Hewldanên parastina avahiyên kevnar ên li bajarê Xezayê

Li Xezayê bi sedan şûnwar û avahiyên kevnar ên arkeolojîk hene û Wezareta Tûrîzm û Antîk a Filistînê hewl dide wan ji guhertinên cûda yên avhewa biparêze.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Bajarê Xezayê li ser kavilên çend bajarên kevnar hatiye avakirin û şaristaniyên cuda yên wekî Yewnanî, Romayî, Bîzans, Îslamî û beriya wan şaristaniya Kenanî û demên pêşdîrokî yên wekî tûncî û hesinî anîne cem hev.

Li Xezayê 114 şûnwarên arkeolojîk hene

Lêkolînera arkeolojiyê a li Wezareta Tûrîzm û Antîk Hiyam El-Bîtar da zanîn ku bajarê Xezayê 114 şûnwarên arkeolojîk dihewîne û wih got: "Sedema hebûna vê hejmara mezin a şûnwaran ew e ku ew bajarê herî kevin ê cîhanê tê hesibandin ku xaçerêyek rê çêkiriye ku wê bi hemî welatan ve girêdide, li gorî malpera navneteweyî parzemînên Asya û Afrîkayê bi hev ve girê dide û ew navendek erdnîgarî ya girîng e ku Misir û welatên bakur û rojhilatê Deryaya Navîn bi hev girê dide. Li bajarê Xezayê şaristaniyên herî kevn ên cîhanê hene, yên wekî Asûrî, Firavunî, Babîlonî, Fenîkî û Farisî. Bajarê Kevin cihê ku bi sedan cih û xaniyên kevnar ên li Xezayê digihîne hev, ku ji serdema Osmanî, Memlûk, û dibe ku Bîzans û berî wê hatiye avakirin. Ji bo Bajarê Kevin nûnerekî taybet heye ku ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve hatiye destnîşankirin, ku erka wî şopandina rewşa Bajarê Kevin e û di derbarê wan de dem bi dem ji Wezaretê re rapor bike."

"Pêdivî bi nûkirina avahiyên kevnar heye "

Hiyam El-Bîtar diyar kir ku lijneyek ku ji Wezareta Tûrîzmê, Wezareta Rêveberiya Herêmî û Şaredariya Xezayê pêk tê hat avakirin da ku serdana van xaniyan bikin û bibînin bê her xaniyekî çi zirar dîtiye ji ber ku ew mîrasek e ku dîroka welêt dinivîse û wiha pê de çû: "Kes nikare avahiyek dîrokî hilweşîne an jî beşek jê rake, her kesê ku zirarê bide avahiyên dîrokî dê were cezakirin. Lê dema xanî wêranbûyî bin, berjewendî û jiyana xelkê li ber çavan tê girtin û hejmareke pispor destwerdanê dikin, tenê di wê rewşê de mafê xwediyê wan xaniyan heye ku wê hilweşîne. Ji Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1917'an de ji ber bombebarana bi top û balafiran ji aliyê desthilatdariya Îngîlîz û dagirkeriya Îsraîlî ve zerareke mezin gihandin van avahiyan. Pêdivî ye ku hemî avahiyên kevnar bêne nûve kirin, lê ev yek b dravdana ku ji derve tê ve girêdayî ye ku avahî li gorî şêwaza wê ya mîmarî ya kevn ji nû ve zindî bike."