Mîrata ku her payîz li Sûsênê nû dibe: Ava hinarê
Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina payîzê re, çêkirina ava hinarê ya yek ji kevintirîn pîşeyên malê ye û nifş bi nifş ji aliyê malbatan ve tê parastin, derdikeve pêş.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Di demsala payîzê de li bajarê Sûsênê, baxçeyên hinar û malên niştecihan vediguherin atolyeyan. Di vê pêvajoyê de rêbazên amadekirina kevneşopî û amûrên kevin ên ku dîroka vê berhema herêmî şêwe dike, ji nû ve zindî dibin. Demsala ava hinarê, vediguhere parçeyek nasnameya civakî û aborî ya herêmê.
Li Sûsênê bi destpêkirina çinîna hinaran re, xanî ji nû ve vediguherin atolyeyên kevneşopî. Jin, çîroka ava hinarê bi lêdana hesas a bi textekî darîn, bi neqandina destên xwe û bi veguherandina libên hinaran a ji bo ava fêkiyan a dewlemend a bi reng û tamxweş ji nû ve dinivîsînin. Sîtilên mezin ên bi saetan li ser agirê daran dikelîne, bi tevdana domdar her dilop sincûr dibe.
Li Sûsênê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, di heyama vê salê de demsala herî qerebalixa ji bo çêkirina hinar û ava hinarê tê jiyîn. Ev hunera kevneşopî, ji bo malbatan çavkaniyeke aborî ya girîng e û bi dehan salan e li herêmê mîrateya xwe ya civakî ya demsala çinîna hinarê didomîne.
Rîtuelek civakî û çandî ye ku rabirdûyê bi roja me re dike yek

Jina bi navê Hemde El-Alî ya ji Sûsênê ye, diyar dike ku çêkirina ava hinarê di destpêka meha Cotmehê de dest pê dike û got: “Hinarên şikestî yan jî xwedî asîd pir zêde tên berhevkirin û ji bo pêvajoyên hilberînê yên dest ên ji nifşek ji bo nifşeke din tên veguhestin, tên malê. Ev pêvajo, bi gelemperî xwe dispêre amûrên hêsan ên mîna textên darîn û kazanên metal.”
‘Derxistina ava fêkiyan bi şêwazeke kevneşopî bi perçiqandina libên hinar û parzûnkirinê wan tê çêkirin’

Hemde El-Alî, der barê pêvajoya çêkirina ava hinarê de wiha axivî: “Gava ewil birîna hinaran û bi destan berhevkirina libên wê ye. Bi textekî darîn a biçûk em li hinarê didin û libên hinarê dikevin nava firaxek mezin. Piştre ji bo dabînkirina tama xweş, hinarên spî tên berhevkirin. Derxistina ava fêkiyan jî bi şêwazekî kevneşopî bi perçiqandina libên hinar û piştre parzûnkirina bi paçeke spî tê çêkirin. Bi vî awayî ava sade tê bidestxistin. Piştî bi destxistina ava fêkiyan, ev av di nava sîtilên mezin ên alumînyûmê û çend demjimêran di bin agirê daran de tê kelandin. Ji bo ku binî negire divê bi domdarî bê tevdan.”
Li gorî Hemde El-Alî, pêvajoya kelandinê 6 heta 8 saetan berdewam dike û jinên malbatê bi dorê li ber sîtilê disekinin. Hemda El-Alî, axaftina xwe wiha domand: “Piştre ava hinarê derbasî qonaxek duyemîn a tîrbûnê ku di tebeqên mezin û tepsiyan de ji bo rojek di bin tavê de tê hiştin dibe. Ev gav tîrbûna dewlemend û aromaya kevneşopî ya aydê vê herêmê dide qezenckirin. Piştî qonaxa li ber rojê, ava hinarê carek din tê parzûnkirin û dixin tiştên cam. Ji bo bikaranîna li malê tê hilanîn an jî tê firotin. Ev berhem bi tevahî bê şekir û saf e û ev yek jî karakterê wê yê xwezayî dide wê.”
Bermahiyên ji ber ava hinaran dimînin dibin xwarina ajalan

Li Sûsênê, bermahiyên hinarê jî vala naçin. Tovên mayî mîna xwarina ajalan tên bikaranîn û ava mayî di hinek xwarinên kevneşop de tên bikaranîn. Ji ber ku ava hinarê, di gelek xwarinên herêmî yên mîna eprax, kebab û felafel de tê bikaranîn, di bazarên xwecihî de gelek zêde tê daxwazkirin û ji bo gelek jinên Sûsênê çavkaniyek sereke ya dahatê ye.
Şêniyên Sûsênê, destnîşan dikin ku parastina vê pîşeyê ne tenê hilberînek xurekê ye, di heman demê de berdewamiya rîtuela civakî û çandî ye ku rabirdûyê bi roja me ya îro ve girê dide. Ev huner, ruxmê şert û mercên guherbar ên malbatên gundewarî yên herêmê jî girêdana bi mîrateya xwe re û berxwedana wan nîşan dide.