Pêşangeha "Neynikên Filistînî 19" projeyên biçûk tîne cem hev

Gelek jinên xwedan karsaziyên biçûk ên cihêreng ji bo projeyên xwe di pêşangeha "Neynikên Filistînî 19" de pêşkêş bikin li Xezayê gihan hev.

NAGHAM KARAHEH

Xeza - Ji bo derfetê bidin karsazên jin berhemên xwe yên curbecur bibin bazarê û temaşevanan bi proje û berhemên xwe bidin nasîn pêşangeha "Neynikên Filistînê 19" li Xezayê ji bo jinên kedkar, karsaz û xwediyên projeyên biçûk hat lidarxistin.

Berpirsa Têkiliyên Giştî û Kirûbirê pêşangeha "Neynikên Filistînê 19" Dîma El-Şûrafa di çarçoveya rêze pêşangehên ku nêzî 6 sal in tê lidarxistin de ji ajansa me re axivî û got: "Pêşangeh projeyên biçûk, navîn û mezin dihewîne. Îro jî berdewamiya rêze pêşangehên neynikên Filistînê yên ku di Mijdara 2017’an de destpêkiriye.

Dîma El-Şûrafa amaje bi wê yekê kir ku vekirina rêze pêşangehên bi navê “Neynikên Filistînê” dê berdewam bin û derbarê armanca lidarxistina pêşangehên ji bo projeyên jinan jî wiha got: "Armanca fikra projeya pêşangehan ji destpêkê ve heman fikir e. Bi zêdebûna daxwazan pirojeyan di hemî kategoriyên xwe de her diçe berfireh dibe. Aramaca sereke jî ji bo hayîdarbûna dîdaran ji van berhemên jinane û di derbarê pirojeyên biçuk û xwediyên wan de ji bo zêdekirina firotin û dahata jinan e."

“Tiştên ku hilberînan ji hev cûda dike malzemeyên xwezayî ne”

Ji jinên di nava projeyê de bi berhemên xwe yên dermansaziyê cîh girtî dermansaz Manal Şerafî wiha qala xebata xwe dike: "Fikra projeya ku min ji bo beşdarbûna pêşangehê hilbijart, li ser hilberên lênêrîna laş, por û çerm e. Tiştên ku hilberînan ji hev cûda dike malzemeyên xwezayî ne û li ser bingeha rûnên wekî rûnê cercîr, loz, û yên din ê ji kîmyewî dûr e û bandorên xwe yên neyînî tune ne. Min sê sal berê dikanek elektironîk vekir bi navê Tag Lauren û niha têkiliyek di navbera zanîngeha min û pîşeya min de heye, ji ber ku ez ji ber nebûna derfetên kar li gorî demê dimeşiyam. Daxwaza kesên din li ser hilbirên min heta îro baş e û nerînên wan ên piştî bikaranînê bû sedem ku zêdebûn di  rêjeya firotanê de çêbibe, vê yek jî hişt ez di kar de berdewam bikim."

Pispora analîza bijîjkî Şêrîn El-Sultan jî got: "Min li ser porselen bi hemû reng û cureyên wê yên cihêreng û bi çavê xwe nîgarkêşî kir. Di destpêkê de, mijar tenê behremendiyek bû, bi demê re min dît ku sûdwergirtina ji wê û veberhênana li ser dê hin zêdetir dahatekê ji min re peyda bike. Ez du sal berê çûm min rûpelek li ser malpera tora civakî ya Instagramê bi navê padîşahiya EL-Sebar bû vekir û destkariya xwe di wê de da nasîn."

“Xebatên bi navê xizaniya min”

Ji aliyê xwe ve sêwirankara modayê Şeyma El-Balbisî diyar kir piştî xwendina zanîngehê li ser vê xebatê fikiriye û wiha domand: "Piştî du sal xwendina li Zankoya Sepandî, fikra çêkirina projeyek nenas di vê beşê  de ket serê min, lewra min berê xwe da vekirina dikanekê ku cil û bergên keçên ciwan digire nav xwe û ev karê ku tê xwestin gelek belavbûye. Min berhemên xwe li ser medyaya civakî bi navê ‘Xizaneya min’ nîşan da, lê belê paşê min biryar da ku ez bixwe beşdarî pêşangehê bibim da ku pêbawerî di danûstandina bi mirovan re hebe û ez hewl didim ku projeyê li ser zêdetir pêş bixim."

“Bi navê Rana û Randa berhemê xwe li ser tura civakî pardikim”

Rana Ashour a ku dîplomaya xwe ya pîşeyî ji Koleja Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Filistînê girtiye jib o dema xwe ya vala qezenc bike û pêre jî çavkaniyek dahatê biafirîne di bin mercên aborî yên xirab de wiha dibêje: "Ji ber zêdebûna bêkariyê û nebûna derfetên kar li Xezayê, ez neçar bûm ku li ser xebatên cuda bifikirim da ku wextê xwe yê vala qezenc bikim. Ji aliyekî din ve jî çavkaniyek dahatê biafirînim. Ji ber vê yekê fikra projeyê wek karên destan bû, min bi alîkariya xwîşka xwe di Kanûna sala borî de dest pê kir û di medyaya civakî de rûpelek bi navê Rana û Randa vekir. Li gel nebûna firotinê û kirûbira nebaş jî, min îsrar kir ku xebatê berdewam bikim bi hêviya ku rewş baştir bibe û berhemên min bigihêje zêdetir xelkê."