Mihrîcana Şehîd Bawer: Benda hevdîtina ciwan, çand û berxwedanê
3’emîn Mihrîcana Şehîd Bawer ku bi dirûşmeya "Bi hêvî û baweriya şehîdan" hate lidarxistin, careke din pêşengiya ciwanan û hêza berxwedana çandî di avakirina civakek demokratîk de nîşan da.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Festîvala Şehîd Bawer a çand, huner û werzîşa jinên ciwan û ciwanan, di dewreya xwe ya 6’emîn de li bajarê Kobanê yê kantona Firatê di 9’ê Cotmehê de destpê kir.
Festîvala şehîd Bawer a ku îsal bi diruşmeya ‘Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike’ tê li darxistin, bi vekirina stadyuma şehîd Agir destpê kir û di dirêjahiya sê rojan de bi dehan çalakiyên hunerî, çandî û werzîşî birêve çû.
Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto, têkildarî festîvalê nirxandinên xwe bi me re parve kir.
‘Festîval watedar û girîng e’
Avaşîn Misto ku bilêv kir îsal festîval xwedî rengekî cuda ye, wiha got: “Festîvala şehîd Bawer îsal bi rengekî cuda û balkêştir tê li darxistin, îsal stadyuma şehîd Bawer hat vekir ku ev yek di hemdema mihrîcanê de pêk hat. Bi vî awayî jî me xwest bîranîna şehîd Bawer her zindî bimîne ku em vê stadyumê diyarî giyana wî û tevahî cangoriyên ku em îroj bi saya fedekariya wan rojên wiha dijîn, dikin. Ji bo vê jî ji bo me gelek watedar û girîng e.”
Çandên pêkhateyan hatin ba hev
Avaşîn Misto ku dibêje; “Îsal Festîval di dirêjahiya sê rojan de tê li darxistin ku di nav de bi dehan çalakiyên werzîşî, hûnerî, çandî û lîstokên cur be cur hene” wiha agahiyên li ser festîvalê parve kir: “Mihrîcana ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwan û Werzîşê ve tê li darxistin, dikaribû çanda tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di staduyma şehîd Bawer de bîne gel hev. Rêber Apo girîngiyê dide hevpariya çand û zimanên netewan. Me jî li ser vê bingehê peyameke bi vî rengî ji bajarê Kobanê da ku em dikarin çand, ziman û hûnera berz bikin, biparêzin û li gel hev bijîn, her wiha jiyaneke demokratîk û aştiyane bi hev re parve bikin.”
Tevlîbûna jinên ciwan
Avaşîn ku di domandina nirxandina xwe de bal kişand ser tevlîbûna jinên ciwan wiha got: “Tevlîbûna ciwanan û jinan ya di nava şoreşa me de him bi wate ye û him xwedî bandoreke mezin jî. Bi taybet şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi şoreşa jin tê nasîn jî, jinên ciwan di risteke girîng de dikarbûn nasnameya xwe ava bikin û roleke stratejîk bilîzin. Lewra jî di vê pêvajoya de bi giranî em xwe xwedî vê pirojeyê dibînin ku erka me parastina wê ye.”
‘Hewildan, xebat û têkoşîna me ji bo Rêber Apo ye’
Avaşîn Misto di nava axaftina xwe de behsa pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin kir û wiha domand: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî, hewildan û têkoşîna me ewe ku em careke din di asta pêşengiyê de tevlê bibin. Piştî ku Rêber Apo gelek name û peyam parve kirin, di nava perspektîfên xwe de bal dikşîne ser girîngiya tevlîbûna jinên ciwan ya pêvajoyê. Em jî di vê çarçoveyê û asta berpirsyariyê de tevlî nava pêvajoyê dibin û xebata xwe pêktînin.”
‘Me helwest û peyama xwe bi zelalî diyar kir’
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto di dawiya nirxandinên xwe de got; “Zindîbûna ciwanan misogeriya şoreşê” ev bangê kir: “Ger em bixwezin civak û şoreşa me zindî bimîne û her tim li ser piyan be, divê jin û ciwanên wê zindî bin. Ji bo vê jî zindîbûna me ciwanan garantiya şoreşê û misogeriya avakirina civakeke aştiyane û demokratîk e. Helwest û peyama me ya ji stadyum û mihrîcana şehîd Bawer jî ev e.”