Pirtûka ‘Dema Jinê’ hate weşandin

Pirtûka helbestan a ‘Dema Jinê’ ku bi alîkariya Newaya Jin hate amadekirin, li ser gelek hestan 189 helbest hene.

Navenda Nûçeyan-Pirtûk ji 176 rûpelan pêk tê. Bi pirtûkê re mirov carna xwe di hundirê romanekê de carna jî di tunela demê de dibîne. Hin caran di rê de, hin caran jî di pilingên êgir de didin pey bîranînan. Carna diçin çeperên şervanên li Helebê li ber xwe dan, carna jî kêliyên dawî yên gerîlayên ji ber madeyên kîmyewî şehîd ketin.

Pirtûk bi alîkariya Newaya Jin hate amadekirin. Di pirtûkê de Dîlan Malatya ku bi xwe jî gerîlayeke li ser mijarên şer, welatparêzî, jinbûyîn, hevrêtî, hesret, utopya, roj, hezkirin, dilsoziyê, li ser gelek hestan 189 helbest hene.

Di pêşgotinê de jî işaret bi dirûşma serdemê 'Jin, Jiyan, Azadî' tê kirin.

Di 'Dema Jinê' de em ê hevokên ji dilê Dîlan Malatya bixwînin ku bi xwe gerîla ye û di salên dûr û dirêj de di nava vê têkoşînê de ye. 

Di demeke bi vî rengî de ku formula 'Jin, Jiyan, Azadî' gihîştiye tevahiya jinên cîhanê, em ê wan jinên şerker bibînin ku dibêjin 'Dema Jinê' ye û hewl didin cîhanê biguherînin. Mîna ku ew jî di hevokên xwe de dibêje:

'Niha dema me ye!

Niha dema jinê ye!'

Pirtûk wê di 15'ê Hezîranê de li Festîvala Jinê ya Zîlan bigihêje ber destê xwendevanan. Pirtûka helbestan a 'Dema Jinê' ku ji aliyê Weşanên Meymanê ve hate weşandin, li ser navnîşana pirtukxane.net dikare bê peydakirin.