“Fîlma Rûpela Sor rastiya civak û şerê Rojava ye”

Derhênera filîma Rûpelê Sor, Dersîm Zerevan ku di 16’ê Gulanê de wê filîma Rûpelê Sor li bajarê Qamişlo bê pêşandan nirxand û got: “Ji bo temaşekirina filîm em 16’ê mehê li Qamişlo benda herkesî ne.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Filîma bi navê Rûpelê Sor di sala 2016’an de ku ji aliyê Derhêner Dersîm Zerevan, Prodûksiyon Çîdem Roj, Ehmed Feqe, Hêjar Ahmed, Komîna Fîlma Rojava, Med Film prod, Directora Filîmê, Komas Fekî Elsûleyman, Edîtor Serhat Huluka û Muzîk Memo Gûl ve hate amadekirin dê 16’ê Gulanê derkevê pêşberî temaşavanan. Filîma Rûpelê Sor qala rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê, şerê ku li Rojavayê Kurdsitanê diqewime û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nîşan dide. Her wiha jinek ciwan a helbestvan ku rola sereke dileyîze da ku rastî û berxwedana gel lêkolîn bike berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Rola sereke ya helbestan pakrewan Nûjiyan Erhan a 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa pêşmergeyên Roj de giran birîndar dibe û 22’yê Adara 2017’an jiyana xwe ji dest da, dileyîze. Wê filîm li Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê di demjimêr 16:00’an de bê pêşandan. Naveroka filîm ji aliyê Derhênera Filîma Rûpelê Sor Dersîm Zerevan ve hate nirxandin.

“Filîma Rûpelê Sor 2016’an hate kişandin”

Dersîm Zerevan wiha qala naveroka filîm dike: “Filîma Rûpelê Sor me li Rojavayê Kurdistanê kişandiye. Filîm qala civak, şerê Rojavayê Kurdistanê ku li hember hovitiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide dike. Hemû bûyerên ku xwe têde dispêrê rastiyên civakê rasteqîn dike. Di sala 2016’an de ev fîlîm hate kişandin. Di sala 2016’an de êrîşên pir dijwar li Rojavayê Kurdistanê hebû, ji her aliyê ve mirov xwe li Rojava digirt. Dîsa bûbû qadekî neteweyî ji bo Kurdistaniyan.”

“Mijar li ser jinek helbestvan a ku hatiye Rojavayê Kurdistanê ye”

Dersîm Zerevan mijara filîmê wiha parve dike: “Mijara filîmê jinek helbestvane û hatiye Rojavayê Kurdistanê. Ew helbestvan him dixwast di aliyê leşkerî de beşdar bibe, him jî di aliyê rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê nas bike, him jî dixwast destek bide berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê bûyerên cuda cuda qewîmî ku ev helbestvan lêkolîn bike û bişopîne. Me xwest bi çavê wê helbestvanî Rojavayê Kurdistanê bibînin.”

“Xebata hunerê di siya şer de meşiya”

Dersîm Zerevan da zanîn ku ruxmê di sala 2016’an de şer giranbû, lê ew karîbûn aliyên hunerî jî derxînin pêş û wiha domand: “Filîma me ya yekemîn bû ku me li Rojava vê filîmî çêkir, ruxmê şert û merc di 2016’an de li Rojava giranbû, şer bû, di çemberê de bû, loma çêkirina filîm jî pir zehmet bû. Me bi penç kesan vê filîmê çêkir, ruxmê êrîş û şer hebû, me karîbû aliyên wê yên hunerî jî bidin pêş û filîmekî wiha çêbikin. Armanca me ew bû ku em balê bikişînin li ser rastî û bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê derdikevin pêş bi vê rengî ne. Zorahiyek pir mezin hebû, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hebû, lê civaka Rojava ku weke civakekî beriya herkesî bûbû qadekî navneteweyî ji bo Kurdistaniyan. Derveyî Kurdistanê jî bûbû weke kabe ku gel li ser vê axê li ber xwe bidin. Li vir modela civakekî nû dihate rûniştandin ku herkes li vir xwe berpirsiyar dîtîn. Di fîlîmê de jî hûne jiyana komînal bibînin ku herkes bi berpirsiyarî nêzî jiyan û şer dibe. Her wiha ruxmê ku şer hebû, me xwest aliyên hunerî derxînin pêş. Derfetê me jî kêm bû, lê me xwest bidin nîşandan ku xebata me ya hunerî jî di siya şer de dimeşiya.”

“Rola sereke Nûjiyan Erhan dileyîst”

 Dersîm Zerevan da zanîn ku rola sereke di filîmê de pakrewan Nûjiyan Erhan bû û wiha domand: “Şervan û şoreşgera bi nirx Nûjiyan Erhan rola sereke di filîma Rûpelê Sor de dileyîst. Şehîd Nûjiyan jineke şoreşger bû û ji bo axa Kurdistanê têkoşîn bike, rastiya berxwedana jina kurd bîne ziman, bû xwedî navek girîng. Beriya wê jî me bi şehîd Nûjiyan re belgefîlîma Sakîne Cansiz “Jiyana min her şer bû” çêkir. Şehîd Nûjiyan di wê demê de weke Rojnamevanek ji bo şopandina jinên çiyayên Kurdistanê xebat dimeşan û piştî wê demekî derbasî Şengalê bû. Rola ku ez digeriyam Nûjiyan bû û derveyî wê kes nehat bîra min. Nûjiyan Erhan di wê demê de serpêhatiya jinên Şengalê li Şengalê dişopand da ku rastiyan raxîne li ber çavê cîhanê.  Ruxmê rojnamevan bû, lê tevlî projeya filîm bû. Her çiqas gumanê wê hebe ku pêk bîne, neyne, lê bi kêyfxweşî bi fedekariyek mezin tevlî vê filîmê bû. Şehîd Nûjiyan ne tenê wek lîstokvanek, di her xebata filîmê de rola xwe leyîst. Di her mijara xebatê de Nûjiyan destekê me dikir. Nûjiyan alîkariya lîstokvanan dikir û zarokan re mijûl dibû ku rola wan jî derkeve pêş. Rengekî pir xweşik da xebatê me. Di sînemaya kurd de bi taybetî weke jin em dixwazin sînema jin pêşbixînin, di her alî de em xwe berpirsiyar dibînin, ji ber erka me ya serekeye.”

“Lîstokvan Basil, Arîn, Hebûn Ereb, Şervan, Karker û Nûjiyan Erhan niha şehîdin”

Dersîm Zerevan kesayetên ku li filîmê rol lêyistine û di şoreşa gelan de gihîştine şehadetê wiha parve dike: “6 hevalên ku di filîma Rûpelê Sor de mîna Basil, Arîn, Hebûn Ereb, Şervan, Karker û Nûjiyan Erhan rol dileyîstin niha şehîdin. Dîsa mirovan hêstiyar û kêyfxweş dike ku herkes bi çavê ku ew hene, dê filîmê têmaşe bikin. Li ser axa xwe him şervan û him jî hunerman û hozanê gelê xwe ne. Ji bo xizmeta vê welatê erka xwe yê mirovî di nava xebatê şoreşgerî de leyîstin. Em kêyfxweşin berhemên van hevalan yên ku bi destê xwe çêkirine, nîşan bidin. Her wiha yên ku di lîstokvantiyê de cih girtin, yên ku pişt perdê bûn, yên ku destek dan mîna YPG/YPJ’ê, hêzên civakî, hemû saziyên Rojava ku ji bo em berhemek wiha derxînin seferber bûn, em mînetarî wan in. Ev berhem, berhemekî komînal bû ku derket holê. Em spasiya xwe komîna fîlmên Rojava ku destek dan me dikin. Em dixwazin beşek be jî serpêhatiya vê civakê, ji serpêhatiya Rojava, êş û azarên gel ku me aniye ziman bi kêyfxweş bibin.”

“Li Rojava bedelên giran hate dayîn, loma navê fîlîmê Rûpelê Sor e”

Dersîm îşaret bi navê filîma Rûpelê Sor wiha dike: “Kesayeta ku rola sereke dileyîze jinek helbestavan e. Em hemû dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê çi hatiye jiyan kirin,rûpelên ji xwînê hate tijikirin. Mirov bedêlên giran dan ku ev welat û ax bi azadî, hevgirtina gelan û bi hezkirinê, jiyana ku têde aramî hebe şad bibe. Em tenê qala şervanan nakin, civak jî êşên mezin jiyan. Mirovên ducanî hene, mirovên vê welatî ku dayik û bavê xwe winda kirin, şervanên ciwan bedêlên giran dan. Ji bo ku dîroka vê civakê û axa bi êş û xwînê hate tûjikirin, em qala wê dikin. Her çiqasî azadî tiştek xweş be, lê bedêlê wê jî giranbû. Dema ku em vê dîrokê divê pelê de dinivîsînin, em nikarin derveyî vê êş û bûyeran bigirin dest. Ev dîrok em çiqas nexwazin vê rengê be, lê bedelên giran û bi xwînê hatiye nivîsandin, loma navê fîlîmê Rûpelê Sor e.”

“Filîm wê li her aliyên Rojavayê Kurdistanê bê pêşandan”

Dersîm Zerevan bal kişand pêşandana filîmê û wiha domand: “Wê fîlîma Rûpelê Sor li tevahî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bên pêşandan. Li vir gelek filîmên Rojava hatin pêşandan û hêjayê xelatan hatin dîtin. Ew fîlîmên ku dihatin çêkirin ji kurdan zêdetir xwe didan pêş, jixwe cihekî enternasyonal bû, lê pêşengê vê rastiyê kurd û gelê herêmê bû. Em wek kurd bi hezaran salan bindestin, nasname û sînemaya me jî qedexeye û di raya giştî de pir cih nayê dayîn. Armanca me ne ku filîma me biçin mîhrîcanan, armanca me bi civak û gelê xwe re fîlîmê parve bikin. Em bidin nîşandan ku ev fîlîm encama keda gelê me ye ku em bînin ziman. Em di 16’ê mehê de li Qamişlo benda herkesî ne ku fîlîma xwe nîşanî gelê xwe bikin.”

“Em hêvîdarin fîlîm li gor dilê gelê me be”

Dersîm Zerevan herî dawî diyar kir ku ew vê filîmê diyarî,  pakrewanên azadiyê dikin û wiha bi dawî kir: “Herkesî ku divê xebatê de cihê xwe girtiye û bi serkeftî me karibû çêbikin em spas dikin. Em hêvîdarin filîm li gor dilê wan be. Gelê ku îro dîroka xwe avakiriye û îro jiyan dikin û têdikoşîn her wiha kesên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne diyariya wan dikin. Xeta berhemên hunerî em ê dewam bikin ku em bikaribin keda wan bi awayekî hunerî û xweşikbûna hunerê bixemlînin û ji gelê xwe û cîhanê re parve bikin.”