Hunera neqişandinê ya Filistînî ket nav lîsteya mîrateya çandî ya cîhanê

Pispora derûnî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Fîda Muhana ji ajansa me re diyar kir ku piştî hunera neqişandina Filistînî ket lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê, fikra însiyatîfa "Keçên Welatê Me" derket pêş û di 5'ê Çileyê de li parêzgeha El Wusta hat destpêkirin, di çarçoveya projeya piştgiriya derûnî ya ji bo jin û zarokan de.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Hunera neqişandinê ji bo jinên Filistînî dibe nasnameyek. Ew cil û neqiş her tim ji bo komek jinên ku bi salan e li ser axa Filistînê jiyane, bûye belgeyeke îsbatkirinê. Di salên borî de, Filistîniyan hewl dane xwedîtiya xwe ya li ser mîrateya Filistînê bi riya saziyên parastina mîrateyên navneteweyî îsbat bikin. Bi vê yekê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandî ya UNESCO’yê hunera neqişandina Filistînî tevli lîsteyên mîrateyên çandî yên cîhanê kir. Di çarçoveya civînên dewreya 16'an a Komîteya Navdewletî ya Peymana Parastina Mîrateya Çandî ya UNESCO’yê de ji 13 heta 18 Kanûna paşîn li Parîsê pêk tê.
Pispora derûnî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Fîda Muhana ji ajansa me re diyar kir ku piştî hunera neqişandina Filistînî ket lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê, fikra însiyatîfa "Keçên Welatê Me" derket pêş ku di 5'ê Çileyê de li parêzgeha El Wusta hat destpêkirin, di çarçoveya projeya piştgiriya derûnî ya ji bo jin û zarokan. Fikir li dora kombûna hejmarek jinên ku cil û bergên Filistînî li xwe kirine û di konên vekirî de rûniştine ji bo çêkirina xwarinên kevneşopî yên wek maftul û pêkanîna gelek çalakiyan dizivir e.
"Gelek berhemên kovneşopî hatin pêşkêşkirin"
Di danişînê de, li gorî tiştên ku Fîda Muhana ji me re got, jinan çend çîrokên beriya koçkirinê parve kirin. Wek mînak behsa bajarokê EL-Esîle û tiştên di warê xwarin û vexwarinê de navdar e, yan jî hin urf û edetan kirin. Wê bi bîr xist ku ew bi dubarekirina gotinên pêşiyan û sirûdên gelêrî kêfxweş bûne, vê yekê jî ew vegerandin demên beriya koçberiya Filistîniyan. 
Wê diyar kir ku sedema sereke ya serkeftina însiyatîfê, coşa 31 jinên beşdar e û xwesteka wan a wergirtina nûçeya ku UNESCO’yê hunera neqişandinê bi awayekî cuda tevli lîsteya xwe kir. Ew danişîn bi def û lûtkeyê ku modelek mînyatur a daweta Filistînî ya kevnar temsîl dikir, bi dawî bû. Wê bal kişand ku di vê çalakiyê de gelek berhemên kevneşopî yên wekî nanê sêlê, ji bilî xwarin, cil, bergan û cihêreng hebû.
"Li her bajareke Filsitînê çanda cilên taybet cuda ye"
Li gorî Fîda Muhana, her bajarekî Filistînê cilekî xwe yê taybet heye. Bajarê Bîr EL-Sebi ji bo bûkê cilên sor tê lixwekirin û jinebî jî şîn li xwe dikin. Wê got ku xemilandina jinan li wî bajarî hicaba ku pereyên zêr û zîv lê hatine zêdekirin, ew jî wek riyekê ji bo parastina xwe ji tevî biyabanê û bahoza qûmê.
Der barê bajarê Yafayê de jî Fîda Muhana bal kişand ku cil û bergên wê xwedî gelek dirûtin û rastbûna bêdawî ya di sepanê de ne, di nav wan de damarên daran û gulan hene, ji hawirdora xwe ya kesk a xweşik tê girtin. Bajarê Jenînê jî bi cil û bergên xwe yên dirêj ên spî ku bi çend rengan ve tê destnîşankirin cuda dibe. Her wiha cil û bergên bajarê Beyt Lehim bi milên berfireh ên sêgoşeya bi gelek stûnan hatiye sêwirandin û ji bo bûkê qumaşê bi saten hatiye guhertin. 
"Dagirkeriya Îsraîlê destdirêjî li ser her tiştî kir"
Berê, jinên Filistînî her tim kiras li xwe dikirin û heta bi mêran re di sarinckirina zevî û berhevkirina dexlê de jî beşdar dibûn. Lê dagirkeriya Îsraîlê destdirêjî li her tiştî kir di nav de hunera neqişandinê jî wê destnîşan kir ku ev huner çavkaniya debarê ye ji bo jinên ku di warê firotina wê ya li ser asta herêmî de bi pirsgirêkê re rû bi rû nabin lê ji bo veguhestina wê ji Xezayê bo welatên cîhanê rastî zehmetiyan tên. 
Fîda Muhana biryara UNESCO’yê bi nirx dibîne, ji ber ku ev biryara UNESCO’yê wek rêgirtina li ber kiryarên Îsraîlî yên ku her tim dixwazin mîratê bidizin û cotkirina axên Filistîniyan bike derket holê. Wê da zanîn ku ev gav wek piştgirî ji doza Filistînê re hat û ji bo nifşê nû bizanibe ku hunera neqişandinê wek nasnameya Filistînê ye û divê were parastin wek parastina mîrata madî ya ku bi avahî û berhevokan tê temsîlkirin.