"Ava Firatê gelek kêm bûye"

Hevseroka midûriyeta avê ya herêma Firatê Xalîse Hec Ebd El-Qadir têkildarî kêmbûna asta ava çemê Firatê got: "Ev 9 mehin ku dewleta tirk ava Firatê qûtkiriye. Em di demeke ku divyabû asta avê gelek bilind be, lê dewleta tirk kiryarên xwe didomîne. Em soz didin gelê xwe ku emê wan bê av nehêlin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Ev 9 mehin ku dewleta tirk hevpeyama fermî ya parvekirina ava çemê Firatê ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku li cem Neteweyên Yekbûyî hatiye qeyd kirin, binpê dike. Dewleta tirk ji 27`ê Çileyê de para Sûriyê ya çemê Firatê qût kiriye. Li gor hevpeymanê divê ku di saniyê de 500 metre kûp derbasî axa Sûriyê bibe, lê dewelta tirk di saniyê de 100 ango 200 metre kûp berdide. 
Têkildarî vê mijarê hevseroka midûriyeta avê Xalîse Hec Ebd El-Qadir ji ajansa me re axivî.
"Dewleta tirk bi rengekî eşkere hevpeymanan binpê dike"
Xalîseyê di destpêkê de bal kişand ser binpêkirina dewleta tirk ji hevpeymana parvekirina ava Firatê ya Sûrî-tirkî û got: "Weke tê zanîn ku ev nêzî salekê ye dewleta tirk para Sûriyê ya ava çemê Firatê qûtkiriye. Li gor nirxandinên min, dewleta tirk dixweze bi qûtkirina avê re deriyê koçberiyê veke. Av bingeha jiyanê ye û tevahî derfetên jiyanê xwe dispêrin ava çemê Firatê. Ji ber vê qûtbûna avê bandoreke gelek neynî li ser herêmê ava kir ku asta çandiynê lewaz bû, seatên eleketirkê kêm bûn, bîrên avê zuha bûn û hwd. Ev kiryarên dewleta tirk tevahî hevpeyman û zagonên navnetewî binpê dike. Bi taybet hevpeymana ava Firatê diyare û divê di saniyê de 500 metre kûp were berdan, lê dewleta tirk bi rengekî eşkere para me ya ava Firatê dibre."
"Emê tu carî gelê xwe bê av nehêlin"
Xalîseyê di domandina gotinên xwe de wiha soz da ku ewê gelê herêmê bê av nehêlin: "Me weke mudîrîyeta avê bi qasî derfetên xwe gel bê av nehîşt. Em niha di meha Cotmehê de ne, divyabû ku niha ji ava zêde pêlên çemê firatê ranewestiyana. Lê dewleta tirk asta avê di vê demê ji mehên borî kêmtir kiriye. Em dizanin ku em li hember dijmenkî bi çi rengî ne, ji ber vê divê ku em li dijî lîstokên dewleta tirk her tim amede bin. Li ser vê bingehê em soz didin gelê xwe ku emê wan bê av nehêlin û wê her tim çareseriyên me hebin. Tenê di vê mehê de hinek pirsgirêkên teknîkî derketin, ji lewra em neçar man ku çend rojan avê li ser kantona Kobanê qût bikin. Em dixwezin vê rastiyê ji gelê xwe re eşkere bikin, ji ber ku asta ava Firatê her tim tê guhertin, em jî nikarin seat û rojên berdana avê diyar bikin. Ji bo vê qasî ku hewza avê tijî dibe, em avê berdidin."
Hevseroka midûrtiyeta avê Xalîse Hec Ebd El-Qadir bi henek daxwazan axaftina xwe bi dawî kir: "Hêvî û daxwazeke min ji gelê Kobanê heye ku avê bi qasî pêwistiyên xwe bi kar bînin. Em di pêvajoyeke nazik re derbas dibin, divê gelê me li gor wê avê bi kar bînin da ku em ava heyî têre tevahî herêm bike."