“Xwendin yek ji rêgezên herî girîng ên pêşketina mirov e”

Rêveberiya pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal da zanîn ku di pirtûkxaneyê de zêdetirî 50 hezar pirtûk bi zimanê erebî û kurdî peyda dibe ku her kes dikare serdan bike û bixwîne. Her wiha bal kişand li ser girîngiya xwendin û zanînê di pêşketin û avakirina mirov û civaka Rojava de û bang li her ferdekî kir ku bixwîne û bibe xwedî zanîneke berfireh.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Xwendin yek ji tiştên herî girîng e ku hişê mirov diparêze, ji ber ku xwendin werzîşa hiş e ku tendirustî û hêza wê diparêze. Bi yek pirtûkê, zimanek nû, jêhatîbûneke nû an jî zanîna ku berê tunebû tê bedstxistin. Xwendin xwesteka zanist û zanînê ye ku jiyanekê dom dike û giyan vejîn dike, nemaze ku mirov ji zaroktiya xwe ve pê ve girêdayî beb û jê re bibe hobî. Di heman demê de xwendin û zanîn girîngtirîn rê ne ku di avakirina civakan û vejîna wan de dibe alîkar, ji ber vê yekê her ferdekî civakê pêwîst e xwende be û bibe kesekî xwedî zanîneke berfireh. Di pêvajoya pêşketin şaristan û welatan di fikrê xwe de, li Rojavayê Kurdistanê jî pêwîstî bi teşwîqkirina xwendinê heye da ku piştî van salên şer êdî şoreşeke zanîn û fikir were pêşxistin. Di sala 2018’an de yekemîn car pirtûkxaneyeke mezin ku zêdetirî 50 hezar pirtûkî dihewîne bi navê Pirtûkxaneya Amara bi armanca pêşketina xwendinê hat avakirin û bi demê re şaxên xwe belav kir. Derbarê vê mijarê de, Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal ji me re axivî û parve kir.
“Pirtûkxaneya Amara 50 hezar pirtûkan dihewîne”
Dilvîn Tobal da zanîn ku di Pirtûkxaneya Amara de ji 50 hezar pirtûkan zêdetir heye û wiha got: “Pirtûkxaneya Amara di sala 2018’an de hat avakirin, armanca avakirina vê pirtûkxaneyê ku cihek ji bo rewşenbîr, nivîskar, xwendekarên hemî astan. Destpêka ev pirtûkxane hat vekirin, pirtûkên ku dihatin peydakirin nêzî 2 hezar bûn, lê di roja îro de ji 50 hezar pirtûkan zêdetir e ku bi sernavên xwe 10 hezar in. Beşên ku li vir peyda dibin ol, roman, helbest, huquq, felsefe û dîrokî ne bi zimanê erebî û kurdî. Şaxên pirtûkxaneyê berfireh in, li Reqayê pirtûkxaneya Borseyîd bi alîkariya pirtûkxaneya Amara hat vekirin, her wiha li bajarê Kobanî pirtûkxaneya Emin ku pirtûkxaneya Amara û Kampanyaya Şemal pê ve rabûn û di rojên pêş de dê li Dêrik û Hesekê jî bê vekin.”
“Mezintirîn pirtûkxaneya li ser asta Rojavayê Kurdistanê ye”
Dilvîn Tobal bal kişand li ser hejmara mezin a kesên ku berê xwe didin pirtûkxaneyê û wiha domand: “Destpêka ku ev pirtûkxane hat avakirin, me ji çend kesan dest pê kir û rêjeya mirovan jî kêm bû, lê niha em dibînin ku rêjeya mirovan ji pirtûkxaneyê re baş e, ev yek dide diyarkirin ku asta xwendinê jî pêş ketiye. Di demê şer de jî bandor li ser serdana mirovan ji pirtûkxaneyê qut nebû û di rojê de nêzî 40 kes derbasî wê dibe navbera kirîn, xwendin, lêgerîn û lêpirsînê ji bo pirtûkan ji temenê 8 salî heya 80 salî. Xala ku pirtûkxaneya Amara ji pirtûkxaneyên din cuda dike, ew e ku her pirtûk û tiştên girêdayî bi zanistê ve girêdayî peyda dibe ku mezintirîn pirtûkxane li ser asta Rojavayê Kurdistanê ye.”
“Pêdiviya her kesî bi xwendinê heye”
Dilvîn Tobal destnîşan kir ku pêvajoya tê de dijîn, pêwîstî bi zanîn û xwendinê heye û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin, xwendin pir girîng e. Ji ber ku kesê ku dixwîne zane dibe û kesê ku zane jî dibe dikare biaxive û ev yek ji bo her kesî/ê pêwîst e. Şerê cîhanê hemî li ser serê me diqewime lewma pêdivî bi zanînê heye da ku em bikaribin li hember vî şerê bisekinin, zanist çekê herî bihêz e li hember her cureyên şer. Lewma em wekî kurd gereke bidin îsbatkirin ku em zane ne û girîngiyê didin xwendinê ji bo pêşketina me. Ev pirtûkxane ji bo her kesî/ê hatiye vekirin ji bo bikarbin xwe pêş bixin, her kes dikare serdana Pirtûkxaneya Amara bike û tişta ku dixwaze peyda bike û bidest bixe. Ne tenê pirtûkxane li vê derê heye, di heman demê de kafê heye wekî cihê xwendinê. Di heman demê kesên ku lêgerîn ji bo wan pêwîst bin, dikarin li vê pirtûkxaneyê bibînin û heya ji destê me jî bê em alîkar bin.”