Ji bo parastina sivîlan, jiyana xwe dixin xeteriyê

Jinên ku di nava Rêxistina (ITF) de cih digirin, bi derxisitina mayînan jiyana gel û zarokan dixin ewlehiyê.

 
NECAH MEÎŞ
Heseke - Mûna Beşîr Xelîl, Yasmîn Silêman û Mîdiya Eslan Deqorî sê jinên ji pêkhateya Kurd a Bakur Rojhilatê Surî-Rojava ne. Her yek ji wan xwedî çîrokêk cuda ye. Di nav şerê ku 9 salin li ser axa Surî didome de rastî gelek trajedî û buyerên ku nayên ji bîrkirin hatine. Her yek ji wan ji bo jiyanek azad, aram û bi ewle li ser xaka wan bê afirandin di nav tevgerê de nin. Ji bo ewlehiya xak, civak û zarokan giyana xwe dixin xeteriyê û axa xwe ji mayînên berhemê şer yên ku DAÎŞ li du xwe hiştîne paqijdikin. 
Mûna, Yasmîn û Midya niha bi rêxistina Enhancing Human Security (ITF) re xebat didin meşandin û mayînê ji şerê bi DAÎŞ re wek bermahiyên şer mayî paqij dikin. Rêxistina Enhancing Human Security, ji aliyê komara Slovenya ve 12 Adara 1998’an de hatiye damezrandin. Saziyek alîkariya miroviye û mayînên ku di demê şer de hatîn danîn paqij dikin û alîkariya mirovî didin maxdurên mayînan. ITF cara yekê piştî şerê Bosna û Hersekê dest bi xebatên xwe dike. Li ser asta Başurrojhilatê Êwropa, Rojhilatê Êwropa, Asya Navîn û Rojhilatanavîn ji bo welatê ku şer lê ru dayî alîkariyên mirovî dide û mayîn jî di navde îmha kirina çêkên qedexe yên konvonsiyonel di nav armancê xebatên wan de ne. 
'Em gelekî bi karê xwe kêfxweşin'
Mûna Beşîr Xelîl a 22 salî û dayika du zarokane, niha bi hemle.  Du sale tevlî karê derxisitina mayînan bûye, tevî ku niha ducanî ye jî karê xwe nasekinîne. Mûna Xelîl diyar kir ku beriya kar bikin gelek perwerdeyên girêdayî vê xebatê dîtine û wiha domand: "Ev du sale ez kar dikim, me mehekê perwerde dît ew jî ya rakirina mayînan bû û perwerdeya tehlûkeya mezin jî me dît. Ji xwe di nav re jî perwerdeya bijîşkî dan me, ji bo ku heger tiştek di nava heqil de çêbibe em giş zanibin çawa alîkariya hevalê xwe bikin. Kesê ku perwerde nedîtibe gelekî ji wan re zehmet e. Em gelekî bi karê xwe kêfxweşin"
'Gelek mirovên sivîl bûn qurban'
Mayînên ku ji berhemê şerê DAİŞ'ê mabûn, hişt ku gelek qurbanî çêbibin. Xelîl jî ji bo ewlehiya sivîlên ku li wan deveran jiyan dikin berê xwe dide tehlûkeyê û dibêje: "Her kes zane û we dît jî gelek teqîn çêbûn û gelek mirovên sivîl di van teqînan de bûn qurban. Ev rêxisitinek mirovî ye em tên alîkariyekî bi milet bi zarokan re û bi her kesî re dikin, zarokên me û yên milet jî di nav de, em ji bo parastina hemû zarokan vî karî dikîn."
'Cudahî naxin navbera jin û mêran'
Ne tenê jinên Kantona Hesekê mayînan derdixin, jin ji bajarê Qamişlo jî bi wan re beşdar dibin. Yasmîn Silêman a 22 salî ji Kantona Qamişlo ye û sê sale di karê mayînan de cihê xwe digire. Yasmîn Silêman jî di şerê 9 salin didome de birayek xwe berdêl daye. Birayê Yasmîn sala 2015’an di şerê li beranberî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide. Niha ew jî di nav tîma paqijkirina mayînan ya ITF de cih digre. Yasmîn Silêman wiha qala karê xwe kir: "Beriya ez di nava vê rêxisitnê de cihê xwe bigirim, min sê sala karê mayînan kir. Me gelek perwerde dît ji wan jî yên zanistî û naskirina qadên xeternak bûn. Me form çêdikirin û em li pêşiya yên mayînan rakin dimeşiyan, me ji wan re deverên ku mayîn lê hebûna nîşan didan. Ev du mehin em di nava vê rêxistinê de kar dikin, ji xwe min perwerde dît û niha ez mayînan derdixim. Tişta herî xweş di vê rêxistinê de cudahî naxin navbera jin û mêran."
'Min xwe fedayî vî karî kiriye'
Silêman xwestek û armancên xwe yên tevlîbûna Rêxistina (ITF) wiha anî ziman: "Min xwe fedayî vî karî kiriye, wek emê vî erdê çandiniyê bidin xwediyê wî ev çend sal xwe li ser vî erdî xwedî dikin, piştî ku em ji mayînan paqijkin wê sûdê jê bibîne. Ger dibistan be jî wê kêfa zarokan were. Gelek qurbanî jî çêdibin, beriya demakê zarokek li ber pez pêl mayînê kir û her du lingên wî çûn. Em erdan ji mayînan paqijbikin ji bo gel û zarokên welatê xwe armancek gelekî mezin e."
Mîdiya Eslan Deqorî ya 24 salî ku ji gundê Rêşidîyê yê girêdayî navçeya Til Temir a ser bi Kantona Hesêkê ye ji dema êrîşên DAIŞ’ê yên despêkê ser axa wan heta niha di parastina axê de ked daye. Hevjînê wê di berxwedana li hemberî êrîşan de li gundê Xêbiş ê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê de jiyana xwe ji dest da, ew neçar ma berpirsiyariya du zarokên xwe yên sêwî bigire ser milê xwe. 9’ê cotmeha 2019’an jî dewleta Tirk êrîşî gundê wan dike. Di dema êrîşan de neçar ma her du zarokên xwe digire ji gundê xwe derketin û berê xwe dan navenda Hesekê. Midya a ku niha li Kantona Hesekê dijî û ev du salin karê derxisitna mayînan dike, bi kinasî wiha qala girtingiya karê xwe dike: "Raste jiyana me di xeteriyê de ye, lê em fêrbune. Karê me karekî insanî ye, berhemên ku DAİŞ danîne em radihêjênê û li beramberî wê jî em tedbîran ji bo parastina xwe digirin."