"Hemû riyên jiyan û hûnerê ber bi jinan ve diçin"

Hunermenda plastîk a Lîbyayî Fatin El-Esbelî diyar kir ku her kes bi jinê welatê xwe, bi jinê birîna xwe, bi jinê bextewariya xwe, bi jinê hêviya xwe îfade dike, lewma hemû rê di hunerê de ber bi jinan ve diçin.

ÎBTÎSAM EXFÊR

Bîngazî - Fatin El-Esbelî di sala 2009'an de wekî hunermendek plastîk a Lîbyayî navdar bû û medyayê dest bi ronîkirina wê kir û her kes kêfxweş bû ku civaka hunerî bi jinek ku hunera Bîngaziyê ji nû ve bi rengekî jinanî şekil dida, hat xemilandin. Fatin El-Esbelî ji zaroktiya xwe ve xêzkirinê dike. Dema di dibistanê de gihîştiye qonaxa navîn, hêdî hêdî dest bi fêrbûna hibra rûn û hibra avê kiriye ku ji hibra darîn ên ku wê di zarokatiyê de bikar dianîn cuda ne.

"Di 2009'an de bi komek hunermendên plastîk re beşdarî du pêşangehan bûm"

Fatin El-Esbelî diyar kir ku ew bi tena xwe fêrî xêzkirinê bûye ji ber ku di wê qonaxê de tu pirtûk an pisporên xêzkirinê tune bûn ku ji wan fêr bibe û wiha pê de çû: "Piştî ku ez tev li zanîngehê bûm, min dest bi hînbûna zêdetir li ser pêşangehên hunerî kir û gelek caran serdana wan kir û min dest bi xêzkirina tabloyên bi rengên rûn kir. Min li odeya xêzkirinê ya zanîngehê tabloyên xwe xêz dikirin û hemû kesên derdora min pesnê tabloyên min didan û vê yekê ez teşwîq kirim ku beşdarî pêşangeha koma yekem a sala 2008'an bibim. Ew pêşangeheke jinan bû ku ez bi komek hunermendên plastîk tê de beşdar bûm. Di sala 2009'an de, ez bi komek hunermendên plastîk re beşdarî du pêşangehan bûm. Paşê min dest bi cîhana hunerî û beşdariya hunerî kir heta şoreşa Sibata 2011'an. Piştre min Navenda Ruhê Bedewiyê ava kir, ku ez jê fêr bûm û min zarok jî bi rêya wê fêr kirin."

"Beşdarbûna min a bernameya mezûniyetê yek ji serdemên durketina min ji hunerî bû"

Piştî vê yekê Fatin El-Esbelî cesaret da ku hemû hibran bi kar bîne û tabloyên mezin xêz kir. Fatin El-Esbelî anî ziman ku di sala 2014'an de wê dest ji karê hunerî berda û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di sala 2014'an de beşdarbûna min di bernameya mezûniyetê de, yek ji serdemên durketina min ji karê hunerî ye. Ez li ber qedandina vê qonaxê bûm, ji ber vê yekê ez neçar bûm ku ji karê hunerî dûr bikevim û beşdarî dîmena plastîk a Lîbyayê nebim, lewra karê min bi zarokan re jî rawestiya, ji bilî şert û mercên şerê li Binxazî û koçberbûna sê salan. Vegera min a hunera plastîk di sala 2017'an de bi xebata bi zarokan re û hînkirina wan a xêzkirinê bû. Min beşê kîmyayê xwendiye. Min fêm kir ku kîmya ne zanistek hêsan eû min dît ku bi rengekî ew ber bi hunerê ve diçeû dibe ku huner bibe sedema kîmyayê. Têkiliya di navbera kîmya û hunerê de bi qasî dîrokê kevn e. Her kes bi jinê welatê xwe, bi jinê birîna xwe, bi jinê bextewariya xwe, bi jinê hêviya xwe îfade dike, lewma hemû rê di hunerê de ber bi jinan ve diçin. Planên çêkirina pêşangehên nû hene."