Welatiyên Mawet şiriniyên xwe ji firoşgeha Lanya digirin

Lanya Xelîl di firoşgeha xwe ya ji aliyê welatiyên herêmê ve tê heskirin de gelek şîriniyên cûr be cûr çêdike.

Lanya Xelîl di firoşgeha xwe ya ji aliyê welatiyên herêmê ve tê heskirin de gelek şîriniyên cûr be cûr çêdike.
TERZE TEHA
 
Silêmanî- Welatiyên bajaroka Mewat a ser bi bajarê Silêmaniyê şîrîniyên xwemaliyên bitam ji ber firoşgeha Lanî sweet ê digirin. Lanya firoşgehek taybet ji bo xwe vekiriye û gelek şirinahiyên cûda çêdike, heskirina wê ya ji bo çêkirina şirîniyan wisa kiriye ku hîna di zarokatiyê de xwe fêrî şirîniyên cûr be cûr bike û firoşgeha xwe bi çend cûrên şirîniyan bi xemiline. Lanya Xelîl a 22 salî gelek keyfxweşe ku malbat û nasên wê piştgiriya wê dikin.
"Destpêkê bi awayek online min şîranî di firot"
Lanya ya ku di frojgeha xwe ya Lanî sweet de xizmetek baş ji bo welatiyan dike girêdayî karê xwe ev agahî da: “Di mal de min bi awayek online kar dikir. Destpêkê min malperek biçuk çêkir, paşê jî ji ber daxwazên zêde yên şirîniyan min ev firoşgeh vekir. Bi vekirina firoşgehê zêdetir dikarim xwe bigihinîm xelkê û ji nêz ve karê min bibînin. Min xwest firoşgeha min bi awayê çandî be û berhemên navçeya xwe bi kar binim. Gelek şirînahiyên cûr be cûr yên weke beqlewa, birme, şekleme, kaster, mihalebî, xişxiş û kêk çêdikim, lê belê piranî kesên tên vêderê daxwaza kêk û xişxişe dikin. Berhemên min li gora xwestekane ger bixwazin ez bi şir û ronê Kurdî û hingiv şirîniyan çêdikim. Piranî xelk şevan tên çay û qehwe di vexwin, pêre sohbetê germ dikin û di ber de jî şiriniyan tam dikin.”
"Li Mawet berhemên xwazayî zêdene"
Lanya anî ziman ku xelkên Mawet bi vekirina firoşgeha wê keyfxweşin û wiha domand: “Divê xelk hîn zêdetir giringî bidin navçeya xwe ji ber giringî nedanê her ku diçe vale dibe û derfetê kar têde kêm dibe. Mawet cihek geştiyari û balkêşe, lê belê xizmetgozarî têde kême tu hewla derfetê kar ji bo ciwanan nîne. Ji ber wê jî piraniya welatiyên Mawet niha li gelek bajarên din kar dikin. Li Mawet berhemên xwezayî gelekin lê deshilata heyî giringî bi berhemên wê nadin û ji bo wê xizmetê pêşkêş nake. Daxwaza min ji jinan ewe ku her kar di destpêkê de zehmete, lê belê ger ku heskirina kar hebe berdewam dikin û kar hêsan dibe. Divê jinên ciwan ne tirsin di her aliyekê de hêza wan heye û dikarin hêza xwe nîşan bidin.”