Li Rojava têkoşîna jinan ji bo parastina şanoya Kurdî didome

Jinên şanoger ên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew ji bo parastina şanoya Kurdî têdikoşin û hêviya wan ew e ku ji bo şanoyê peymangehên pispor bên vekirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava bi şoreşê re di gelek qadan de pêşengiyê dikin di aliyê çand û hûnerê de jî pêşengiyê dikin. Jinên şanoger ên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rewşa şanoyê, tecrubeya xwe ya şexsî û rola jinan di parastina şanoya Kurdî de ji me re axivîn.

‘Di her projeyê de em tecrube digrin’                                                   

Yara Sar a 23 salî ji bajarê Qamişloyê ye beriya 3 salan bi projeya “Taxa Jibîrkirî” ya Komîna Şanoyê ya Rojava dest bi xebata xwe ya şanoyê kir. Yara Sar a beşdarî gelek şano û festîvalan li bajarê cuda yên Kantona Cizîrê bûye, dibêje: “Dibe ku asta şanoyê ne li gorî tê xwestin be, tevî vê jî şano qadeke pir xweş e, mirov tu carî poşman nabe. Raxistina doz û pirsgirêkên civakî li ser dikê bi awayekî komedî yan jî trajîk, ne kêm e. Di her projeyeke nû de em tecrubeyê digrin.”

‘Em dikarin ji bo dozên xwe peyaman bidin’

Lorîn Derwîş a 20 salî jî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, da zanîn ku wê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê 3 sal berê dest bi şanoyê kiriye û wiha pê de çû: “Dema min dest bi şanoyê kir, hîs dikir ku êdî dikarim tiştekî bikim ji bo xwe, malbat û civakê. Ev deng tê bihîstin bi şanoyê, gelek hest hene ku di kêliyên normal de nikarin bidin xuyakirin lê bi şanoyê hemû hest tên şîrovekirin. Dema şanoger ji bo pêşketina xwe kedê didin, ev yek dihêle ku qada şanoyê bi xwe bi pêş bikeve.”

‘Em dixwazin berhemên me li cîhanê deng vedin’

Lorîn Derwîş destnîşan kir ku roleke jinan a xurt di şanoya Kurdî de heye bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Di dema berê de hejmara jinan di warê hunerê de pir kêm bû, îro hebûna jinan û keda wan di warê şanoyê de cihê serbilindiyê ye. Jinan dikaribûn îsbat bikin ku ew xwedî karektereke xurt in, dikarin her rolê bilîzin. Divê her kes bizanibe şano çi ye û tê çi wateyê. Em dixwazin berhem û projeyên şanoyê bi navê Rojava li cîhanê deng vede. Em dikarin xwe bigihîjînin tevahî cîhanê.”