Bajarê Şîrazê bi afrînerî û keda jinan navdar e
Bajarê Şîrazê yê ku bi xuluqkarî û keda jinan bi sedsalan e weke kevneşopiyek hebûna xwe didomîne, ji ber kûrbûna krîzên aborî û kêmaniya desteka dewletê ev huner bi xetera tunebûnê re rûbirû ye.

Sara Karîmî
Şîraz –Hemû kesên li kolan û bazarên Şîrazê digerin, dewlemendiya vî bajarî ferq dikin. Gelek firoşgehên bajar, bi firotina van berhemên kevneşop dagirtî ne û ji ber vê Şîrazê berjenga ‘Bajarê hunerên dest ên dinyayê’ girtiye. Di vî bajarî de, jin hewl didin bi nexşadina daran, karkeriya pênûsê, çêkirina xalî û tejan, gelek qadên hunerê bidin jiyîn. Piraniya van huneran, bi taybetî li herêmên gundewar, xwe dispêrin keda jinên di kombûnên koçber de dijîn. Lê belê hem dahata van jinan hem jî berdewamiya hunerê, îro di bin xeterên cidî de ye. Hunermendên jin tevî hemû pirsgirêkên dahatê û tunebûna mercên bo parastina van huneran û parastina mîrasa çandî têkoşîna xwe didomînin.
‘Piranî hunermend jin in’
Di salên dawî de, ji ber krîza aborî, zêdebûna buha, sekinandina turîzmê û aleqeya kêm a saziyên dewletê, hunerên dest ên li Şîrazê di nava krîzek de ne. Ji eyaleta Farsan tê zanîn ku zêdeyî 200 hezar berhemdar û tevnkar dixebitin. Piraniya van mirovan ji jinan pêk tên. Ji ber ku temînata kar tune ye, hunerên dest ji qadên civakî derxistin û qadên firotinê tenê bi fuarên werzî re sînordar man. Gelek hunermend neçar man dest ji hunera xwe berdin yan jî bi pirsgirêkek giran a dahatê re rû bi rû dimînin.
Li bajar çavdêriyek kin di bazarên hunerên dest de jî wê rewşê eşkere dike. Firoşgehên xalî û kilîm, ji yên din zêdetir vala ne. Leyla H. ku li bazara xaliyan dixebite, diyar kir ku krîza aborî bandorek mezin li kirîn û firotina xaliyan kiriye.
‘Jin bi biryar in hunerê bidin jiyîn’
Jina ciwan a bi navê Anahîta S. xaliyên biçûk û çenteyên dest difiroşe, da zanîn ku ji ber gel nikare xaliyan bikire, hunerên dest êdî ji lîsteyên kirînê derketine û tenê di rojên taybet de digrin. Ji ber kêmbûna hatina turîstan, sînordarkirina hinardekirinê, banorek cidî li ser firotinê kiriye. Ev rewş hilberîneran ber bi malzemeyên erzan ve dibe û bûye sedem ku di asta berheman de guherîn werin çêkirin. Anahîta bi gotina: “Em jin, di kîjan şert û mercan de bin, bi biryar in vê hunerê li ser lingan bihêlin” biryardariya xwe anî ziman.
Jin karê xwe didomînin
Jinên ku li mal, atolye û di konên koçberiyê de bêdeng û bi biryar hilberînê dikin, di cihên ku civak nebîne û hilberandina sexlem de ne. Ji jinên ciwan heta jinên bi temen, di astek berfireh de jin, agahiyên kevneşop û teknîkan digihîjînin nifşan. Hilberîn, firoşger û di heman demê de ev jinên ku rêveberên karên xwe yên biçûk in, her çendî ji destekên fermî bêpar jî bin, hewl didin xwe li ser lingan bigrin. Lê belî tevî hemû van hilberînan, jin cudahî û newekheviya ku dijîn didomînin.
Şemîm A. ya ku pênûsan çêdike, destîşan kir ku di qada hunerê de, weke hunera mêr dihat zanîn û di salên dawî de ji ber krîza aborî ya zêde bûye, gelek jin ji ber nikarin xwe bigihîjînin malzemeyên biha û ji vê bazarê dûr ketine.
Zehra K. ku hunera mînyatur çêdike da zanîn ku her dem kêrhatiyên jinan ji nedîtî ve tên, dema ku jin hewl didin bihayê berhemên xwe diyar bikin, rastî nerazîbûna tên, ji ber hunermenên mêr weke hosta dibînin, berhemên wan bi nirxên zêde tên firotin.
Tevnkar Şeyda M. jî bal kişand ser şert û mercên jinan ên xebatê û got: “Ji ber saetên zêde yên xebatê, li qadên atoleye yên bi tendurist, ji sedî 70’ê jinên tevnkar rastî pirsgirêkên fîzîkî yên tenduristiyê tên. Xebata bê temînat jî van pirsgirêkan girantir dike.”
Tevî van hemû astengiyan, jinên Şîrazê bi biryar in hunera xwe bidin jiyîn. Ji bo wan berhemên dest ne tenê deriyê dahatê ye, di heman demê de çandek ku divê bigihîje nifşan e. Awayê nasname û têkoşînê ye. Çîroka van jinên li dijî zextan û cudakariyê û bê eleqeyê têkoşiyan e, ne tenê hilberîn e, di heman demê de têkoşîneke bi hêz a ku nayê dîtin diteyîsîne.