Koroya Kerwana Sor: Hevdîtina hestên jinên Mexribê

Koroya ‘Kerwana Sor' li bajarê Merakêş a Mexribê yek ji tîmên jinan e ku xwe bi hêz nîşan daye û atmosferek ji bo hevdîtina gelek rûyên jinan bi hev re ava kiriye.

RECAA XEYRAT

Mexrib – Di çend salên dawî de gelek komên stranan yên koroyî yên jinan derketin. Ev koro, bûn nefesek ji bo jinan, ji zextên jiyanê re û atmosferên ku bi riya wê stranan bêjin ava kirin.

Bi 12 jinan destpê kir

Koroya ‘Kerwana Sor’, li bajarê Merakêşê yek ji tîmên jinan e ku xwe bi hêzeke pir xurt ferz kiriye. Atmosferek hevdîtina gelek rûyên jinan bi hev re ava kir. Destpêkê 12 jin bûn, niha hejmara wan zêdetirî 40 jinan e. Koroya ‘Kerwan ya Sor’, jinên ji temen û astên xwendinê yên cuda di nav xwe de dihewîne. Tevî hemû cudahiyan jî, hezkirina stranbêjiyê û mûzîkê wan dikin yek û stranên Mexribî û Rojhilatî bi dengên wan derdikevin pêş.

Derbarê navê ji bo tîmê hatiye bijartin de Seroka koroyê û piştgira madî ya şahiyên li Merakişê Hekîme El Elmî wiha got: "Navê koroyê dibe du beş. Yek Kerwan e vedigere çûkên xwedî dengekî xweş. Ya sor jî vedigere bajarê Merakişê ku wek ‘bajarê sor’ tê naskirin. Ji ber ku avahiyên wê ji kevirê remlê yê sor hatine çêkirin. Di destpêkê de koroya me ji 12 jinan derbas nedikir. Dem bi dem hejmar zêde bû û niha ji 40 jinan derbas dike. Gelek jinan daxwazên xwe ji bo tevlî tîma me bibin anîn ziman, ji bo behreya xwe ya jê hez dikin pêk bînin.”

Ji bo şahî û pêşangehan tên vexwendin

Hekîme El Elmî da zanîn ku koro di mala wê de ye û wiha berdewam kir: “Ji bo perwerdeyên deng ku bi rengekî heftane pêk tê. Jinên beşdar dibin, yeqîn nakin esra roja pêncşemê were ji bo ku hev bibînin û bi hev re biaxivin û stranan bêjin. Ji dema avakirina tîma me ve, pêşketinên berbiçav hene. Jin hemû bi hev re bi yek dengî stranan dibêjin û li ser perwerdekirina dengên xwe dixebitin da ku bibin yek deng. Koroya me niha gihîştiye asteke ku ji bo em beşdarî şahî û pêşangehên li derveyî bajarê Merakişê bibin, tên vexwendin. Beriya niha tîma me di şahiyek de cihê xwe girt. Ev şahî, li bajarê Exadîr ku dikeve Başûrê Mexribê, her wiha bajarê El Dar El Beydaa ku dikeve navenda Mexribê ye. Niha tîma me xwe amade dike ku  li bajarên Mexrîbê û Tenca ya li Bakurê Mexribê beşdarî şahiyên din bibe. Her wiha hevdîtinek me bi tîmeke Mûzîkê ya ji 40 kesan pêk tê re heye. Ev tîm, ji Malqa ya Ispanyayê ye.”

‘Di nav me de ruhê stranbêjiyê û hezkirina ji stranan re heye’

Hekîme El Elmî destnîşan kir ku tîma wan destpêkê mîna cureyek ji bêhnvedanê û azadiya ji barên jiyanî yên rojane, ji jinên karker re bûye û wiha got: “Heta ku bipêş ket û niha bi şahiyan û pêşangehan li derve û hundirê welat zindî dike. Di nav me de ruhê stranbêjiyê û hezkirina ji stranan re heye.”

‘Em di nav hev de pirsgirêkên xwe jî dibêjin’

Peymandar û Pispora Xwarina Xwezayî Şems El Duha, diyar kir ku endamên tîmê di destpêkê de peymandariya jinan kom kirine û wiha pê de çû: “Paşê biryar dan demekê ji bo bêhnvedanê, bi riya stranbêjiyê veqetînin. Li şahiyên giştî hev didîtin û bi hev re stran digotin, heta ku nas kirin behreyek hevbeş di navbera wan de heye. Ji ber vê yekê fikra avakirina tîmeke jinan a stranan hat û di encamê de Nadiya 'Koral Kerwan ya Sor' hat damezrandin. Heftê carekê em hevdû dibînin û em gelek doz û pirsgirêkên jinan jî nîqaş dikin. Ev hevdîtina heftane, bû yek ji demên girîng di jiyana min û ya jinên din de. Ji ber tîm yekem korala jinan e, hevdîtin ne tenê ji bo stranbêjiyê tê kirin. Em di nav hev de pirsgirêkên xwe jî dibêjin û bi hev re çareser dikin."

Di nav hev de pere kom kirine

Şems El Duha da zanîn ku ew jî xezîndara koroyê ye û wiha got: “Ji bo ku em bidin mamosteyê me perwerde dike û di dema lêdana Ûdê de bi me re ye, me dest bi danhevek sembolîk ji pereyan kiriye.”

Ji bo koroyê komeleya zagonî hat avakirin

Çalakvana Hiqûqî Xedîce El Kedmî, ji ber ku ji stranan pir hez dike û eşqa wan lê ketiye, tevlî tîma stranbêjiyê bûye. Her wiha cihê xwe di tîma 'Şems El Beşair' û 'Esdîqa El Miweşehat' de jî digre, lê derfeta tevlîbûna tîmeke jinan ji destê xwe berneda û got: “Ji dema ku min bihîst tîmeke wiha heye, min dixwest tevlî bibim. Heta dema min bihîst sekiniye jî, ez xemgîn bûm û min hêvî dikir dewam bike, bi taybetî ji ber ku tîmeke jinan e. Min têkilî bi seroka tîmê re danî û me komeleya ku wek çarçoveya zagonî ji tîmê re tê naskirin, ava kir. Niha ew Koroya ‘Kerwana Sor’ e.”

‘Koroya me bûye cih û warê gelek jinan’

Xedîce diyar kir ku ew kêfxweş e ji ber tîm nûnertiya dengê jinan a di hundirê Mexribê û derveyî wê de dike û cudahiya jinan ji aliyê temen û karan û rewşa civakî de tîm cuda kiriye. Xedîce wiha pêl da axaftina xwe: “Koroya me bûye cih û warê gelek jinan. Derfetê dide  jinan ku tiştê di dilê xwe de vebêjin û bi hemû azadiya xwe biaxivin.”

‘Koroya Kerwana Sor tecrubeyeke cuda ye’

Ji ber ku stranbêjî cureyek ji cureyên derbirîna mirovan e, Fatma El Zehraa Ziraba jî tevlî koroyê bûye. Fatma, ji bo hestên xwe bîne ziman û ji ber bi kar û afrîneriyê bawer e tevlî wan bûye. Fatma destnîşan kir ku Koroya Kerwana Sor tecrubeyeke cuda ye, ji ber derfeta hîn zêdetir naskirina civakê jê re vekiriye û hiştiye ku gelek çandan nas bike û têkiliya bi jinên din re deyne. Her wiha diyar kir ku di destpêkê de hevdîtin ji bo wê wek kursên dermankirina derûnî bûne, lê belê bi demê re bi giraniya berpirsyariyan hesiyaye.

Fatma, da zanîn ku ji ber  pêşangeh û şahiyên mûzîkê vedikir û bi vî awayî dengekî xwecihî û neteweyî veda, her wiha ketiye nav hevbeşiyên bi komeleyên din ên çand û hunerê re.