Malîka Amranî: Ez ji hevgirtina cureyên wêjeyî bawerim

Nivîskar û helbestvana Tûnisî Malîka Amranî da diyarkirin ku tevî hemû zehmeti û astengiyan wê karî dengê xwe bigihîne gel.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Nivîskar û Malîka Amranî piştî xebatek ya deh salan, pirtûka wê ya bi navê ‘Gotarên Rexneyî Di Helbest û Pexşanê De’ derket û ji aliyê Zubeyde Beşîr ve hate xelatkirin.

Ajansa me derbarê pirtûka nû ya bi navê ‘Gotarên Rexneyî Di Helbest û Pexşanê De’ û çend mijarên din, bi nivîskar, helbestvan û rexnegir Malîka Amranî û  xwediya dîwana helbestî şeredenî El-Tîn zat tufaha û kurteçîroka wê ya bi navê ‘Niqşên di laşê ji mermer’ hevpeyvîn pêk anî.

Pirtûka we ya rexneyî ya nû di nav civaka edebî û medyayê de rastî eleqeyekê hat, hûn dikarin ji me re behsa vê xebatê bikin?

Di dawiyê de tevî zehmetî û astengiyan min karî dengê xwe bigihînim gel. Ev sî salin temenê ezmûna min ya helbest, çîrokan û rexneyî li Tûnisê ye, ez hewl didim ku dengê xwe bigihînim gel. Min jiyana xwe di çapemeniyê de bi nivîsandinê derbas kir û karî sê pirtûkên bi kurteya bi sedan gotarên di rojnameyan de hatine weşandin biweşînim û ez belavbûna navê xwe di medyayê de û gihandina nivîs û dengê xwe ji xelkê re piştî salên dûr û dirêj ji têkoşîn, bêkarî, rûniştina li pirtûkxaneyan û lêkolînên çandî yên dijwar wek edalet dibînim.

Her awayê nivîsandinê armancên ku nivîskar dixwaze bigihîje hene, ji bo we ew çawaye?

Min ji nîveka salên 90’ê ya sedsala borî de dest bi nivîsandina helbest, pexşan û çalakî li qada çandî û medyaya Tûnisê kir. Min komxebat û yane ava kiribû û helbestên xwe di kovar û rojnameyên Tûnisî û Erebî de belav kir, di warê helbest û pexşanê de xelatên yekem min girt. Min hebûneke çandî û helbestî jî ava kir û min karî di sala 2013'an de berhema xwe ya yekem ya bi navê şeredenî El-Tîn zat tufaha çap bikim, ku pirtûkek di warê pexşanê de ye, di heman demê de min nivîsên kurteçîrokan di rojname û kovaran de weşand. Dema ku min kar bi dest xist, min xwe bi heyecan dît ku pirtûka duyemîn çap bikim. Ev berhevokek kurteçîrokan ya bi navê ‘Niqşên di laşê ji mermer’, di sala 2018'an de li weşanxaneyek Tûnisî li ser hesabê xwe çap kir. Her metnek di vê berhevokê de serpêhatî û êşa nivîskarek têkoşer ya Tûnisî hildigire. Tevî şert û mercên dijwar yên li ser ezmûna nivîsandinê bi giştî hewil didim dengê xwe bigihînim mirovan. Ev  bûyer bû sedem ku ez kariyera xwe ya nivîskariyê bidomînim. Ji ber min karî piştî çar salan vê pirtûka nû ya li ser rexneyê bi navê Gotarên Rexneyî di Helbest û Pexşanê de biweşînim ku tê de min kurtejiyana nivîsên xwe yên rexneyî yên afirîner di çapemenîya Tûnisê de û lêkolîna zanîngehê ku ji hêla profesor û doktorên pispor ên li Zanîngeha Tûnisê ve têne çavdêr kirin berhev kir. Ez bi hevgirtina cureyên edebî yên ku çanda xwediyê wê derdixe holê û kedên wê yên mezin di xebata li ser nivîskarên wê de bi hemû xîret û cidiyet ve girêdayî bawerim û ez bi behrma kedên xwe kêfxweşim.

Pirengiya di navbera nivîsandina helbest, çîrok û gotaran de dewlemendiya rewşenbîrî û zanîna we ya zêde nîşan dide kî li pişt wê bû?

Yekem, ez miroveke bi xîret  û xwendevanek hêja yê helbest, pexşan, rexne û lêgera wate û nûjenkirinê me. Ya duyem jî li pişt min malbatek vekirî heye ku ji bo qedandina xwendina xwe ya lîsansê piştgirî daye min. Paşê min li cem mamostayên navdar ên Tûnisê û zanîngeha Tûnisê xwend, wan ez ava kirim û ez ber bi riya rast ve birim. Helbet pêwendiya bi nifşên helbestvan ên mezin re, zêdebarî peydakirina çalakî, weşan û hebûna di qada çandî û medyayî û di platformên medyayê de.

Hûn rewşa nivîskariyê li Tûnisê çawa dinirxînin?

Tûnis bi xwezaya xwe zayineke. Ji ber ku helbestvanên baş li tevahî cîhanê afirandiye, bi giştî, tevgerek çandî ya berbiçav û pesindar heye tevî şert û mercên korona ku bandor li nirxê pirtûkê kiriye, lê ez helbest û wêjeya Tûnisê baş dibînim û tevî zehmetî û astengiyan hemû hewlên xêrxwaziyê ji bo pêşxistina çandê bi nirx dibînim.

Hûn serperiştiya yaneya zarokan ya bi navê ‘Jiyan Çîrokeke’ dikin, ya ku taybet bi teşwîqkirina zarokan ji bo xwendinê, gelo dê, bav û zarok çawa pê re eleqede bibin?

Ez dibînim ku damezrandina min ji yaneyê re zarokan teşwîq dike ji bo xwendin û sererastkirina nivîsan yek ji girîngtirîn serpêhatiyên çandî yên ku min bi tena serê xwe derbas kiriye. Ez gelek hewil didim ku rihê xwendinê di zarokan de ava bikim û wan fêrî nivîsandinê bikim. Ev yek bû cihê kêfxweşiyê li gel dê, bav û zarokan. Ji ber yekê ezmûn pir serkeftî bû û ew berhema kedên salên dirêj yên têkoşîna çandî û zanînî ne.