Hê jî pîşeya cebirandina şikestinê bakurê Sûriyeyê heye

Sefa El-Tebiş ya 32 salî, piştî ku kurê wê Ehmed ê 5 salî ji ser derenceyan ket xwarê, ew dudilî nebû ku kurê xwe bibe cem cîrana xwe ya ku li ser cebirandina şikandinê kar dike. Yekser bir ba cîrana xwe ji bo ku kurê wê derman bike hewce neke biçe nexweşxaneyê.

 
SIHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib – Sefa ku piştî kurê xwe dibe ba cîrana xwe wiha dibêje: "Cîrana me piştî serfiraziya wê di dermankirina gelek rewşên dijwar de, navdar bû. Bi dilovaniya xwe di danûstendina bi nexweşan re dihat nasîn. Her wiha gelek derman çêkirine ku şewat û alerjiyan derman bike." Sefa piştrast dike ku kurê wê piştî cebirandinê zû rehet bûye.
Subhiya El-Omer a 60 salî ku ji bajarokê Sermeda ye ji bo cebirandina hestiyên şikandî kar dike û  gelek diçin ba wê da ku şikênandinên wan bicebirîne. 
Bihayê wan pir ji yê bijîjkan kêmtir e
Pîşeya cebirandina hestiyên şikestî hê jî li herêmên Idlib û bakurê Sûriyeyê heye. Ji ber bihayê zêde ê cebirandina hestiyên şikestî li nexweşxaneyên taybet û xerabûna sektora tenduristiyê di encama şerê Sûriyeyê ku ji sala 2011'an ve berdewam dike, xelk êdî dema derek wan dişkê diçin cem kesên ku dizanin hestiyan bicebirînin ji ber ku pereyê wan pir ji yê bijîjkan kêmtir e. 
Subhiya El-Omer ev zêdetirî 30'î sal in ku pîşeya xwe dike û mirovên ji herêmên cuda diçin ba wê. Sebhiya eşkere kir ku wê ev pîşe ji dayika xwe girtiye û wiha got: "Min didît bê çawa dayika min bi duayên xelkên ku li ser destê wê rehet bûne, kêfxweş dibû. Wê demê min jî xwest razên pîşeyê ji dayika xwe fêr bibim. Ez baş fêr bûm û di temenê 30'î salî de piştî wefata dayika min, ez ketim şûna wê."
Nexweşên di hemû temenan de derman dike
Subhiya El-Omer pîşeya xwe parast û bi jêhatîbûnek mezin ew pîşe berdewam kir. Her wiha ew nexweşên di hemû temenan de ger jin be yan jî mêr be wan pêşwazî dike û di heyvekê de ew herî kêm şikestinên 20 kesan dicebirîne. 
Subhiya zelal dike ku dema dermankirinê bi temenê kesên birîndar û celebê şikestinê ve tê pîvandin û mînakek vê yekê dide ku dema kesên hestiyê wan şikestî 30'î salî bin ew di nava sih rojan de rehet dibin lê kesên bi nexweşiya şekir zû bi zû rehet nabin. Her wiha zarok di demeke kurt de rehet dibin.
Rêbaza cebirandina şikestinê
Der barê rêbaza cebirandina şikestinê de Subhiya wiha got: "Ez cih û cureyê êşê fehis dikim û cihê şikestinê ji germahiya deverê nas dikim. Her wiha her germahî zêde dibe, ez ji cihê şikestinê piştrast dibim." 
Subhiya cihê ku diêşê dişû û zextê lê dike û bêtirî carekê dikşîne û paçeke qumaşê spî lê digerîne û qayîm dike. Piştre spîka hêkê û sabûna hûrkirî tevlihev dike. Piştre perçeyên biçûk ên ji textên daran datîne aliyên şikestinê û paçeke din tîne û spîka hêkê û sabûna hûrkirî ya tevlihevkirî datîne ser wî paçî û li ser devera şikestî baş tê pêçandin.
Rola pîşeyên kevnar di serkeftina zanista nûjen de heye
Dermansaz Suheyib El-Ebdulah ê 45 salî bawer dike ku çiqas bijîjkî bi pêş bikeve jî rola pîşeyên kevnar di serkeftina zanista nûjen de heye lê di heman demê de ew gazî dike ku serî li dermanên nûjen bidin ku cihê şikestinê bêtir rast nîşan dide.
Lê gelek kes bi kesên ku şikandinê dicebirînin bawer dikin ji ber ku gelek kes bi destên wan rehet bûne.