Di tenêtiya çar dîwaran de çîroka sê jinan: Anqa

Belgefîlma Anqa di tenêtiya çar dîwaran de çîroka sê jinên Ûrdûnî yên bi tundî, destdirêjî, dîlgirtin û zextê re rû bi rû mane vedibêje. Derhênêra Anqa Hêlîn Çelîk dibêje: “Tiştê ku Anqa dixwaze biafirîne sînemayeke çalak û dadperwer e.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Navenda Nûçeyan – “Ew kes bê aqil in. Nizanim çi dibêjin. Xwe wisa dikin ku tu yê bibêjî hêjayî guhdarkirinê ne. Wekî ku bizanibin ka ez kî me. Ew kesên ehmaq in. Wisa tevdigerin ku tu yê bêjî qey ew pê dizanin. Ez ne bermayî me. Ez heme. Ez çawa dikarim bibim bermayî? Ez heme.” Jinek ji Urdunê ya ku di Anqa’yê de, qala serpêhatiya xwe dike wiha dibêje. Ev çîroka ku bi tundî, destdirêjî, dîlgirtin û zextên ku jinên Ûrdunî û gelek jin pê re rû bi rû tên vedibêje, bangek li tevahiya jinan dike. Ew jî di gotina wê ya ‘ez heme’ de veşartî ye…

Hêlîn Çelîk a ji bajarê Colemêrg a Bakurê Kudistanê senaryoya fîlmê Anqa nivîsiye û derhênêriya fîlm jî dike. Derhênêra dîmenê ya fîlmê ku 2023’an hat kişandin jî Raquel Fernández Núñez e.

Tenêtiya çar dîwarên ji jinan re hatiye hiştin

Fîlm, behsa jiyana sê jinên Ûrdûnî dike. Fîlmê ku bi tama belgefîlmê hatiye kişandin, cîh dide çîrokên rastîn ên sê jinan. Her sê jin ji milekî ve tundî û destdirêjiya mêr, ji aliyê din ve jî îşkenceyên dewletê jiyane. Sê jinên Urdunî tundiya ku bi destê xizmên mêr, bav, bira û mêrên wan li wan hatine kirin, tînin ziman. Ji tirsê xilas bûne, tiştê ku ji wan re dimîne, tenêtiya çar dîwarên wan e ku ji bo ku xwe nexin xeterê, ji wir dernakevin. 

Xwendinek sosyolojîk

Çîrokên jinan rastiya jinên ku li Rojhilata Navîn di sêgoşeya olperestî, zayendparêzî û netewperestiyê de hatine çewisandin û dîlkirin vedibêje. Mirov dikare di belgefîlmê de ji çîrok û serpêhatiyên her sê jinan, êşa ku jin ji ber her sê birdoziyên mêr-dewletê pê re rojane rû bi rû tên bixwîne. Her wiha mirov dikare sosyolojiya civaka ku bi van her sê birdoziyên mîna şûrê korr êrîşî jiyan, nasname û hebûna jinan dike, analîz bike.

‘Ez heme’ bangek e

Bi qasî ku mirov dijwariya rewşa ku jin jiyane dixwîne, tiştekî bala mirov dikşîne. Ew jî, dilsoziya rast a bi jiyanê re ya tolgirtinek li hemberî rastiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin e. Lewra jina ku ji bo zarokên xwe yên keç dibêje ‘carna pê difikirim ku nejîn ji bo wan baştir e’ di heman demê de li hemberî tiştên ku jê re tê gotin bi çavên tijî gotinên nehatine ser ziman dibêje: “Ez heme.” Anqa di rastiyê de tevî çar dîwarên ji jinan re hatiye hiştin, hêrsa jinan a li dijî ‘nebûna’ mêr ferz dike radixe ber çavan. 

Çîrokên jinan û qalkirinên wan di fîlmê Anqa’yê de bi rêya dîmenên lihevhatî mirov dikşîne nav xwe û mirov di nav çîrokan de wenda dibe.

Derhêner Hêlîn Çelîk: Ji bo jin carek din rastî sûcên tundiyê neyên

Derhênera Anqa Hêlîn Çelîk têkîldarî belgefîlma xwe ji ajansa me re axivî. Hêlîn Çelîk dibêje: “Li herêmeke mîna Rojhilata Navîn ku ne tenê di warê polîtîkayên dewletê û jiyana rojane de, di warê sînemayê de jî tund û tijî ye, bi min girîng e ku dema afirandina çîrokek ji bo ji nû ve avakirina sînemaya heyî û ya dîrokî ya heyî, pêwîst e ku tundî neyê dubarekirin. Bi taybetî jî di belgefîlman de karakterên ku bûne mexdûrên tundiyê divê careke din rastî sûcên tundiyê yên ku hatine jiyîn nebin. Ev xwedî girîngiyek mezina a ehlaqî ye.

‘‘Mafê temsîliyeta bi rûmet’ bandorê li min kir’

Mixabin, belgefîlm hîn jî di navgîniya bingehîn de wekî depoyek agahdariyê tên bikaranîn. Ez bi nêzîkatiya dadweriya sînemayî zêdetir ji vê têgihîştinê dûr dikevim. Sînemayê wek nêzîkatiyek “haptîktir” dibînim. Yanê wek nêzîkatiyeke ku têkiliyek mumkin e, nêzîkatiyeke hestiyar a ku hesta destdanê çalak dike. Ev zêdetir bala min dikşîne. Sînemaya ji tundiyê û ji nûvekirina sûcdar dûr dikeve, bi gotinên Abounaddara Collective ya “mafê temsîliyeta bi rûmet” dide karakterên xwe. Ev perspektîfek bû ku di dema çêkirina fîlmê de bandorê li min kir. Ji ber vê yekê, di dema çêkirina Anqa de, li şûna ku ez bi awayekî dadperwerî û lêkolînî nêzikî tawanên tundiyê yên ku karekterên fîlmê di dema borî de rastî wan hatine bibim, min got ku dîmenek sînemayî ava bikim ku jiyana travmayî ya karakteran dişopîne û tenê bi awayekî nerasterast behsa siyasetê dike. Ev jî, bi çavdêriya rewşa ku em tê de ne gengaz e.

Vekolîna sînematografîk û vegotina kêlî

Bi gotineke din, nêzîkatiya min ew bû ku ez zimanek biafirînim. Heta bêdengiyek zimanî ku tê de agahdarî nemîne û agahdariya ku heye perçe perçe be jî bikar bînim. Bi vî zimanê bêdeng ku em bi hev re diafirînin - û bêdengî yek ji amûrên vegotinê yên di fîlim de ye- min xwest wek amûrek veguherînê bikar bînim. Bêdengî û nezanî dibe sedem ku mirov mekanan û mirovan cuda û ji nû ve bibîne. Cihên bêdengî û nezanînê, rê didin me ku em mirovan cuda û ji nû ve bibînin. Ez wisa difikirim ku vekolîn û vekolîna sînematografîk û vegotina kêlî û qadên ku bi kêmasiyên agahdarî ve dewlemend bûne, bi rastî ji hêla temaşevanan ve tê şîrovekirin û ji hêla siyasî ve ji nû ve tê veguherandin. Ez ji vana re dibêjim off moment û off space. Ev, veguherînê pêkan dike.

‘Anqa dixwaza sînemayeke çalak û dadperwer biafirîne’

Dema ku ez behsa çavdêriya di nav bêdengiyê de dikim, ez behsa çavdêriya pasîf nakim. Ez difikirim ku edaleta sînemayê di bingeh de ne sînemayek e ku rewşek nîşan bide, belge bike an jî bi pasîf saz bike. Berevajî vê yekê, hewl dide wek hêmanek zêdetir sererastkirinê pêk bîne, dest bavêje vê yekê. Bi gotineke din, bi veguherînê edaletê peyda dike. Di vê wateyê de tiştê ku Anqa dixwaze biafirîne ne sînemayeke bi darê zorê û bi lez û bez e, sînemayeke çalak û dadperwer e.”

Çima Anqa?

Ji çîrokên jinan em dikarin sedema bijartina navê ‘Anqa’yê fam bikin. Çûka Anka bi navê din Sîmurg bi têgînên weke vejîn, ji nû ve zayîn û bêmiriniyê tê zanîn. Di gelek çîrokên mîtolojîk de Anka ew çûk e ku xwe bi agir tûne dike û ji agirê xwe vedije. Ev tê wateya timî xwe nûkirin û berdewamiya jiyanê. Anka her wiha destpêkirinên nû yên piştî zehmetiyan îfade dike û ji ber wê yekê weke sembola hêzê û hêviyê tê qebûlkirin. Ji çîrokên jinên Anqa’yê û hêviyên wan ên li ser pêşerojê vejîna Anka’yê tîna bîra mirov.

Bû xwediyê gelek xelatan

Fîlma Anqa di gelek festîvalên navnetewî de bû xwedî xelatên cûda. Di Festîvala Belgefîlman a Oslo Mirage de Xelata Derhênêriya Herî Baş a Dîmen, di Duisburger Filmwoche 2023 de Xelata Belgefîlma ARTE wergirtiye. Belgefîlmê her wiha di Festîvala Fîlm Belgefîlm a Navnetewî ya Ethnocineca ya Viyanayê de Xelata Belgefîlmê ya Awistirya ADA, di Festîvala Fîlmên Awistirya ya Graz Diagonale de Xelata Mezin a Belgefîlma Herî Baş a Jûriyê û Xelata Vehanê ya Herî Baş wergirtiye.

Anqa di festîvalên navdar ên mîna Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Berlinale, Festîvala Fîlman a Navnetewî Viennale, Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Gijón, Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Stenbolê, Festîvala Fîlman a An Arbor û gelek festîvalên din de jî hatiye nîşandan.

Hêlîn Çelîk kî ye?

Di sala 1991’ê de li Amedê ji dayik bûye, terapiya hunerî, şano û medyaya dîjîtal xwendiye. Helîn Çelîk li Viyanayê dijî û li wir wek hunermend û terapîsta hunerê dixebite. Piştî Çi Bayê Çê Dike (2017), Anqa duyemîn fîlma wê ya dirêj e. Derhêner Helîn Çelîk di sala 2024’an de jî belgefîlma HABA kişand.