“Heta ku têkoşîna jinan hebe dê kameraya min qeyd bike”

Rêzan Bayram ku bi kurtefîlm û belgefîlmên çêdike, balê dikşîne ser berxwedana jinan, da zanîn ku heta têkoşîna jinan hebe dê kameraya wê jî di qeydê de be û diyar kir ku armanca wê ew e ku çîroka jiyana Taybet Înan bi kameraya xwe nîşan bide.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed– Derhêner Rêzan Bayram a ku meraqa xwe ya sînemayê bi fîlmên di temenekî biçûk de lê temaşe kiriye dest pê kiriye, heta îro didomîne, li kadraja xwe berxwedan, reng û hêviyên jinan bi cih dike. Rêzan Bayram a ku herî dawî serpêhatiyên Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku yên nobeta edaletê kir belgêfîlm, di kurtefîlma xwe ya berê ya bi navê 'Pace (pencere)' de jî behsa jinan kir. Rêzan Bayram, diyar kir ku ji bo tiştên jin dijîn bên hîskirin û zanîn ew vî karî dike û got: "Heta têkoşîna jinan hebe dê kameraya min jî qeyd bike.” Rêzan Bayram ku yekem car li Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn dest bi perwerdeya sînemayê kir, 10 sal in bi awayekî aktîf li pişt kamerayê xebatê dimeşîne. Rêzan Bayram di nava komeleyê de di gelek xebatên kolektîf de cih digre, piştre kurtefîlmek bi navê 'Pace' ya çîrokek ku hatiye jiyîn kişand. Kurtefîlma ku ji 7 deqîqeyan pêk tê qala du jinên girtî ku yek ji wan wênesaz e, di girtîgehê de di hucreyê de tên ragirtin dike.

"Armanc nîşandana ruhê hevgirtina jinan e"

Rêzan Bayram piştî ku ji çîroka bihîstiye bi bandor bûye, tiştên jin dijîn anî ser ekranê got ku di kurtefîlma xwe de xwestiye hêvî û ruhê hevgirtinê ku jin didin hev nîşan bide. Rêzan Bayram der barê fîlmê ku çêkiriye de wiha got: “Dema ku ez difikirîm ez ê çawa vê çîrokê li ser ekranê nîşan bidim, ev fîlm derket. Di fîlma min de du karakterên jin hene, fîlm bi rastî hêvî û berxwedana van her du karakterên jin ji hev re nîşan dide. Me jinareke ku li cihê jineke wênesaz xewn û hêviyên xwe winda dike, jin ji hev re dibin hêz kir mijara xwe. Bi wê hêviyê, jina din wêneçêkirina xwe domand. Her çend kurt be jî min hewl da di fîlm de berxwedan û hevgirtina bêdawî ya jinan nîşan bidim. Min hewl da her tiştê ku dibînim û hîs dikim, bi vî awayî li ser ekranan bidim xuyakirin.”

“Me xwest em ji qîrîna herdu dayikan re bibin deng”

Rêzan Bayram diyar kir ku herî dawî wan belgefîlmek li ser serpêhatiya Emîne Şenyaşar û dayika Gulistan Doku Bedriye Doku yên di nobeta edaletê de kişandine û got ku bi vê fikra ku divê li erdnîgariya em lê dijîn, çîrokên jinan neyên jibîrkirin, dest bi vê belgefîlmê kiriye. Rêzan Bayram destnîşan kir ku 2 rojan li cem her du dayikan maye û hemû bîranîn û qîrîna wan tomar kiriye û wiha axivî: “Dema min destpêkê li herdu dayikan nihêrî, pir bi bandor bûm. Piştre çûm gel herdu dayikan û min çîroka wan girt kadraja xwe. Min di dema kişandina fîlm de berxwedana di çavên Emîne Şenyaşar de dît. Qirîna wê berxwedan û têkoşîna ku daye pir girîng e. Ez di vê wateyê de bûm dengê qîrîna Emîne Şenyaşar û dayika Gulistan Doku. Li ber avahiya edaletê, edalet xwestina dayikek ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî mirovahiyê min pir bi bandor kir.”

“Her çiqas bajarên wan cuda bin jî qîrîna wan yek e”

Rêzan Bayram, anî ziman ku her çend bajarên ku dayik lê dimînin cuda bin jî qîrîn û hawara wan yek e û wiha domand: “Ne mimkûn e ku dengê wan ji hev bê veqetandin. Hêviya di çavên dayikan de jî wekhev bû. Me xwest em wê hêvî û berxwedanê li ser ekranê nîşan bidin. Her çiqas xebatek kurt û belkî jî bi amatorî be jî xebatek xweş çêbû û hat temaşekirin.

“Divê tiştên ku jin dijîn werin zanîn û hîskirin”

Rêzan Bayram di hemû xebatên xwe de jinan digre navenda xwe, her dem berê kadraja xwe dide jinan. Rêzan Bayram destnîşan kir ku çîroka jinên tên xwestin bên paşguhkirin bi hemû reng û hûrgiliyên xwe hêjayî bîranîn û dîtinê ye û wiha da zanîn: “Jin her dem berxwedana xwe b, qîrinî nîşan didin. Em dikarin vê yekê li her qada ku jin lê hene bibînin. Her çend biçûk be jî min xwest bibim dengê vê berxwedanê û biqîrim. Dîtina van çîrokan bi çavên jinan gelekî cuda ye. Tenê jin dikarin çîrokên jinan bibêjin. Divê jin tenê di rabirdû û bîranînan de nemînin, divê her kes der barê wan de tiştên jiyane bizanibe û hîs bike.”

"Ez dixwazim çîroka Dayê Taybet nîşan bidim"

Rêzan Bayram di berdewamiya xebatên xwe de armanc dike ku berê xwe bide Taybet Înan a li Silopiyayê jiyana xwe ji dest da û 7 roj û 7 şevan li nava kolanê ma, diyar kir ku heta têkoşîna jinan bidome dê bi kameraya xwe qeyd bike. Rêzan Bayram bi van gotinan dawî axaftina xwe anî: “Ez dixwazim dema şert û merc destûr bidin çîroka Dayê Taybet nîşan bidim. Ez dixwazim çîroka jiyana wê vebêjim. Têkoşîna jinan jî bênavber didome û mezin dibe. Ez jî bi kamereya xwe piştgirî didim vê têkoşînê. Ez ê bi kameraya xwe bûyerên ku jin dijîn, zext, berxwedan û rengê wan nîşan bidim.”