Hesreta xwe ya ji bo jiyana xwezayê, bi nîgarên rengîn dinexişîne

Khadra al-Sawarka ku hewl dide hesreta xwe ya ji bo jiyana xwezayê bi nexş û nîgaran der bike, jinên xurt ên wekî xwe perwerde dike.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Khadra al-Sawarka ya 80 salî ku li taxeke Beyt Lahya ya bakurê Şerîdaya Xazayê dijî, ji bo hesreta xwe ya jiyana çolê dabîn bike, ji mûyên bizinan kon, xalîçe û gelek berhemên ku motîfên rengîn in çêkir. Khadra El-Sawarka niha bi piştgiriya neviyên xwe û zarokên xwe, pêşangehek ku tê wateya maçkirina jiyana wê di jiyana bedewî de vekir. Khadra al-Sawarka, bi vegotina jiyana xwezayê dest bi axaftina xwe kir, wiha dibêje: “Ez pir bêriya jiyana xwezayê dikim. Jiyana me ya bêdeng hebû. Telefon tunebû, avahiyên betonî tunebûn, em ji qerebalixa bajêr dûr bûn. Li wir jiyana me aram bû, her kêliyê, em bi xwezayê re di nava hev de bûn.”

"Em serê sibê zû şiyar dibûn"

Khadra El-Sawarka diyar dike ku li gund bi ajalan re eleqeder dibûn, bi van gotinan qala jiyana li gund û di nava xwezayê dike de: “Em serê sibê zû şiyar dibûn û karê me yê ewil hevîrkirina ard bû. Piştre me li ser sêlê nanê xwe dipêjand. Keçên ciwan li mêrg û zeviyên kesk pez diçêrandin. Keçên ciwan dema ku roj derdiket ajalan derdixistin û piştî nîvroyê şivanî bi dawî dibû. Ligel wan jî çenteyên ku xwarina xwe dixistin hebûn û dema diwestiyan û bêhna xwe didan xwarina xwe dixwarin.”

"Me pêdiviyên xwe bi riya pêguherî bi cih dianîn"

Khadra El-Sawarka da zanîn ku li gund jiyana komînal hebû û wiha domand: "Me xwarinê parve dikir û ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe me pêguherî dikir. Li vir tu girîngiya pere tunebû. Ji xeynî vê, em bi hiriya bi dest tê çêkirin re mijûl dibûn. Dema ku me ajalan diçêrand, di navbera xwe de me pêşbirk dikir ka em bibînin dê kî pêşiyê tevna di destên xwe de biqedîne... Me qadên kesk û şil tercîh dikir û dem bi dem, me cihê xwe diguherand.”

“Çêrandina hêstiran hêsantir e”

Khadra al-Sawarka anî ziman ku ew hêstiran jî xwedî dikin û dide zanîn ku çirandina hêstiran ji pez pir hêsantir e. Khadra El-Sawarka wiha dibêje: “Ji ber ku hêstir fermanên xwediyên xwe baş fam dikin. Ji ber vê yekê mirov rêwîtiya bi hêstiran re tercîh dikin. Piştî ku em ji çêrandinê vegeriyan, me nanê sêlê amade dikir û piştre me di konên xwe yên ku ji hiriyê hatine çêkirin de, bêhna xwe vedida.”

“Min pezê xwe jî anî bajêr”

Khadra El-Sawarka, diyar kir ku li gel zehmetiyên jiyana xwezayê wan xwe bi ewletir hîs dikir û wiha got: “Penîrê xwe û mastê xwe me bi xwe çêdikir. Me şîr ji pezê xwe didot û me ji hiriya wan tevn dikirin. Min jiyana li wir bi motîfên xwe anî Xezayê. 11 kur û keçeke min hene. Piştî ez ez hatim bajêr, min pezê xwe jî anî lê paşê ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê em neçar man wan bifiroşin."

Jinên bi hêz afirandin

Khadra El-Sawarka ku keç û neviyên xwe jî fêrî motîfên ji hiriyê tên çêkirin dikir, bi wê re jinên serbixwe û xurt jî afirand. Dema kesên ku motîfên rengûreng dibînin matmayî dimînin, Khadra al-Sawarka bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Min ev kar fêrî jinan kir û niha di warê aborî de pere qezenc dikin. Zarokên min ên kur jî konên mû çêdikin. Em di jiyana bajar de dahata xwe bi vî awayî bi dest dixin.”