Di firoşgeha Darînê de hingiv û alavên pêwîst ji bo xwedîkirina mêşên hingiv hene

Darîn Mûrad ev 15 sala in bi hevjînê xwe re mêşên hingiv xwedî dike û hingiv difroşe her wiha dermanan ji hingivê mêşên xwe çêdikê û li nexweşan belav dike.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Mêşên hingiv li gelek herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwedîkirin her wiha gelek mirov ji berhemên mêşên hingiv sûd digrin û jiyana xwe bi xwedîkirina mêşan diborînin. Jina bi navê Darîn Mûrad a 40 salî ji bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye û endezyariya çandiniyê li zanîngeha Helebê xwendiye. Ev 15 sala in bi hevjînê xwe re mêşên hingiv xwedî dike û difroşe. Darîn firoşgeha wê ya bi navê Kewarên Reşkê li bazar Qamişlo ya mezin heye, di nava firoşgehê de hingiv û alavên pêwîst ji bo xwedîkirina mêşên hingiv difroşe. Darîn der barê karê xwe de ji me re axivî. 
Ji du kewarên mêşan ber bi hezar kewarî ve
Darîn behsa  jiyana xwe ya bi xwedîkirina mêşên hingiv re kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev 15 sala in bi hevjînê xwe re mêşên hingiv xwedî dikim. Berê em li gundê Til Marûf ê Qamişloyê dijiyan, dapîr û birayê hevjînê min di gund de mêşên hingiv xwedî dikirin, hevjînê min jî rêbazên xwedîkirina mêşan ji wan girt û ez jî hîn kirim. Destpêkê du kewarên me hebûn, bi demê re mêşên me li xwe zêdekirin û kewarên me jî pê re zêde bûn. Bi hezkirineke mezin me mêşên xwe xwedî dikirin, li kêleka zêdebûna mêşan, xêra hingivê mêşan jî pir dibû. Me pêwîstî dît em projeya xwe berfireh bikin û li bazarê berhemên xwe bifroşin, hem weke jêdereke aborî û hem jî em sûdê li civaka xwe bikin. Ev 4 sal in me firoşgeha xwe bi navê Kewarên Reşkê vekiriye, tê de  hingiv, alavên pêwîst ji bo xwedîkirina mêşên hingiv û hin dermanên ji hingiv çêdibin em difroşin. Bi rastî me gelek zehmetî kişandin heya em gihîştin vê astê, gelek caran jî dema cotkaran bexçeyên xwe derman dikirin, gelek mêşên me bi sedema dermana dimirin. Her wiha amûrên ji me re pêwîst ji bo xwedîkirina mêşan di wê demê de pir kêm bûn. Niha hezar kewarên me yên mêşên hingiv hene û em hejmarên mezin ji mêşan xwedî dikin.”
Çêkirina derman ji hingiv
Darîn bal kişand ser cureyên hingivan û çêkirina dermanên ji hingiv û wiha domand: “Xwedîkirina mêşên hingiv ne hesan e, bi alîkariyeke hevbeş min û hevjînê xwe ev mêş xwedî kirin. Min li gel hevjînê xwe cureyên hingiv ferz dikirin weke hingivê reşreşkan, yansûn û yê nebatên bi strî ji hev cuda kir. Piştî me firoşgeh vekir û karê me êdî baş bû, têkilî di navbera me û şîrketa Ferdos a amûrên xwedîkirina mêşên hingiv li bajarê Şamê yê Sûriyeyê çêbû êdî me amûrên pêwîst ji bo xwedîkirina mêşan ji şamê anîn û li firoşgehê firotin. Hemû tiştên pêwîst ji bo kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin, li firoşgeha me hene. Di firoşgehê de niha hingivê reşreşk, kuncî, kizbera û nebatên bi strî hene, hingiv li gorî nexweşiyên heyî piranî tê xwestin. Hingivê reşreşkan ji nexweşiyên dil re baş e, hingivê nebatên bi strî ji bo nexweşiyên nefesê baş e û gelek cureyên din jî ji bo nexweşiyan em difroşin. Ez bi xwe jî ji berhemên mêşên hingiv dermanên cuda çêdikim û li nexweşan belav dikim.”
Projeya xwedîkirina mêşên keybanû
Darîn bal kişand ser projeya xwedîkirina mêşên keybanû û wiha bi dawî kir: “Beriya 4 salan dema min ev firoşgeh vekir, firoşgehên derdorê hemû xwediyên wan zilam bûn. Destpêkê bi çavekî biçûk û nêrînekê neyînî li min dinêrîn. Bi kedeke mezin min hebûna xwe weke bazirganeke hingiv di vê bazarê de çêkir. Êdî jin bi xwe projeyan didin avakirin û alîkariya malbata xwe dikin. Niha projeyên me hene em ê mêşên keybanû zêdetir xwedî bikin, me plan kiriye em ji welatên weke Almanya, Fransa û Îtalyayê bi riya şîrketan înin û li vir xwedî bikin. Armanca me ji vê yekê ew e em neslên nû yên mêşan bînin herêmê û xwedî bikin da xwedîkirina mêşan bibe wekî çandê di civakê de. Gelek bazirgan hene hingivê nebaş û tijî şekir derbasî herêmê dikin û mirovên civakê pê dixapînin, em dixwazin rê li ber vê yekê bigrin û hingivê herî bi tendurist pêşkêşî vê civakê bikin. Dema mirov ji xebatê hez bike pêwîst e bi wê hezkirinê berheman bide civaka xwe. Ez serkeftinê ji hemû xebatên jinan re dixwazim.“