Jinên Cezayîrî qala serpêhatiyên xwe yên bi "keştiyên mirinê" re kirin

Di nav du mehên çûyî de, raporên zêdebûna hejmara koçberên derqanûnî li seranserê ava Deryaya Spî, di nav de jin jî hene rû dan. Ev yek gelek pirsan der heqê sedemên xwestina jinên ku derbasî aliyê din ê deryaya Navîn bibin bi xwe re tîne.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Zêdetirî sê hefte berê, hejmara koçberên derqanûnî ku wekî "Diyardeya şewitandinê” tê zanîn di nava ava Deryaya Navîn re derbasî Spanyayê bûne, gihîştiye asteke pir mezin ku berê tu carî wiha nebûye. Dîmenên bedenên belavbûyî yên li Deryaya Navîn cîhanê hejandiye. Ev rewşa heyî ya wekî xwekuştinê bûye doza raya giştî.
Ji bo zelalkirina sedemên derketina jin û keçan ji welatên xwe bi awayekî ne rêkûpêk, ajansa me bi çend jinên ku ev pêngav avêtine re hevdîtin pêk anî da ku behsa pêlên vê koçberiya derqanûnî ya ber bi Ewropayê ve bikin û li ser tecrubeya xwe ya bi keştiyên mirinê re biaxivin.
Ji bo jiyanê xwe dixin xeteriyê 
Sara Ayadî ku di nav jinên hewl dan bi riyên derqanûnî derbasî Deryaya Spî bibin dibêje ew qet li ser koçberiya bêdestûr nefikirîbû û wiha got: "Min nexwest riyek ku beriya min gelek kes tê de jiyana xwe ji dest dane hilbijêrim lê min dît ku ez jiyana xwe dixim xeterê ruxmî ku ez di  meha heştan de ducanî bûm jî."
Lê belê hewla wê ji bo derbasbûna Deryaya Spî bi pênc zarokên xwe re hinekî bi ser neket, ew û 11 jinên din ku netewebûna wan ji hêla polîsên peravên Spanyayê ve nehat eşkerekirin, ji xinqandinê hatin rizgarkirin. Piştî ku hat rizgarkirin û lênêrînê hat girtin, radestî Lîga Cezayîrê ya ji bo Parastina Mafên Zarok û Malbatê li Cezayîrê hat kirin da ku li ser koçberiya derqanûnî nîqaş bike.
Dema ku jê pirsîn ka sedema hiştiye koçberiya derqanûnî bike çi ye, wê got: "Min dixwest jiyana zarokên xwe baştir bikim û derfetên xwendinê û standardek baştir ji wan re ava bikim, nemaze ji ber ku ez di şert û mercên dijwar de dijîm piştî ku têkiliya min bi hevserê min re hat qutkirin ku ew jî bi riya koçberiya derqanûnî ji ber kêmbûna derfetên kar koçber bû. Ji ber vê yekê min dît ku çareserî ew e ez li pey wî biçim û li welatekî bi cih bibim. Her wiha ji bo dîtina deriyek madî ji bo piştgiriya zarokên xwe ez ketim riya penaperiyê."
Piraniya rewşên ku dibin sedem jin û keç bi awayekî derzagonî koç bikin, zehmetiya peydakirina karên minasib û bendewariya domdar e. Vê yekê hişt ku ew li çareyên din bigerin, ji ber ku gelek kes dibînin rewşa xirab a aborî û bêkarî sedema bingehîn e û dibe sedem ku koma ciwan serî li vê yekê bidin.
"Ez di jiyana xwe de rastî gelek tengasiyan hatim"
Her wiha jina bi navê Lydia Bouzidi, derçûya beşa zimanê Îngilîzî li zanîngeha Badji Mokhtar û yek ji jinên hewl dida bi riyên derqanûnî li ser Deryaya Spî koç bike, dibêje ku ew her roj difikirî ji welatê xwe koç bike yan jî dev ji welatê xwe berde. Wê her roj serî li peravên bajêr dida. Bi îhtîmala ku riyek xweş bibîne xwe bigihîjîne gel berpirsyarên organîzekirina geştên li deryayê, heya Sardînyayê.
Der barê dijwariyên ku ew pê re rû bi rû mane de dibêje: "Ez di jiyana xwe de rastî gelek tengasiyan hatim. Min dosyaya xwe radestî konsulxaneya Fransayê li Annabayê kir da ku vîzeya rêwîtiyê ji sê caran zêdetir bigrim lê min negirt. Ji min re bû sedema lêgerîna riyekê ji bo derbasbûna Deryaya Spî ji bo guhertina ber bi başiyê ve û bi azadî bijîm."
Wê di domandina axaftina xwe de wiha got: "Di mala me de tiştek kêm tunebû lê gava ku ez derdiketim kolanan, rastî gelek tacîzên her cureyî dihatim û hema ez bawer bûm ku ez ê kar nekim piştî qedandina xwendina xwe li zanîngehê, ji ber vê yekê min biryar da ku biçim û seferê bikim. Ji bo ku ez karekî li derveyî welatê xwe bibînim, min pere berhev kirin piştî firotina hin zêrên ku diya min dabûn min û min hinekên din deyn kir."
Lê belê zehmetiyên ku Lydia Bouzidi bi wan rû bi rû ma, tenê li ser peydakirina mîqdara pêwîst ji bo rêwîtiya derve nebû û wiha dibêje: "Min zehmetî di gihîştina berpirsyarên ji bo peydakirina cihê rêwîtiyê, nemaze ji ber ku ez keç bûm dît lê min israr kir û serî li xortek ji zanîngehê da ku di prensîbê de alîkariya min bike rêwîtiyek ewledar bikim."
Piştî têkoşînek mezin bi ser ket
Lydia Bouzidi piştî têkoşîneke mezin bi pêl û herikîna behrê re bi dijwarî bi ser ket û bi tevlibûna 3 xortan ji 15 xort û keçan bi dijwarî xwe gihand peravên Sardînyayê. Ew tenê ji mirinê rizgar bû piştî windakirina du rêhevalên ku wê di dema rêwîtiyê de nas kirin, ew dibêje: "Ez ji hev ketibûm û min bawer nedikir ku ez li keviya peravê me, ez gelekî giriyam dema ku min keştiya hilweşiyayî dît. Hin ciwan tevî windakirina hezkiriyên xwe, ji ber ku bi silametî gihîştine cihê xwe hev pîroz dikirin. Tişta herî dawî ku tê bîra min hatina polîsên peravên Sardînyayê bû."
Ew dibêje yek ji sedemên herî mezin ku neçar kir bi awayê derqanûnî ji welatê xwe koç bibe, reva ji civak, bawerî, ramanên kevnar, bêedaletî û biçûkxistina ku piraniya keçan jê êşê dikşînin bû.  
Lydia Bouzidi bi ser ket ku ava Deryaya Spî derbas bike û bigihîje xewna xwe ya jiyana mîna ku ew her dem difikirî û xeyal dikir. Dibe ku wê di nav malbat û xizmên xwe de kar û şêwazek jiyana bi rûmet dixwest lê bext ne li kêleka Zehra Ebdulmoumen bû dema ku ji bajarê Mostaganemeyê li rojavayê Cezayîrê diçû.
Di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da
Zehra Ebdulmoumen nizanibû ku ew gera wê ya dawî ye, xwişka wê, Asmaa Ebdulmoumen, li ser wan bûyerên dijwar ên ku mîna birûskê bûne, wiha dibêje: "Min biryar da ku ez bi xwişka xwe re biçim piştî ku me hemû riyên peydakirina kar û çareserkirina pirsgirêkên bêkariyê yên ku ciwan tê de rû bi rû dimînin qedandin."
Ew wiha berdewam dike: "Me biryar da ku em ji bo jiyana çêtir koç bikin, nemaze ji ber ku gelek kes karibin xwe bigihîjînin Ewropayê û li wir bi cih bibin piştî ku karên baş bi meaşên mezin werdigirin. Ez ji sala 2011'an vir ve bi pisporiya hiqûqa tawanan derçûm, min di gelek saziyan de perwerdehî dît lê bê encam bû, 3 salan ez bê kar mam, di hemû warên derveyî pîşeya xwe de xebitîm. Lê di dawiyê de, dema ku xwişka min Zahra karek nedît, rewşa me gelek xirab bû, ji ber vê  me di wê demê de biryar da ku em plan bikin ji welat derkevin. Tevî tiştên ku min derbas kirin, ez hîn jî difikirim ji bo xewna xwişka xwe pêk bînim, vê ezmûnê dîsa dubare bikim." 
Gelê Cezayîrê vegerandina bihêz a "keştiyên mirinê" bi rewşa siyasî û aborî ya heyî ve girê didin ku hişt hejmarek kes hewl bidin xwe bigihîjînin Ewropayê.
"Sedemên koçberiyê tunebûna ewlehî û aramiyê ye"
Rahma Shishwi dibêje ku yek ji sedemên koçkirina jinan nebûna ewlehî û aramiya li hawirdora ku ew lê mezin bûne ye û wiha didomîne: "Piraniya keç û jinan ji ber şîdeta nava malê û şîdeta civakê direvin da ku li mafan û azadiya ku rûmeta wan dixe bin temînatê bigerin. Piraniya dozên ku min di dema xebata xwe ya li Stargeha Jinan a Cezayîrê de dît, ji bo jinên mexdûrên tundî, tacîz û destavêtinê ne, çi ji aliyê xizmên xwe ve, çi jî li kolanan."
Rahma Shishwi diyar kir ku ger wê vîzeya seferê bi dest nexista dê bi awayekî derqanûnî derketa derve û wiha got: "Min daxwaza vîzeyê pêşkêşî zêdetirî 3 welatan kir û di heyama pandemiya koronayê de jî vîzeya min tunebû lê min ji bo girtina vîzeyê hewl da ji bo ku xwendina xwe di beşa zanistî ya psîkolojiya civakî de li Fransayê biqedînim."
Hejmara kesên ku bi rêwîtiyên derqanûnî derdikevin derveyî welat her diçe zêde dibe
Tevî ku gelek operasyonên koçberiyê yên derqanûnî ji aliyê desthilatdarên Cezayîrê ve hatine astengkirin jî hejmara wan zêde bûye û keştiyên mirinê yên li Derya Spî êdî tenê bi ciwanan bi sînor namînin di heman demê de hejmareke mezin ji jin û keçan jî hene ku li derve li derfetên nû li derveyî welatên xwe digerin. 
Ajansa kontrolkirina sînorên Ewropayê "Frontex", hatina 7,040 koçberên derqanûnî ji bo peravên Spanyayê di Tîrmeha 2021’ê de ragihand, di heman demê de Navenda Navdewletî ya Nasnameya Koçberên Winda li Spanyayê hatina zêdetirî 1,000 koçberên derqanûnî ji Cezayîrê bo Spanyayê di 72 saetean de di Hezîrana borî de tomar kir.
Belavbûna rûpelan li ser malperên tora civakî, nûçeyên windabûna 50 koçberên bi riya derqanûnî, piştî ku motora keştiya lastîkî ya ku ew tê de sekinîn rawestiya, vê Cotmehê, li Cezayîrê hêrsek mezin çêkir û di piraniya şîroveyan de hêrsa li dijî rayedaran hat nîşandan.