Jinên ku bejdarî fuara kulîlkan bûne kêrhatiyên xwe nîşan didin

Îsal jinên ku bejdarî fuara kulîlkan ya 81’an ku li Xertûmê hatî li darxistin bûne. Bi kulîlkên ji hev cûda mêvanan dibe rêwîtiyek bi aram. Ji derveyî cûrên nebatan jinên ku di qadên cûda de hilberinê dikin bejdarî fuarê bûne.

MAYSA AL QADİ

Xertûm – Li Sudanê ji sala 1934’an ve weqfa hilberîna baxçeyan ya Sûdanê hatiye avakirin û îsal jî li Xertûmê fuara çîçekan ya 81’em vekirin. Di fûarê de 250 qadên şitil lê were çandin heye, jinên ciwan bi pirojeyên xwe yên çandiniyê bejdar dibin. Ji jinên ku hersal bejdarî fuara ku tê vekirin dibe, Samah Adam Omar ku endezyariya çandiniyê xwendiye û di mala xwe de cihê şitlan çêkiriye diyarkir ku bi nebatên ciwakirinê di hundir û derve de bejdarî fuarê bûye, der barê qada xwe de gelek zehmetiyan dikşîne.

‘Qadên çandiniyê baş nayê rêvebirin’

Rahma Othman Mustafa ji fakulteya çandiniyê xelaskiriye da zanîn ku ev fûare di aliyê kirîn û firotinê de xwedî giringiyekê ye û wiha got: “Piştî ku ez mezun bûm, min gelek perwerde dît û min karê xwe bi xwe ava kir. Min xwest ez karê xwe pêş bixim, lê belê ji ber qeyrana aborî min gelek pirsgirêk jiyan kir. Me şitil hene di wê derê em bi xwe di hilberînin, lê belê ev jî heta cihekê destur tê dayîn. Tam em cih nasdikin piştre cihê şitlan tê guhertin. Alîkarî û lênêrîna rayedaran divê qadê de gelek kême. Qada çandiniyê baş nayê rêvebirin.”

Bi çeşmeyên ku çêkriye bejdarî fuarê bû

Amani Mohammed  ji koleja hunerên ciwan û beşa dizayna hindir temam kiriye, piştî temamkirina zanîngehê dest bi çêkirina çeşmeyan dike û da zanîn ku bejdarbûna fuarê tenê ji nebatan pêk nayê û wiha  got: “Bejdarvan afrêneriyên wan di qadên din de jî hene, ji bo ez berhemên xwe bidim nasîn û derdora xwe fireh bikin ez bejdarî fuarê bûm.”