Hunermend Merwa Ebd-El Munim ji bo derbirina bi wêneyan însiyatîfek da destpê kirin

Wênexêz Merwa Ebd El-Munim piştrast kir ku xwe îfadekirina bi wêneyan ji bo gelek bijîjkan yek ji girîngtirîn ramanên dermanî yên pejirandî yên psîkolojîk e.

ASMAA FATHİ

Qahîre - Wênexêz Merwa Ebd El-Munim însiyatîfek bi navê "Hiset Resim" da destpêkirin, wê amûrên xwe yê xêzkirinê birin çend gund û parêzgehan da ku kesên ku dixwazin bi xêzkirinê xwe îfade bikin perwerde bike. Merwa Ebd El-Munim dest bi komkirina zarokan dikir û hemû bala xwe dida ser ramanên wan û dixwest xwe bighîne tişta ku ew tê de difikriîn da ku wê li ser kaxezê xêz bike. Têkildarî mijarê hunermenda plastîkê Merwa Ebd El-Munim li ser însiyatîfa xwe ji me re axivî.

"Mafê herkesî heye ku xwe bi awayên ku ji bo wî guncaw in îfade bike"

Merwa Ebd El-Munim da zanîn ku fikra însiyatîfê di encama xwesteka wê ya vekirina qadeke berfireh ji bo xweîfadekirina bi wêneyan bi wêneyan hat û wiha got: "Mafê herkesî heye ku xwe bi awayên ku ji bo wî guncaw in îfade bike. Hunera plastîk li Misrê rêzek zelal naşopîne û di navbera pisporên wê de cûdahiyên bingehîn hene. Di dema niha de di navbera wergir û hunermend de ferqek wisa heye ku êdî temaşevanên wî ne zêde ne, her çend şaristaniya Misrê bi giranî xwe dispêre vegotina bi wêneyê û ev rengê hunerî tenê bi rewşenbîran re sînordar bûye. Sedema vê yekê bi giranî ji hunermendê plastîk bi xwe ye, ku xema nêzîkbûna bi temaşevanan û bi giştî wergir re nagire."

"Yek ji pirojeyên min şopbandina dîroka malbata min ya sed salî ye"

Merwa Ebd El-Munim anî ziman ku wê hin fîlm bi zarokan re çêkiriye li cihên ku nedihate hizirkirin ku ev qas afirînerî jê derkeve holê û wiha pê de çû: "Hin fîlm hene ku bi zarokan re hatine amade kirin û ez bi rêya wan beşdarî gelek festîvalan bûme û rastî pejirandin û serkeftinên mezin hatine, hin ji wan jî li hin welatan hatine nîşandan di nav de Îtalya. Ez li ser amadekirina ramanên kesane xebitîm û min behsa hemû têkçûn û serketinên ku di jiyana min de derbas bûne dikim. Yek ji wan pirojeyên giring ku ez di vê heyamê de li ser dixebitim ev e ku di bin navê "Zarokên Zeyneb" de dîroka malbata xwe ya sed salî bişopînim. Di vê projeyê de fikra min ew e ku ez dîrokê bi rêya kesan binivîsim û bi nêrîna jinên malbatê bûyeran binirxînim."

"Xêzkirin zimanekî danûstendinê ye ku nêziktirê"

Merwa Ebd El-Munim diyar kir ku tişta ku li ser bandora xêzkirinê li ser mirovan tê raber kirin, bi tevahî ti têkiliya wê bi zanistê re nîne û wiha axivî: "Xêzkirin zimanekî danûstendinê ye ku nêziktirê wijdanê ye ku Misriyên kevnar xwe û yê din di tabloyan de îfade dikirin ne demek dirêj berî bidestxistina ziman û jêhatîbûna axaftinê. Yek ji feydeyên xêzkirinê ev e ku ew yek ji baştirîn awayên vegotina xwe û ramanan e. Gelek çalakî hewcedarê piştgirîya hikûmetê ne."