Civata jinan a li dora çand û hûnerê: Hîlala Zêrîn
Li navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê, bi dehan jinên ciwan û zarok civateke hunerî ya resen rês dikin û çanda jin-dayîkê zindî dikin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 2016’an de hatiye damezrandin, sîwana çandî, hûnerî û wêjeyî ya jinên herêmê ye. Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê ku di 2018’an de bi fermî hat vekirin, ji bo jinan û zarokan bûye navenda fêrbûn, pêşxistin û parastina çand û hunera xwe ya resen.
Hunergeha jinan a resen: Hîlala Zêrîn
Navenda Hîlala Zêrîn, bi amûrên mûzikê û yên kevneşop, tabloyên çandî, peykerên jinan û kulîlkan hatiye xemilandin. Jin berê xwe didinê da ku fêrî hemû cureyên hûnerê bibin û bi vê rêbazê jî xwedî li çanda xwe ya resen derkevin.
Dema meriv berê xwe da navenda Hîlalê, yekser mirov xwe di nava hunergeke bi reng, deng û şopên jinan pêçayî de dibîne. Hemû hûrguliyên wê û heta jin û zarokên di navendê de, tabloyeke cuda ya hûnerî nîşan didin. Li odeyek komek perwerdeya govendê dibîne, li aliyekî dengên zîz civateke stranan digerînin, her wiha rîtmên tembûr, erbane, gîtar û zirneyan di giyanê mirovan de hestên nipûnû lihev tînin. Dema ev tabloya bêhempa derdikeve pêşiya mirov, wê demê meriv bawer dike ku çand û hunera jin-dayîkan zindî ye û bipêş dikeve.
Hîlala Zêrîn ku bûye dergeha naskirin û xwebûna çandî û hunerî, bi xwe re nifşekî hezkiriyê filklor, muzik, çand, wêje û hunera Kurdî ava dike. Ji êrîşên modernîteya kapîtalîst a înkar û tunekirina çand, ziman û nasnameya gelan re dibe bersiv.
Bi çand û hunera jin-dayîkê têkoşîna paşverûtiyê dikin
Stranbêj Şêrîn Ararat gotinên “Hîlala Zêrîn bûye meskena ku çand û hunera jinan jê biherike” wiha pênaseya navenda xwe dike: “Hema beriya 10 salan hunermendiya jinan şerm dihat dîtin ku gelek malbatan jî ji bo keçên xwe qedexe dikir. Lê bi pêşketina şoreşê re, perwerdeyên hişmendî û destkeftiyê jinan re, ev bend hatin şikandin.”
Şêrîn hestên xwe yên di vî warî kurt û kurmancî wiha bilêv kir: “A niha em xwe di kîjan warî de dibînin, yekser berê xwe didin wê û hunera xwe pêşkêş dikin. Ji bo vê jî şoreşa me derfeteke mezin bû ku ji bo pêşeroja jinan bû hêvî û desteke mezin.”
Kesayet û taybetmendî cuda ne, lê huner yekîtiyê ava dike
Şêrîn dibêje ku civata li dora hunerê yekîtiya hest û ramanan e û wiha dewam dike: “Civat û kombûna me ya li navendê gelek balkêş û bi wate ye, em her yek ji malbat û deverekê ne. Lê yê ku me kom dike û tîne gel hev çand û hûner e. Bi gotineke din ez dikarim bêjim, kombûna hest, fikir û nêrînan bi riya stran û muzik derdikeve holê.”
Şêrîn ku di heman demê de beşa Hiqûqê di Zanîngeha Kobanê de dixwîne, dibêje ku “hezkirina min a ji hunerê re dibe sedema derbaskirina hemû astengiyan” û wiha didomîne: “Ger jineke bixweze bi pey xeyal û armancên xwe bikeve û xwe bipêş bixe, dikare hemû astengiyan derbas bike û hevsengiya jiyana xwe jî ava bike. Ez jî bi vê hezkirin û coşê stranbêjiya xwe jî dikim û xwendina jî dewam dikim.”
Derfeta serxwebûna çandî û hûnerî di destên jinan de ye
Şêrîn Ararat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir divê hemû li dijî astengî û paşverûtiyên civakî têbikoşin û berê xwe bidin qada hunerî. Şêrîn bi van gotinan nêrînên xwe bi dawî kir: “Hîlala Zêrîn ji bo jinan derfeta serxwebûna di warê çand û hûnerî de pêşkêş dike. Ev jî pêşketineke gelek mezin e ji bo me jinan ku îroj komên me yên muzîk, stran, govend, şêwekarî û hwd yên xweser hebin û bikaribin xwedî li çanda xwe ya resen derkevin.”
Ew û zarokên xwe di heman qada hunerî de bipêş dikevin
Hunermend Silava Bozo ku di heman demê dayîka du zarokan e jî, ezmûna xwe wiha bilêv kir: “Ji ber ku jin di qada hunerê de ne xwedî rêxistin bû, di destpêka avakirina Tevgera Hîlala Zêrîn de lewazî û pirsgirêk hebûn. Lê ez dikarim teqez bikim ku di van salên dawî de asteke mezin hat derbaskirin ku em niha di asta xwerêvebirinê û xebata xwe de, pêşde diçin.”
Silava Bozo ku bal kişand ser dayîkbûnê, anî ziman ku dema mirov dayîk be, divê vê yekê weke derfetekê bikar bîne û li şûna ku jiyana xwe rawestîne bi hêz û herikbariyeke mezintir tevlê bibe û wiha got: “Zaroka min a mezin 4 salî ye, a niha ez kîjan stranan bêjim û ango meylên min yên hunerî di ku derê de bin ew jî weke min dike. Ji bo vê jî ez kêfxweş dibim ku ez dikarim wiha zarokên xwe jî bikim nava qada hunerî û ji bo wan zemînekî çandî yê xûrt ava bikim.”
‘Divê zarok bi çand û hûnerê re bên mijûl kirin’
Silava bi taybetî ji bo zarokan destnîşankir ku divê di destê her zarokekî de amûrekê muzîkê hebe û got: “Bi nêrîna min civaka ku bi çand û hunerê re mijûl bibe, ew civaka herî serkeftî ye. Li şûna ku zarokên me bixebitin, li kolanan bin, bi telefonan re mijûl bibin û zaroktiya xwe ji dest bidin, di destê her zarokekî de amûreke mûzikê hebe gelo wê nifşekî çawa bê avakirin. Ji bo vê jî navenda Hîlala Zêrîn ev derfeta avakirina nifşekî zanyar, hunermend û rewşenbîr vekiriye.”
‘Em hunera xwe veneşêrin û jiyanê bixemilînin’
Silava Bozo diyar kir ku divê hunera jinan neyê veşartin û paşguhkirin. Silava anî ziman ku huner zimanê jiyanê ye û jiyan jî li gel jinan rih digre û wiha bidawî kir: “Wek jin em bi riya ramanên Rêber Apo û hunera xwe, nûnertiyê ji çanda xwe ya resen re dikin. Di heman demê de em bi stran, şano, govend û muzika xwe dibin mertal ji bo parastina şoreşa xwe. Huner zimanê jiyanê ye, em jî bi vî zimanî hest, kêfxweşî, xemgînî û hêrsa gelê xwe parve dikin.”