"Bi riya xurtkirina pênûsa jinan pêşeroj ronî dibe"

Ji bo ku jin û astengdar xwedî li meraqên xwe derbikevin berê xwe dan Yekitiya Rewşenbîran ku deriyê fêrbûn û xurtkirina pênûsê ye bi wan re bû alîkar.

 
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Rola jinan di wêjeyê de girîng e ji ber wê jî jin ji bo ku xwedî li meraq û çanda xwe derbikevin berê xwe dan Yekitiyê Rewşenbîran a Şehbayê. Saziyê jî bi derfetên heyî derî li pêşiya jin û astengdaran vekir. Bi taybetî du keçên astengdar ên bi navê Şervîn û Beyaz ku nikarin ne baxivin û ne jî bihîsin lê bi riya wêneyên ku xêz dikin hizir û ramanên xwe tînin ziman. 
“Ji bo ku ez xwedî li meraqên xwe derbikevim, min berê xwe da vê derê” 
Endama Meclisa Yekîtiyê Rewşenbîran a herêma Efrînê Fîdan Mihemed diyar kir ku dema beşdarî Yekitiya Rewşenbîran bûye armanca wê ya sereke ew bû ku xwedî li meraqên xwe derbikeve û pênûsa xwe xurtir bike û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Ji bo ku ez xwedî li meraqên xwe derbikevim min berê xwe da Yekitiya Rewşenbîran. Di Yekitiya Rewşenbîran de lêkolînên zanistî hatin kirin ji ber wê jî ji bo ku zêdetir bi xurtkirina pênûsa xwe re mijûl bibim ez beşdar bûm. Dema ku ez li wargeha Serdem bûm xebatkara pirtûkxaneyê, min navê xwendekarên ku dixwazin beşdar bibin dinivîsand wan jî berê xwe didan pirtûkxaneyê û pirtûkan dixwendin, piştre min pirs dikir ku çi ji pirtûkan hîn bûne. Em weke Yekitiya Rewşembîr sal bi sal pêşbirka wêjeyî bi navê Ş. Gerzan li dar dixr, di heman demê de ez bi çalakiyê radibim.”
“Civak bi pênûsa ciwanên ku hêviya pêşerojê ne ronî dibe”
Fîdan Mihemed da zanîn ku di demên pêş de ew plan dikin bexçeyê yekîtiyê mezin bikin ji bo ku têra hejmarên zarokan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku xwendekar beşdarî Yekitiyê dibin em pirtûkan didin wan û pirsan dikin ku çi ji pirtûkan fam kirine şîrove bikin. Wekî tê zanîn her mirov dixwaze kêlî bi kêlî di jiyana xwe de bi riya pênûsê xwe îfade bike. Em wek Yekitiya Rewşenbîran li ser ciwanan teqez dikin, ji ber ku ew nifşên pêşerojê ne û civak bi pênûsa wan ronî dibe. Yên ku meraqên fêrbûnê li cem wan tê dîtin bi riya berhemên xwe beşdarî pêşbirkên yekitiyê dibin, di heman demê de piranî ciwan li yekitiyê perwerdeyên cur be cur dibînin. Yekitiya Rewşenbîran bi giştî ji bo xurtkirina pênûsa ciwanan deriyê fêrbûnê ji wan re vedike ji aliyê fikir, çand û hînbûnê ve. Li vê derê du keç hene nabihîsin û lal in lê bi riya nivîsandinê em bi wan re têkildar dibin navê wan jî Şervîn û Beyaz in ew jî wênexêz in bi zimanê îşaretan dikarin bi mirovên pêşberî xwe re şîrove bikin. Di demên pêş de em ê Beyaz û Şervîn wekî mamosteyên wênexêzê ji bo zarokan re bigrin ji bo perwerdeyê bidin.”
“Yekitiya Rewşenbîran piştgiriya yekemîn ji bo meraqên min bû”
Keça Efrînî ya bi navê Biharîn Mihemed a ku di perweredeyên Yekitiya Rewşenbîran re derbas bûye nêrîna xwe der barê perwerdeyên ku tê re derbas dibe de wiha vegot: “Dema ku Yekitiya Rewşenbîran pêşbirka bi navê Ş. Gerzan li dar xist ez jî bi berhemên xwe tevli bûm, ez di pêşbirkê de bi ser ketim di heman demê de yên ku bi ser neketine perwerde ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran ve dîtin û xwe ji aliyê pênûsê ve xurtir kirin. Ez tevli perwerdeya Yekitiya Reşenbîran bûm û mamosteyên ku li vê derê dimînin gelek moral dan min. Dema ku min helbestan dinivîsandin min weteya helbestê tam nedida lê bi riya perwerdeyên ku min dîtine min zêdetir xwe bi pêş xist. Min gelek xwest ku ez pirtûkek binivîsînim ew jî bi riya mamosteyan min nivîsand û hat çapkirin, navê wê jî ‘Çawa em bi Kurdî biaxivin’ bû. Em li vê derê gelek perwerdeyên cur bi cur dibînin û bi perwerdeyan pir kêfxweş dibin. Ez bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikim ku xwedî li meraqên xwe derbikevin û tu carî jê şerm nekin.”