çand û hûner

  • "Xala sifir a dîrokê" bi avahiyên xwe yên nû balê dikşîne 

    Di erdkolanên li Girê Miraza ku wek navenda perestgeha herî kevn a cîhanê tê zanîn de, avahiyên nû derdikevin holê. Avahiya ku xwedî dîrokek 12 hezar sal e, dema ku her sal ji aliyê bi hezaran geştiyaran ve tê ziyaretkirin, erdkolanên ku berdewam dikin bala cîhana arkeolojî û dîrokê jî dikşînin.

  • Rojiya Nînewayê ji sedsala 7'an heya 21'ê didome 

    Surma Şimonî ya Aşûrî da zanîn ku ew di 6’ê Çileya her sal de dest bi rojiya Nînewayê dikin ku sê rojan berdewam dike û bi xwarineke gelerî (Poxîn) wê rojiya xwe vekin her wiha Surma Şimonî serpêhatiya rojiya Nînewayê vegot.

  • Li Başurê Kurdistanê êşên jinan bi kurtefilman tên nîşandan 

    Mijara kurte filma bi navê “18-19” li ser êşên jinên ciwan ên ku beriya bibin 18 salî di malên bê xweyî de bi tenê tên hêlane.

  • Bi destên jinên pîşekar mozaîka li hemberî windabûnê li ber xwe dide 

    Jinên ku li her cihî û di her şert û mercî de xwedî ruhê hilberîner in; di warê parastina çanda kevnar de jî hesasiyeta wan li pêş e. Hunera mozaîkê li Idlibê, bi destên jinên ku ji hunerê hez dikin û xwedî nazikiya hunerî ne tê parastin. Ev huner bi rengê xwezayî û xeyalî malên li Idlibê dixemilîne.

  • Li Sine danasîna pirtûka “Eşqa min hevjîna xwe hebû” 

    Pirtûka nivîskar Vîda Qadir ya bi navê “Eşqa min jîna hemûyane” li pirtukxaneya bajarê Sine bi çalakiyek hunerî hate nasîn û beşdaran li ser naveroka pirtukê niqaş kirin.

  • Deqên destê Biharê nîşaneyên çanda kevnare ne 

    Bihar Salih a di temenê biçukî de li ser dest û lingê xwe deq çêkiriye û dibêje: “Wê demê jinên ciwan hemûyan deq çêdikir lê niha weke çandek kevin li deqan meyze dikin.”

  • Itîmad Weşeh bi riya fîlmên xwe rastiya jinan nîşan dide 

    Itîmad Weşeh kesayeteke xwedan biryar û îrade ye, piştî dîplomaya xwe girt biryar da ku fîlma wê li ser jinan be, di fîlma xwe de nêrîna civakên Ewropî li ser jinan ji aliyê hîcab, bekaret, mafên wan û mijarên din ku wê bi alîkariya çend jinên derbider ji welatên cuda, Sûriye, Iraq, Urdun û Misirê nas dike nîqaş kir.

  • Li Beyrûdê yekem pêşangeha Tatiana Bahr 

    Piştî pênc pêymanan, yekemîn pêşangeha Tatiana Bahr a Rûsî ya wêneyan li Beyrûda peytexta Lubnanê, ji aliyê mala Rûsî ve bi navê "Tatiana Bahr Al-Intilaqa" ve hat pêşandin.

  • Ji bo jinan dema axaftinê 

    Pêşangeha Dema Axaftinê dirûşmên femînîst bi hunermendan re li hev dicivîne. Yek ji ekîba projeyê Şehlem Kaçar, pêşangeha ku armanc dike her tiştê jin mijara wê ye nîşan bide vegot.

  • "Bi riya xurtkirina pênûsa jinan pêşeroj ronî dibe" 

    Ji bo ku jin û astengdar xwedî li meraqên xwe derbikevin berê xwe dan Yekitiya Rewşenbîran ku deriyê fêrbûn û xurtkirina pênûsê ye bi wan re bû alîkar.

  • Keleha Necm li benda nivîsandina dîroka xwe ye 

    Keleha Necm a ku bi hemû heybeta xwe re, bi sedsalan e li ber Çemê Firatê li ser piyan e tevî ku bi sedan caran rastî talan û dagirkeriyê jî hat, efsûna xwe ya dîrokî diparêze.

  • Jin bi destên xwe dîrokê dinivîsin 

    Pirtûka “Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinan” bi lêkolînên xwe yên kûr dîrok û yekemîn şoreşa jinan a cîhanê pêşkêşî xwendevanan dike. Dema ku jin dîrokê bi destên xwe dinivîsînin, tarîtiya paşerojê, bi siberojê ronî dikin.

  • şanoyek ku şîdeta li dijî jinan şermezar dike wê li gelek deverên Cezayîrê were pêşkêşkirin 

    Pêşkêşkirina şanoyeke ku di nava xwe de gelek şanoyan dihewîne, dê di 22'yê Çileyê de li deverên ku nehatibû pêşkêşkirin jî were pêşkêşkirin û heya 28'ê Çileyê bidome. Bi armanca çareserkirina pirsgirêka tundûtûjiya li dijî jinan dê li 6 bajarên Cezayîrê were pêşkêşkirin.

  • Nêrgiz Ismayîl: Berhema min nû "Gustîlka pencereyê" çîrokên wêjeya şoreşê vedibêje 

    Nivîskar û Helbestvan Nêrgiz Ismayîl xwedî berhemên bi nirx e di qada nivîskariyê de her wiha herî dawî jî pirtûkek nû bi navê “Gustîlka pencereyê” li ser çîrokên wêjeya şoreşê çap kiriye û di demek nêz de dê belav bike. Nêrgiz dibêje: "Min rastiyên xwe di pênûsê de didît wê bersiva hemû nakokiyên di serê min de dida. Dema ez çîrokê dinivîsînim hestek wisa ji dil dijîm, ji bo wê di nivîsandina çîrokê de ez li zindîbûnê, li jiyan, hêvî û li rastiyê digerim."

  • “Bila moral û helwesta we ya zanistî rûmeta we be” 

    Nivîskar Lamiya El-Xelûfî ya bi çîrokên ku dinivîsîne balê dikşîne ser rewşa jinan a ji ber paşverûtiyên civakî dibêje: “Divê tabûyên li ser azadiya jinan werin şikandin lewre tabûyên ku jinan dorpêç kirine, dibin astengî, wan ji aliyê rewşenbîrî ve qels dihêlin û azadiya wan sînordar dikin.”

  • Çêkirina tenûran yek ji girîngtirîn mîrata bajarê Dêrazorê ye 

    Heyanî rojan me ya îro jî li gelek deveran ji bo çêkirina nan tenûr têne bikaranîn. Selala El-Hemed a 72 salî demdirêje tenûran çêdike wiha dibêje: "Veguhestina mîrateya çanda me ya kevnare ji bo nifşan erka jinan e ji ber ku jin nûnertiya dema niha û dîrokê dikin."

  • Hunera neqişandinê ya Filistînî ket nav lîsteya mîrateya çandî ya cîhanê 

    Pispora derûnî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Fîda Muhana ji ajansa me re diyar kir ku piştî hunera neqişandina Filistînî ket lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê, fikra însiyatîfa "Keçên Welatê Me" derket pêş û di 5'ê Çileyê de li parêzgeha El Wusta hat destpêkirin, di çarçoveya projeya piştgiriya derûnî ya ji bo jin û zarokan de.

  • Zewaca di temenê biçûk de û medyaya civakî krîzên herî diyar in 

    Têkildarî rola dayikê û piştgiriya wê ji bo zewaca keça xwe ya biçûk, wê got: "Ramana Cîran bi Rengan ji nêz ve bi hewldanek ji bo çareserkirina bêhevsengiya ku em pê diêşin ve girêdayî ye û yek ji van qeyranên herî diyar zewaca di temenê biçûk de ku li herêmê, bi taybetî li gund û parêzgehên Misrê bi berfirehî belav bûye.”

  • Fîlmên derhênerên jin li Amedê tên pêşandan 

    Komeleya Jinan a Rosa, di çarçoveya projeya “Merîdyenên Binevşî” de, pêşandana fîlmê ku tenê fîlmên derhênerên jin tê de cih digrin organîze kir. Piraniya fîlmên ku di pêşandana du rojan berdewam bike de cih digrin ji çîrokên jinan pêk tên, armanca jinan ew e ku bi hunerê tundiya li ser jinan bidin xuyakirin.

  • Armancên şanoya "Cîran bi Rengan" û sedemên cihêbûna wê 

    Li ser sedema hilbijartina "Cîran bi Rengan" wek navekî ji bo şanoyê û çi cihêtiya wê ji yên din heye, Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan Heba Adel, wiha dibêje: "Hilbijartina navê "Cîran bi Rengan" wekî îfadeya rastiya civakê ya cuda hat. Reng û cewherên cîranan hene û her mal xwedî çîrok û qeyranan e lê dibe ku em pê nehesin.”