Ji bo jinan dema axaftinê

Pêşangeha Dema Axaftinê dirûşmên femînîst bi hunermendan re li hev dicivîne. Yek ji ekîba projeyê Şehlem Kaçar, pêşangeha ku armanc dike her tiştê jin mijara wê ye nîşan bide vegot.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê, pêşangeha Dema axaftinê ya ku bi bangawaziya jinan dest pê kir û li Şîşlî û Dêrsimê bi dirûşmên femînîst dagirtî bû, li ser medyayê weşanê didomîne. Xebata ku ji aliyê ekîba projeyê ji Meral Akkent, Şehlem Kaçar, Merve S. Ozturk û Burcu Yilmaz ve pêk dihat, tevî hemû zehmetiyan hem li ser panoyên îlanê (bilboard), hem li ser medyayê û hem jî bi çapkirina pirtûkê re derbasî jiyane bû. Yek ji ekîba projeyê Şehlem Kaçar ku ji ajansa me re axivî, wiha got; "Me xwest em gelek bajarên Tirkiyeyê bi dirûşmên femînîst ên ku mijara wan li ser jinan e, bi berhemên hunerî yên bi xwe çêdikin, tijî bikin."
Şehlem Kaçar anî ziman ku ew wekî ekîba projeyê pêşî girîngî li hemû didin û zehmetiyên ku ji ber van pêşaniyan li rast hatine vegot: “Piştî nîqaşa ku me bi Weqfa Çanda Jinê ya Stenbolê re bi hinceta ku hînkariya perwerdeya bi Kurdî û Ermenî tune ye, kir, riyên me ji hev cuda bûn lê me dev ji projeyê berneda. Me bi heşt şaredariyan re hevdîtin pêk anî. Ev pêvajoyek bû ku hin şaredariyên berê li projeyê baş nihêrîn lê paşê dev jê berdan. Em di wê baweriyê de ne ku sedema wê, ji ber ala keskesor, zimanên Kurdî û Ermenî ne.”
Jinan dirûşm hilbijartin
Şehlem Kaçar diyar kir ku beriya 25'ê Mijdarê bi gelek hunermendên jin ên ji çand, nasname û komên temenan re hevdîtin pêk anîne û piştre jî bi bangawaziyek vekirî riya xwe berdewam kirine û got: “Me hewzek dirûşman ku ji dirûşmên tevgera femînîst pêk dihat ava kir û ji hunermendan xwest bi hilbijartina dirûşmek ji vê hewza dirûşman berhemek hunerî hilberînin. Jinên hunermend ên amator an jî profesyonel ji vê hewza dirûşman, dirûşmên xwe hildibijartin û berhemên xwe hilberandin. Piştre me bi van hunermendan re panoyên îlanê amade kir. Van îlanan hem li Dêrsimê hem jî li Şîşliyê cihê xwe girtin.”
Bi metna prensîban tevgeriyan
Şehlem Kaçar diyar kir ku di qada giştî de nîşandana berheman gelekî girîng e, wiha axivî: “Ji bo me tevger pîvana herî girîng bû. Ji bo ku ji hemû kom û nasnameyên çandî yên li Tirkiyeyê re qad vebibe me girîngî da.” Şehlem Kaçar got ku di çarçoveya projeyê de 158 serlêdan girtine, diyar kir ku di hilbijartinên kar de ew bi “metna prensîban” tevgeriyan e û wiha axivî: “Me berhemên ku wêneyên jinan ên tê de bêçare, bi tirs û bêhêz hatine nîşandan hilnebijart. Ji ber vê yekê pêşangeha vê berhemê û ev rêbaz bi xwe hem ji bo hunermendan hem jî ji bo me gelek pêşvebir bû. Ji ber ku em bi pratîkên femînîst, li gorî rêgezên exlaqî, bi hunermendan re axivîn. Xebatên ku hêzdartir an jî ne homofobîk û transfobîk bûn, helwestên cihêkar ên şîdeta li ser jinan pêk nedihatin, hatin kirin lê di heman demê de xebatên ku klîşeyên pêk dihatin jî hatin. Lewma pêvajoya pêşangehê hem ji bo me hem jî ji bo hunermendan pêşvebir bû.”
Pêşangeh dikare li ser Konusmazamani.com were ziyaret kirin.