‘Tev-Çandê di parastina çanda pêkhateyan de roleke girîng lîst’
8’emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li Qamişlo hat lidarxistin. Jinên ji pêkhateyên cuda yên beşdarî konferansê bûn, gotin: “Tev-Çandê di parastina çanda pêkhateyan de roleke girîng lîst.”
-
Bi şoreşê re derfetê wan çêbû ku jêhatîbûna xwe pêş bixin
Bi piştgiriya navendên ku piştî şoreşê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin, gelek jinên ciwan derfet dîtin ku di warê çand û hunerê de hunera xwe pêş bixin. Jinan gotin: "Şoreşa Rojava derfet da ku em xwe bi pêş bixin."
-
Pîrozbahiya cejna Pîrşalyar bi dawî bû
Cejna Pîrşalyar ku li Rojhilatê Kurdistanê tê pîroz kirin, bi dawî bû.
-
Serpêhatiyên civaka xwe bi reqsa lîrîk derdixe ser dikê
Îzdihar Tahir ku ji zarokatiya xwe ve bi reqs û şanoyê re eleqedar e, bi performansa ku bi reqsa lîrîk amade kiriye serpêhatiyên gelê xwe vedibêje.
-
Koma Sketch bi xebatên xwe yên şanoyê hişyarkirina civakê armanc dike
“Sketch” komeke şanoyê ya înteraktîf e ku li çareseriyan digere da ku pêşandanên wê bibin beşek ji guhertinê. Jinên şanoger dibêjin ku bi awayekî komedî yan jî dramî, beşdarî pêşketina şanoyê dibin.
-
Derhêner Nûra Amîn: Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ne
Nivîskar û derhênera Misrî Nûra Amîn ku beşdarî Festîvala Derhênerên Jin a "Jasad" bû, der barê lîstiko şanoyê ya bi navê "Reqsa min" de axivî û wiha got: “Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ye û divê em wan veşêrin û ji wan netirsin.”
-
Li Hewramanê Cejna Pîrşalyar dest pê kir
Roja yekemîn a cejna Pîrşalyar li Hewremanê dest pê kir û sê rojan dê berdewam bike. Di cejnê de gelek rê resmên taybet tên lidarxistin, zarok ji bo komkirina şekir mal bi mal digerin.
-
Li Rabatê lîstika bi navê "Ji Ber Şer Jin Nîn e’ hat pêşkêşkirin
Di Festîvala Derhênerên Jin a Navneteweyî ya Jasad ku li Rebatê hat lidarxistin de ji aliyê Civaka Şanoyê ya Yewnanistanê "Mixabin" ve lîstika şanoyê ya bi navê "Ji Ber Şer Jin Nîn e” hat pêşkêşkirin.
-
'Divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin'
Jinên di qada hunera dikê de cih digrin diyar dikin ku bi awayekî xurt dixebitin û hebûna xwe nîşan didin û dibêjin ku divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin.
-
‘Cil û bergên kevnar wek belgeyeke di dîrokî de tên xwendin’
Sanbel Şoceyî ya ku ji bajarê Urmiyê ye qala parastina cil û bergên Kurdî kir û wiha got: “Di cil û bergên Kurdî yên çandî de ezmûnên bi hezaran salan hene ku nifş bi nifş hatiye ragihandin.”
-
Li Dîwandereyê ji bo jinan pêşangeha şêwekariyê hat vekirin
Şêwekar Semiye Xanî ku bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî pêşangeha şêwekariyê bûye dibêje: “Di civaka îro de jinan bi taybetî di qada şêwekariyê de dikarin hunerên xwe bi awayekî baş nîşan bidin.”
-
'Em ê bi çand û hunera xwe ya resen civaka xwe biparêzin'
Evîn Mihemed a ku li tembûrê dide û stranan dibêje got: "Weke nifşê nû yê vê civakê, em ê bi çand û hunera xwe ya resen civaka xwe biparêzin."
-
Ji bo parastina çanda Kurdî zarokan hînî muzîkên folklorî dikin
Mamosteya dibistana Şehîd Niwêla ya zarokan, Civîn Xelîl behsa dibistana muzîkê ya Şehîd Niwêla ku lê zarokan hînî hemû amûrên muzîkê dikin dike û dibêje: “Armanca me bi vekirina dibistanê, parastina folklora Kurdî ye.”
-
Serlêdanên Festîvala Fîlman a Uçan Supurge dest pê kir
Serlêdanên ji bo 27’emîn Festîvala Navneteweyî ya jinan a Fîlman a Uçan Supurge bi sernavê “Hê zêdetir, ne kêmtir: Tu firînê bifikire” dest pê kir.
-
Berhemên jinên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr dide nasîn
Jin ji bo li ser lingên xwe bisekinin û dabînkirina jiyana xwe, karên destan çêdikin. Gûna Mihemed jî ji bo piştgirîkirina jinên Rojhilat karên destan li başûrê Kurdistanê di festîvalan de dide nasîn.
-
Atolya jinên ciwan ên Mexmûrê hat aktifkirin
Atolyeya jinên ciwan a bi navê Şehîd Avyan Buldan ku di sala 2020’an de hat avakirin, ji bo perwerdekirin û pêşxistina jinên ciwan hat aktîfkirin.
-
Mihricana Mîtan: Bi riya lîstikên şanoyê em peyamên xwe radigihînin
Şanogerên Mihricana Mîtan a 5'emîn diyar kirin ku bi riya lîstêkên xwe ew hewl didin rûyê temaşevanan bikenînin û peyamên xwe bigihîjînin wan.
-
‘Divê ji bo destkeftiyên hevpar em piştgiriyê bidin hev’
Hunermenda şanoyê ya Mexribê Bahîa Mortada, da zanîn ku lîstikvanên jin di mijara ragihandina êş û hestên jinan de zêdetir jêhatîne û wiha got: “Divê ji bo destkeftiyên hevpar em piştgiriyê bidin hev.”