Dema ku jin bi dîmen serpêhatiyên xwe vedibêjin cîhan şiyar dibe

Çêkera dokumanteran Meryem Îbrahîmî ya ku beşdarî gelek kongre û festîvalên navneteweyî bûye wiha dibêje: "Di kongreya yekem a NADA’yê jin hatin ba hev, behsa êş, berxwedan û hêviyên xwe kirin.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê Gulanê de bi dirûşma “Bi Şoreşa Jinan Ber bi Civaka Demokratîk” li bajarê Silêmaniyê Kongreya Hevgirtina NADA’yê dest pê kir û sê roj berdewam kir. Di vê kongreya girîng de ji Asya, Afrîqa û ji Rojhilata Navîn, ji 19 welatan ji 200 kes zêdetir beşdar bûn.

Mijara sereke ya kongreyê nîqaşên li ser rêbazên têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan, hevsengiya şoreşên jinan bi guherînên kûrewî re û bihêzkirina rola jinan di warê pêşengiya aştî û demokrasiyê de bû. Di vê çarçoveyê de, me bi çêkera dokumanteran Meryem Îbrahîmî ya ku beşdarî gelek kongre û festîvalên navneteweyî bûye re hevpeyvîn kir.

  *Sedema cihgirtina we ya di vê kongreyê de çi bû? Hûn hebûna jinên hunermend di xebaten wiha de çawa dinirxînin?

Ev kongre, perçeyek ji bo avakirina tifaqek baş li herêma me di navbera jinan de ye. Jinên ku xwedî serpêhatî û tecrubeyên cuda ne tên ba hev û li ser rewşa xwe ya civakî û siyasî fikrên xwe tînin ziman. Ev derfeteke pir hêja ye. Jinên li Rojhilata Navîn hê jî bi astengiyên li pêş wekheviyê re rûbirû ne. Civînên wiha ji bo em dengê xwe bibihîzin û çareseriyên herêmî biafirîni pir girîng in.

Ji bo hunermendên weke min, çalakiyên wiha pir bi îlham in. Hunera fîlm, navgîneke ku rewşên civakî, bi awayê bihêz û hesas nîşan dide ye. Mînak di fîlmek ku min ser girtîgehên jinan ên li Efganistanê kişandibû de, min nîşan da ku jinên ji zewacê direvin, ne sûcdar, mexdûr in. Vê fîlmê di festîvalên navneteweyî de xelatan girt. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo hêza vegotinê û bihîstina dengê ku nehatine bihîstin, xebatên wiha pir girîng in.

Li gorî zagonên Efganistanê, reva ji malê sûc nîn e; lê jin dema ku vê yekê dikin rastî zextên mezin tên û gelek caran cezayên giran digrin lê ew tenê hewl didin canê xwe û rûmeta xwe biparêzin.

Ez bawer dikim ku huner û medya dikare dengê jinan bigihîjîne cîhanê, şiyarî û hayjêbûnê çêbike û bingeha pêşerojeke adiltir amade bike.

 *Gelo pêşandana fîlmên we di kongreyên wiha de bandorên çawa çêdike? Dema ku em sansur û rewşa jinên li Îranê bînin ber çavên xwe, rola van berheman ji bo şiyarî û hayjêbûnê çi ye?

We behsa xaleke pir girîng kir. Tişta ku min di kongreyê de hîs kir tam ev bû. Ji bo jiyana rast a jinan, kûrbûn kêm bû. Ev tenê bi dane û analîzan na, bi dîtbarî, vegotin û tecrubeyên ku çêbûne pekan e. Mînak; jinên Kobanê dema ku li vîdyoya yek ji rojên berxwedanê temaşe kirin, di heman demê de hîs jî kirin.

Ger di kongreyên ku werin lidarxistin de, dokumanter, wêne, vîdyoyên kurt û medyaya dîtbarî zêdetir hebe; dê di navbera jinên cîhanê de têkiliyeke şênbertir çêbibe. Bi taybetî dema ku mirov ji devê jinên Efgan li serpêhatiyên wan guhdarî dike, ev yek ji raporên nivîskî zêdetir şopên kûr dihêle.

Fîlm û dokumanterên wiha ji bo kesên ku bi fizîkî beşdar nabin jî dikarin bibin pirek baş. Fîlmek der barê darvekirinên li Îranê yan jî zextên li Tûnisê li ser jinan didomin de, şiyarî û hayjêbûna aktivîstên li cihên din dijîn zêdetir dike û têkoşînê tîne asteke mirovane û zindî dike.

 *Cudahiya bingehîn a ku fîlmên dokumanter ji sînemaya xeyalî cuda dike çi ye?

Ger mirov bi awayekî ji rêzê bibêje; fîlmeke dokumanter, dîmenê kesên rast û jiyana wan a rast e. Em wan mirovan, jiyana wan a rojane û kêliyên ku derbas kirine qeyd dikin.

Dokumanter nûçegihanî nîn e. Nûçe tenê bûyeran radigihîne lê dokumanter, kûrbûn û awayê vegotinê pêşkêş dike. Xwedî zimanekî hunerî û sinematografik e. Mînak; nava odeyek tenê mekaneke fizîkî nîn e, metaforeke ji nava jiyanê ye. Cîhana kesên li wê odeyê dijîn e.

Peywira çêkerên dokumanteran ew e ku vê jiyanê bi kûrbûneke hestiyarî, estetîk û ramanî nîşan bidin. Ne tenê qeydkirina dîmen e; di heman deme de pêvajoyeke nêrîn, bijartin û şîrovekirinê ye. Hinek caran kesên di fîlm de cih digrin bi xwe jî dibin hevkarên vê vegotinê.

 *Tevî ku di navbera Îran û Kurdistanê de nêzikahiyeke ewqas çandî heye jî; çima jinên Îranê di kongreyên wiha de kêm in? Ev rewş çawa dikare biguhere?

Li Îranê jinbûn jixwe bi serê xwe weke sûc tê dîtin. Îcar li Kurdistanê ev yek dibe zexteke dualî. Ji ber ku tu jin î û ji ber ku tu Kurdî. Li welatekî ku gelek ziman û nasnameyên cuda hene, tenê bihîstina dengekî pirsgirêkek mezin e. Ji ber wê jinên Kurd li Îranê tên bi sînorkirin.

Sînemaya dokumanter, ji bo vegotina vê rastiyê navgîneke pir girîng e lê tenê huner têr nake. Divê aktivîstên civaka sivîl, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedar jî zêdetir tevlî van kongreyan bibin. Rola jinên Kurd û yên ji kêmarên din di van pêvajoyan de bilîzin pir mezin e. Tenê divê dengê wan were bihîstin.

 *Niha sê jin li Îranê bi darvekirinê re rûbirû ne. Girtiyên siyasî Pexşan Azîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhammedî di bin xeterê de ne. Li gorî we em çawa dikarin dengê van jinan bigihîjinin zêdetir kesan?

Mixabin li Pexşan Azîzî û Werîşe Mûradî cezayê darvekirinê hat birin. Ev tişteke ji rêzê nîn e, krîzeke kûr e. Di desthilatdariya 40 salan a Komara Îslamî ya Îranê de darvekiriên sistematik bûne perçeyek ji zulmê lê dengê ku li dijî vê bê edaletiyê bilind dibe, di heman demê de dibe wesîleya rûmetê. Berxwedana jin û mêrên têkoşer, di nava vê tarîtiyê de çavkaniya hêviyê ye. Dengê wan, dengê me hemûyan e.