Tîma dayikan a govendê çanda Kobanê zindî dike û diparêze

Tîma Dayikan a Govendê li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê hewl dide çand û folklora ku bajarê wan dide nasîn, bi riya pêşkêşkirina piyesên xwe yên folklorî li bajarên cuda zindî bihêle û biparêze.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Jinên Kurd Tîma Dayikan a Govendê li bajarê Kobanê yê kantona Firatê beriya destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ava kirin. Tîm ji dayikên temenê wan di navbera 35 û 45 salî de pêk tê. Lê piştî kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser bajêr tîmê karê xwe rawestand paşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmê azad kirin navenda Hîlala Zêrîn vebû, çalakiyên xwe di sala 2016’an de dîsa dest pê kirin. Ji wê demê ve tîma dayikên govendê di bin sîwana Hîlala Zêrîn de kar dike û di rojên diyar, cejn û şahiyên partiyan de pêşkêşiyan dike û çanda bajarê Kobanê diparêze.

Endamên tîmê hefteyê du caran tên gel hev, perwerde û provayên xwe li ser govendên curbecur dibînin. Yek ji wan jî govenda dayikên Kobanê ya kevnar e, govenda bi alavên malê û çandiniyê her wiha hinek govendên din bi awayê wêneyên hunerî tên pêşkêşkirin.

‘Jin çand û folklora bajarê xwe diparêzin’

Der barê karê tîmê û rola wê ya di parastina çanda dayikên Kobanê de endama tîmê Leyla Ehmed a 41 salî got: "Tîm ji 12 jinan pêk tê, hemû jî dayik in û dixwazin çand û folklora ji dapîr û dayikên xwe birine biparêzin da ku tune nebin. Em weke dayikên Kobanê bi riya pêşkêşkirina van govendan hewl didin ji bo nifşên pêşerojê çanda xwe bidin nasîn. Tîma govendê bandoreke mezin li civakê dike ji ber cudahiyek di navbera tîma dayikên Kobanê ya govendê û tîmên din de heye. Her jinek di tîma me de cilê folklorî yê dayikan li xwe kiriye ku nûnertiya adet teqalîd û çanda bajarê Kobanê dikin mîna kiras û xeftan her wiha kitan porê kesrewan. Em bi van cilan bi serfirazî derdikevin ser dikê. Taybetmendiya me jî ew e ku em ji şêniyên Kobanê re govenda Kobanê ya kevin pêşkêş dikin."

‘Parêzvanên çandê jin in û dayik in’

Leyla Ehmed armanca tîma dayikan wiha anî ziman: "Tîma me di rojên diyar û her wekî din de beşdar dibin da ku dayikên Kobanê li her derê û her demê amade bin. Her wiha ji bo ku cîhan tevahî cil çand ziman û folklora dayikên Kurd nas bikin. Em her dem dibêjin ên her tişt afirandine jin in, ji ber wê erka jinan parastina destkeftiyên civakê ye, ne tenê niha heta dawiya jiyanê."

Leyla Ehmed der barê bandora tîmê û qebûlkirina di nav gel de jî got: "Dema em derdikevin ser dikê ji bo govenda xwe pêşkêş bikin em bi hezkirina kesên amade û rêzgirtina wan a ji bo me hîs dikin. Di her rojên diyar de gel li bende me ye. Em bi vê yekê serbilind in û hewl didin zêdetir xwe perwerde bikin da ku tiştên baştir pêşkêş bikin. Hemû jinên di tîmê de di saziyan de kar dikin an jî berpirsyariya malê li ser milên wan e. Ez bi xwe ji biçûkatiya xwe ve fêrî govendê bûme. Ez di beşa lîstikvanî û şanoyê de jî kar dikim bi taybetî ya govendê. Dema ez derdikevim ser dikê hestên kêfxweşiyê bi min re çêdibin. Ji ber ku tevî hemû rewşên neyînî û zehmetiyan jî ez hewl didin çanda bajarê xwe biparêzim."

Leyla Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Divê hemû dayik kar bikin û çanda bajarê xwe biparêzin, xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin.”

‘Em zarokên xwe li ser fikra parastina çanda bajarê xwe mezin dikin’

Xalîse Edhem a 37 salî jî behsa behreya xwe û sedema tevlibûna tîmê kir û wiha got: "Dema tîm ava bû ez gelek kêfxweş bûm bi taybetî piyesên ku pêşkêş dike. Her wiha hezkirina min ji govendê re heye. Ez di sala 2019’an de tevli bûm ji bo çand û folklora bajarê xwe ji tunebûnê biparêzim her wiha ji bo ji cîhanê re îsbat bikim ku jinên Kurd xwedî îrade nei hêz û rola wan di pêşxistina hemû waran de heye. Her wiha jin di hemû warên siyasî civakî rêxistinî û leşkerî de rêveber in. Em jin û dayikên pêşeng jî di warê hunerî û çandî de her dem hebin."

‘Dema em derdikevin ser dikê û temaşevanan dibînin gelek kêfxweş dibin’

Xalîse Edhem wiha domand: "Em di hefteyê de 2 car li hev kom dibin ji bo perwerdeya xwe bibînin. Em di hinek zehmetiyan re derbas dibin ji ber ku em dayik in berpirsyariyên me yên malê hene. Li kêleka wê jî em di saziyan de kar dikin lê belê bi hezkirina xwe em van zehmetiyan derbas dikin û xwe bi pêş dixin. Dema em derdikevin ser dikê û dibînin her kes li bende me ye gelek kêfxweş dibin. Kesên ku tên temaşe dikin, kêfxweş in û bi pêkêşiyên me serbilind in. Em bi vê yekê bêhtir bi xwe bawer dibin û hêza me zêde dibe em ê karê xwe berdewam bikin û xwe û behreyên xwe bi pêş bixin."

Xalîse Edhem di dawiyê de got: "Ez li malê jî hezkirina govendê di dilê zarokên xwe de mezin dikim. Ez wan li ser çanda Kurdî mezin dikim. Lawê min 14 salî ye tevli tîma govendê ya zarokan a li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bûye. Erka me dayikan ew e ku em çanda xwe biparêzin."