Xwişkên cêwî yên muzîkjen: Divê hunera Kurdî bê parastin

Zîn û Jîn Mitêwit ku du xwişkên cêwî ne û temenê wan 16 salî ye, bi saz û awaz hunera xwe pêş dixin. Xwişkên cêwî yên behsa xebatên xwe yê di qada hunerê de kirin gotin ku divê hunera Kurdî bê parastin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan 12 saliya xwe derbas kir û ket sala xwe ya 13’emîn, gelek derfet ji jinan re ava kir. Ji siyaset heyanî hunerê jin parastina destkeftiyên xwe û pêşengiya şoreşê dikin. Zîn û Jîn Mitêwit du xwişkên cêwî ne temenê wan 16 salî ye li bajar Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûne. Zîn û Jîn bi saz û awazên xwe hunera xwe pêşkêş dikin.

‘Dixwazim bibin muzîkjenek Kurd a bi nav û deng’

Jîn Mitêwit wiha behsa hezkirina xwe ya li hemberî hunerê kir: "Dema ku ez di 12 saliya xwe de bûm, min konsereke cîhanî dît. A muzîkjenekî Yewnanî bû navê wî Yanî bû. Di wê konserê de, gelek muzîkjen anîbûn ku bi awayekî azad li gelek cureyên amûrên muzîkê dixistin. Di wê konsêrê de muzîkjenekî Ermenî bi navê Samoyêl pir bala min kişand, lêdana wî ya kemanê pir xweş bû, bala mirovan dikişand. Ji wê demê ve min xwest ez jî weke jineke Kurd li amûra kemanê bixim û di pêjerojê de bibim muzîkjeneke Kurd a bi nav û deng. Piştî du sê salan xalê min ji min re keman kirî û piştgirî da min ku ez fêrî kemanê bibim. Ji wê demê ve min li çend navendan perwerde dîtiye tevli waneyên teorîk û pratîkî bûme heta gihîştim vê astê."

 ‘Şoreşa Rojava derfet da ku em xewnên xwe pêk bînin’

Jîn Mitêwit bal kişand zehmetiyên ku heya fêrbûnê jiyaye û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku keman amûreke hesas e, nazikbûn jê re divê min hinek zehmetî kişandin di destpêkê de heta fêrî lêdana amûra kemanê bûm. Bi saya mamoste, malbat û hevalên xwe ez gihîştim vê astê. Tevî ku amûrên me yên rojavayî ne jî ne yên rojhilatê ne, em dixwazin hunera xwe ya Kurdî biparêzin. Ez dixwazim ji her jinê re bibêjim ku xewnên wan çi bin bila bibin Şoreşa Rojava derfet daye wan dikarin xewnên xwe pêk bînin. Bila tu carî ji gotinan netirsin û gava ber bi armanca xwe ve bavêjin.”

‘Muzîk ji bo min cihê rehetiyê bû’

Zîn Mitêwit jî wiha behsa tevlibûna xwe ya hunerê kir: "Di 15 saliya xwe de ez tevli warê hunerê bûm min xwest fêrî kemanê bibim. Nêzî 8 mehan fêrî kemanê bûm piştre min dît ku keman ji min re zehmet tê. Min xwest fêrî amûra gîtarê bibim min perwerde li gelek navendan dît, spasiya her mamosteyê dikim ku ked bi min re dan û hiştin ez bi hêsanî li amûra gîtarê bixim. Me gelek konser dane û ev cara yekem e ku em ê bi Koma Sakîne re derkevin mêhrîcanekê. Ev mêhrîcan  ji bo me cihê serfiraziyê ye. Bi piştgiriya malbata xwe em bi hêztir bûn û gihîştin armanca xwe, ji ber ku muzîk ji bo min cihê rehetiyê bû."

‘Hunera Kurdî biparêzin’

Zîn Mitêwit diyar kir ku ew dixwazin li hunera xwe ya Kurdî awazên cuda zêde bikin û parastina hunera Kurdî bikin û wiha bi dawî kir: "Tevî ku amûrên me yên Rojavayî ne weke gîtar, çêlo, strîng û viyola lê em dixwazin bi van amûrên cuda dûrî hunera Kurdî ne awazên wan bi rengekî cuda tevli hunera Kurdî bikin û hunera xwe biparêzin. Ez dixwazim ji her jinê re bibêjim di dema me ya niha de gelek derfet ji me re hatin avakirin. Her kes xewnên xwe pêk bîne û nehêlin tiştek ji we re bibe asteng."