Mihrîcana Fîlman bi serdana Sînemeya Amûdê dest pê kir
Komîna Fîlm a Rojava 5’emîn mihrîcana fîlman a navneteweyî ya Rojava bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” bi rêzeçalakiya serdana Sînemeya Amûdê û bîranîna komkujiya wê dest pê kir.
Qamişlo – Di 13’ê Mijdara 1960’î de li navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo 283 zarokên kurd li Sînemeya Amûdê hatin şewitandin. Bi vê boneyê Komîna Fîlm a Rojava 5’emîn mihrîcana fîlman a navneteweyî ya Rojava, bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” bi rêzeçalakiya serdana Sînemeya Amûdê û bîranîna komkujiya wê dest pê kir.
Çalakiya bîranînê bi tevlîbûna gel, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, şagirtên sînemayê yên peymangeha bilind ya muzîkê, endamên Hunergeha Welat û derhênerên enternasyonal li Sînemeya Amûdê dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniya Komuna Fîlm a Rojava ya ku ji aliyê derhênera sînemayê Nadya Drewîş ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Li bîra agirê ku qet venamire, di bajarê ku hîn vedenga qêrîna zarokên wê de wijdana sînemayê dihejîne, îsal Amûdê ji nû ve vedigere ku ji nû ve dîwarên wê ronak bibe, ne bi agirê windabûnê, lê bi ronahiya afirandinê. Di 65 saliya şewata Sînemeya Amûdê, buyera ku rêbaza vegotin û afirandina çîroka sînemaya kurdî li Rojava û Kurdistanê guhartiye. Bi dilsoziya cih û rihê sînemaya sermed re em 5’emîn mihrîcana fîlm a navneteweyî ya Rojava li dar dixin.
‘ÇÎROKÊN HEVPAR, SÎNEMAYA AZAD’ Hevdîtina mirovahiyê bi riya wêneyê hembêz dike, dibêje sînema sînoran nas nake, pireyên di navbera gelan û çandan de bi çîrokê yekrêz dike û bi wêneyê rizgar dike. Mihrîcan ewê çêker, rexnegir û aferînerên fîlm û çîrokan ji Sûriyê û hemû cîhanê hembêz bike, dê rihê rengînbûnê geş bike û deriyên danûstandinên çandî vebike, dê kelepûr û mîrasa kesên ji bo wêneyê şewitînê vejîne û bi ronahiyê biparêze. Amûdê ji nû ve zindî dibe, ne wek bîranînek xemgîn, lê mîna ronîdarekê riya hunera heftemîn li Rojava û cîhanê ronahî dike. Em bi hev re sînemaya şoreşger pîroz bikin. Ji ber ku sînema bîra gelan e, ronahî jî ji agir bi hêztir e.”
Paşê jî derhênerên ji derveyî welat hatine bi danîna gulan şehîdên Komkujiya Amûdê bi bîr anîn. Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.