çand û hûner

  • “Hebûna jinan di qada çandî de afrêneriyê zêde dike” 

    Bi dîtina min mêr çiqas hewl bidin jî dê nikaribin jinan fam bikin, nemaze li ser hestên wan. Hebûna zû ya jinên Mexribê di qada çandî de hişt ku ew bikaribe pirsgirêkên jinan li welatê xwe çareser bike. Ez wek nimûne nivîskar û wêjevan Khanasa Bannouna bi bîr bînim ku di sala 1967'an de yekemîn berhevoka kurteçîrokên jinan çap kir her wiha, Zehra Rmeij û Emîna El-Lawh ku romana wê ya "Qral Khanasa... Hevjîna Mewla Îsmaîl" yekem romana jinan a ku bi Erebî li Mexribê hat nivîsandin tê hesibandin.

  • "Bi Hîlala Zêrîn re em ê çanda xwe zindî bihêlin" 

    Endamên Hîlala Zêrîn ên bajarê Helebê li ser xebatên di biniya navendê de tên kirin gotin: “Hîlala Zêrîn çanda dayîkê diparêze, bi pêşdixe û bi civakê dide hezkirin. Em herî zêde giringiyê didin perwerdekirina zarokan."

  • “Xwendin yek ji rêgezên herî girîng ên pêşketina mirov e” 

    Rêveberiya pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal da zanîn ku di pirtûkxaneyê de zêdetirî 50 hezar pirtûk bi zimanê erebî û kurdî peyda dibe ku her kes dikare serdan bike û bixwîne. Her wiha bal kişand li ser girîngiya xwendin û zanînê di pêşketin û avakirina mirov û civaka Rojava de û bang li her ferdekî kir ku bixwîne û bibe xwedî zanîneke berfireh.

  • Projeya şalokên destan derfetên kar ji gelek jinan re peyda dike 

    Têkildarî projeya xwe ya şalokên destan, Dûaa Rebîe ku li bajarê Xezayê dijî, ji ajansa me re axivî û got: "Ez zêde li karekî di warê pisporiya xwe de negeriyam, ji ber ku ez ji girêdan û pabendbûnê hez nakim û ne jî dizanim di warê pisporiya xwe de bi zarokan re mijûl bibim lewre min berê xwe da cîhana hunerê."

  • Newroz Silêman bi gotina stranan çanda xwe ji pişaftinê diparêze 

    Stranbêj Newroz Silêman a ji herêma Efrînê bi rêya stranan xwedî li çanda xwe derdikeve û ji qirkirinê diparêze wiha got: "Her stranek gelê Kurd efsaneyeke, lewma ji me tê xwestin ku em efsaneyên xwe biparêzin û weke jinek Kurd min ev bar hilgirt ser milê xwe."

  • "Stranên ez dibêjim serpêhatiya vegera min a eslê min e" 

    Hunermend Derya Cengîz a hesreta xwe ya zimanê dayikê û çanda xwe bi muzîkê re xurt dike, ji bo strana Kirmanckî (Zazakî) klîb kişand. Derya Cengîz a ku li ser axa Dêrsimê ya ku di zarokatiya xwe de neçar ma koç bike, straneke zazakî dibêje, pêvajoya ku bi muzîkê re dest pê kiriye ji bo xwe mîna serpêhatiya vegera eslê rave dike.

  • Ji jinên Heratê pêşangeha "Em ê bimînin û ava bikin" 

    Li bajarê Herat ya Afganîstanê 3 hunermendên jin bi dirûşmeyên "Em ê bimînin û ava bikin" û "Azweriya Nû" berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

  • Sazge bi têkelkirina rengan hunerê dixuliqîne 

    Li Helepçeyê gelek jin hene zanîngeh temam kirine lê belê di warê xwendina xwe de nikarin bixebitin loma jî dest bi karên cuda kirine, yek ji wan jinan jî jina bi navê Sazge Ehmed e. Ew li mala xwe hunera rayzîn ku du madeyan dixe nava hev û pê wêneyan gelek tiştên cuda diafirîne û ev huner jî rastî eleqeyek mezin tê.

  • "Hunera plastîk tekane riya îfadeya azad bêsînor û astengî ye" 

    Hunermenda plastîkî Cahîda Hewadîf bi riya tabloyên hunerî û nexşan li ser perçeyên seramîkan gelek peyamên weke edalet, wekhevî, hezkirin û hêvî nîşan dide û hunera Cezayîrê diparêze.

  • Beşdaran mohra xwe li pêşangeha hunera plastîk a "Afrîneriyên Adenê" dan 

    Pêşangeha hunera plastik a "Afrîneriyên Adenê" ku duh di 19’ê Sibatê de çalakiyên xwe bi dawî kir, bi beşdariya pêncî hunermendên plastîk ku pirsgirêkên civakê pêşkêş kirin û piştgirî dan doza jinan û dest ji cudahiya nijadî berdan bal kişandin.

  • Yaghana dawiyê Christina Calderon jiyana xwe ji dest da 

    Nivîskar û parêzvana çandê Christina Calderon Harban ku weke xezîneya bîreriyê li welatê xwe dihat nasîn li Şîlî yê yaghana eslî ya herî dawiyê bû û zimanê xwe yê dayikê yaghanî diaxifî 16 Sibatê jiyana xwe ji dest da.

  • Rojnivîska Gurbetelli Ersoz di Muzexaneya Lozanê de ne 

    Rojnivîska rojnamegera Kurd Gurbetelli Ersoz a “Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye” ku di navbera salên 1995-1997’an de nivîsiye di Muzexaneya Hunerên Bedew a Lozana Swîsreyê de ne.

  • Bazara Xezayê ya berhemê destê jinên Filistînê dawî bû 

    Çalakiya Bazara Xezayê piştî sê rojan li pey hev li Şalîhat a Xezayê bi amadebûna girseyên berfireh ên piştevaniya jinên Filistînî û jinên ciwan ên karsaz ku hêjî li zanîngehê dixwînin û derçûyên heya niha derfetên kar nedîtine û dest bi projeyên xwe kirine bi dawî bû.

  • Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi xwendevanên xwe re civiya 

    Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê vê mehê bi berga "Jinên li paş dîwaran: Em têdikoşîn, hûn jî deng bidin" derket.

  • Helbestvan serpêhatiyên xwe di salonên çandî yên jinan de vedibêjin 

    Helbestvan Xedîce Bisikrî amaje bi wê yekê dike ku Salona Berah Xedîce Bisikrî ya çandî ne tenê cihê kombûna jinan bû, wek ku dibêjin lê belê ji bo rewşenbîr, helbestvan û nivîskaran di warên cuda yên wêjeyî de xalek hevdîtinê bû. Jin kom dibin, cih bi bêhna xwendinên rexneyî û şevbuhêrkên helbestan tijî dibe. Amadebûn tenê bi helbestvanên jin re sînordar nebû lê belê femînîstên jin ên xwedan çêjek helbestî ya tijî meraq jî beşdar dibûn ji ber ku tecrube nû bû.

  • Li Silêmaniyê pêşangehek cîrokên şer hat vekirin 

    Pêşangeha hunerî ya Beyan Caf ku çîrokên şer bi şêwazên cuda yê hunerî li hev aniye ji aliyê welatiyên Silêmaniyê ve rastî eleqeyek mezin tê.

  • "Pîşeyên destan baştirîn îfadeya mîrasê ye " 

    Hunerên ku em nîşan didin ji aliyê jinên bajarê Şalatînê ve tên çêkirin û kevneşopî ne, li ser hilberandina wan bi awayekî tekûz dixebitin, xwezaya jîngeha ku em tê de dijîn radigihînin û heta radeyekê wê temsîl dikin. Der barê pêkhateyên van huneran de jî ew ji hawirdora me ne ku bi çermê siruştî ne û ew amûrên bingehîn in.

  • Şanoya Kurdî tevî astengiyan jî gav bi gav mezin dibe 

    Di vê dema ku şanoya Kurdî tevî hemû zext û astengiyan hewl dide hebûna xwe li ser dikê bidomîne, şanoya “Têne Ez” ku ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve bi Kurdî hatiye amadekirin, di 2’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ku meha borî li Kerkûkê hat lidarxistin de, du xelat girt. Ji şanogerên şanoyê Rûgeş Kirici diyar kir ku wan tevî astengiyan jî lîstikên xwe pêşkêş kirine û temaşevanan eleqeyeke mezin nîşanî şanoya Kurdî dane.

  • Pêşangeha wêneyan a rastiya jinên Filistînî nîşan dide 

    Navenda Ragihandina Civakî ya Xezayê pêşangehek bi navê "Wêneyên ku rastiya jinên Filistînê nîşan didin" vekir ku gelek berhemên têkoşîn û jiyana jinên Filistînê nîşan dide têde hatine pêşandan.