'Şertên hilbijartinên Filistînê rê li ber lîsteyên serbixwe yên jinan digire'

Çalakvana femînîst Meysûn El-Qawasmî diyar kir ku mercên tomarkirina navnîşên hilbijartinên yasayî yên Fîlîstînê, beşdariya beşên serbixwe yên wekî komên ciwan û jinan bi sînor kiriye.

TEHRÎR BİN SEXİR
Ramallah – Rojnamevan û çalakvana femînîst Meysûn El-Qawasmî di hevpeyvînek a li gel ajansa me de got: "Bi nêzbûna hilbijartinan re, tevgerek derket holê ku banga avakirina lîsteyên serbixwe yên jinan dike, lê zehmetî mezin in." 
Di derbarê zehmetiyên ku rê li ber berbijaran digire wiha dibêje: "Divê karmendê hikumetê dev ji kar berde, li gel ku garantî tune carekdin vegere kar. Ji bilî mîktara ku ji Komîsyona Hilbijartinê re tê dayin û hem jî kampanya propagandayê û lêçûna wê ya giran, ev hemî li pêşiya namzetên hilbijartinan dibin asteng."
“Kotaya jinan gihiştiye ji sedî 26’an”
Meysûn El-Qawasmî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro, rêjeya temsîla erênî di kotaya jinan de gihiştiye ji sedî 26, ango em garantî dikin ku di nav sê navên pêşî de jin hene, lê pirsgirêk di temamkirin û tevahî pêvajoya hilbijartinê de ye. Heya niha, ev hemî nenas in, ji ber ku navên heyî ji bo namzetiyê nehatine şandin."
Divê were zanîn kesê beşdarî hilbijartinên sazkirina qanûndanan bibe, pêwîst e dest ji karê hikumetê berd e. Tê de hevoka 'Min ji bo berendambûna hilbijartinên yasayî ya duyemîn dev ji kar berda’ heye.
Meysûn El-Qawasmî wiha domand: "Dê deriyên tomarkirina navên nammzetan di 21'ê Adara 2021'an de vebin. Paşê em dikarin hukum bikin ku biçin hilbijartinên demokratîk û dê partî ji hebûna jinan re rêz bigirin û rola wan a rastîn dê di serê lîsteyên wan de be. Lê mixabin ez bawer nakim ku ev pêk were, ji ber ku partî xwedan heman nêrîna civakê ne. Çepgir be û nerm be jî, ew nepenî û guh nade jinan."  
Meysûn El-Qawasmî Li El-Xelîl seroka Komeleya Femînîst e. Perwerdekarek ji bo pirsgirêkên jin û ciwanan, her wiha endama desteya rêvebirinê ya çend saziyan e û endamê Tora Nawara li Rojhilata Navîn û Mexribê ye.
Hêjayî gotinê ye ku biryarnameya serokatiyê di 15'ê Çileya 2021'an de hatiye weşandin, ku 22'ê Gulan 2021'an  ji bo hilbijartinên yasayî û 31'ê Tîrmeh 2021'an  ji bo hilbijartinên serokatiyê diyar dike.